Monday, June 2, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jineolojî cewhera civaknasiyê ye

25/05/2025
in JIN
A A
Jineolojî cewhera civaknasiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

 Asya Weşûkanî

Dema ku mirov dîroka jinên Kurd digre dest û çavdêrî dike, wê demê mirov hîn zelaltir rastiyên heyî dibîne. Û weke ku em hemû jî dizanin ku Rêber Apo, ji jinên şoreşger ên wê demê re perspektîfeke wiha da û got ku; “Dîroka jinê ne hatiye nivisîn û li benda nivîsê ye”. Dema ku niha jî pirseke wiha têye kirin û dibêjin, gelo jinên Kurd tişta ku Rêber Apo ji wan kir perspektîf pêkanîn? Ji ber ku mereq dikin û hewil didin ku wê dîrokê, fambikin û ew jî rastiya ku bi destê jinan were nivîsandin wê çawa be; ji ber ku her mêran dîrok di nirxand û dinivisandin û vê carê jî, her kes mereq dike û gerek mereq jî bikin ji ber ku wê jin dîroka xwe binivisînin. Ne tenê wê jin dîroka xwe binivisînin wê dîroka mirovahiyê jî pêre xêz bikin, ji ber ku jin û civak ji hevdû nayê veqetîn û wê nivîsîneke, gelekî balkêş û bi rewneq be. Û her çiqasî jinan weke takekes ên ku di wan, serdemên partiyêde dîrok nivisandibin jî lê kêm, hestiyar û perçebûyî hatiye dîtin.

Li ser van bingehan careke din lêkolîn hatiye kirin û li ser bingeha, perspektîfên Rêberê giştî ê gelê Kurd careke din dîroka jin; diber çavan re hatiye derbas kirin û ji nû de hatiye dest girtin. Cardin Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe yên kûr û dewlemend zanisteke, pir nû xiste rojeva jin û civakê de û got ku; dîroka heyî bi destê mêr hatiye nivisîn û mêrê serwer û desthilatdar, bi hişmendiyaxwe ya paşverû her tişt berevajî kiriye û ji ber vê gereke zanisteke jinê hebe. Û dest bi binyad kirina zanista jinê kir û diyarî jinan kir, ji xwe pir şiroveyên Rêber Apo ên li ser zanista jinê; heye û gelekî jî bawerî dide vê zanistê ku wê têrker be ji bo, jin û civakê û wê bi erka xwe ya kolektîf rabe. Cardin jî Rêber Apo got ku ez bawerim bi wijdanê, jinê û tekoşîna wê û jinan jî her çiqasî pir baş zanista xwe; fam ne kiribin jî lê gelekî kêfxweş û bi kelecan pêşwazî dikin û dikevin nava hewilana famkirin û pêkanînê de.

Rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, dikeve nava tevgerê de û hewil didin ku wê çawa ji Rêber Apo re; bibin bersiv û bingeha zanista xwe sazûman bikin. Her çiqasî hewildanên wan bi sancî be jî desteyeke xwe ya lêkolînê, bi rêk û pêk dikin û ji wê desteyê jî fermandar û çelenga Kurd; Leyla Wan jî yek ji endama wê desteya lêkolînê bûye û hêjaye ku, em qehreman û lehenga xwe Leyla Agirî jî bibîr bînin. Rêheval û fermandara gerîla Leyla Agirî jineke pir jîr û jêhatî bû, şehîd Leyla Agirî jineke pir ji xwe razî û serbilind bû. Ez hevala Leyla ji sala 1998’an de nas dikim û ez weke şervan jî, pêre mame û hurmet û qedrê wê jî pir bû li ber dilê min; ji ber ku fermandareke xwedî hişmendiyek Apoger bû. Û şehadeta wê jî gelekî ez xembar kirim û weke partî û sazî jî, wendahiyeke pir giran bû.

Nexasim ku ev şehadet di encama xiyaneta Kurdî a reş de, hate çêkirin û ez careke din jî dibêjim: Em ê qet pêxîra wan xayînên rûreş bernedin û em ê tola, fermandar û şehîda xwe rakin û dawî li xiyanetê bînin. Saziya jineolojî bi pêşengtiya qehreman û şêre jina Kurd, Leyla Agirî wiha pêşket û berbelavî tevahî Kurdistanê û welatê; Rojhilata Navîn û Cîhanê bû. Ji xwe semînera yekem a jineolojî ji hêla fermandar û gelawêj, Leyla Agirî ve hatiye dayîn û paşî milîtan û çalakvanên Kurd ên jin; li zindanên dewleta Tirk hate lêkolînkirin û pirtûkek hate nivisandin û bi demê re, sazî hate berfirehkirin û weke ku me bilêv kir li her cih û deverê sazî hatin çêkirin. Tevî zor û zextên dewleta Tirk jî cardin tekoşîneke pir xurt, a jinan hate birêvebirin û encamê pir baş jî girt; ji ber ku pêşwazî kirina jinên Kurd, Rojhilata Navîn û Cîhanê jî bi gelemperî jêre bi kelecan, hate pêşwazîkirin û ev jî hişte ku kelecana kar jî di kadroyên saziyê de were çêkirin.

Îro jî em dibînin bêka zanista me gihaştiye kîjan, pileya pêşketinê û çawa tê pêşwazîkirin. Ji xwe her tiştek dema ku dikeve rojevê de zor û zehmetiyan, dibîne û piştî ku xwe dide naskirin û xwedî rol dibe wê demê xwe di fikir û ramanên her kesî de bicih dike. Nexasim ku zanisteke wiha herikbar û jiyanî be, ji xwe zainsta me jieolojî bala hemû beşên civakê jî; kişandiye û gihaştiye pileyeke bilind. Weke ku me li jor jî da diyarkirin Rêber Apo ev zanist, danî holê ji ber wê jî bala her kesî kişand û mereq kirin û keda hevalan jî; gelekî bandora xwe kir û bi demê re şehîdên xwe jî, çêbûn şehadetên weke şehadeta rêheval û rêveber Zîlan(Nagîhan Akarsel) û Malda Hesekê jî hate çêkirin. Van hevalan canê xwe kirin fedayî zanista pêşerojê, ya jin û civakê. Ez dibêjim ku her çiqasî wendahiyên me giran bin jî, wê tekoşîna me berdewam bike û ger ku hewildanên jineolojî hene ku; derkeve lutkeyê de tekez wê bi gelek zehmetîyan re rû bi rû were û ev jî xwezayî ye, ji ber ku ti tişteke bi rihetî çênabe û tekez berdêlên wê hebin. Em weke jin ji Rêber Apo û jinên pêşeng û qehreman, fêr bûne ku her tişt bi berdêle û gerek em ji her tiştî re jî; hazir bin û tekoşîn bikin.

Weke ku em dişopînin zanista me ya jineolojî, gelekî pêşketiye û gihaştiye pileyeke pir bilind û ev jî; me kêfxweş û serbilind dike û di heman demê de, weke jin wefadariya me bi Rêber Apo re dide nîşandan. Dema ku malbata Rêber Apo ji bo hevdîtina 31’ê heyva Adarê, çûne ziyareta wî, Rêber Apo li wir pirsa kovara jineolojî dike û hewildide ku zanibe bêka; tekoşîna wî berhem dide û diyare ku Rêber Apo hêviya xwe ji, tevgera jin û zanista wê jineolojî re pir mezine. Weke ku têye zanîn Rêber Apo mirovê kedê ye û ji hêla parastina keda xwe ve, gelekî baldar û hesas e. Em jî jin her em li ku dibin bibin gerek em li keda, Rêber Apo xwedî derkevin û di hêla xwe de têkoşîn bikin û pêşbixin û nexasim ku; Rêber Apo ji me ewqasî bawere û em jî heyanî hinasa xwe ya dawiyê bi Rêberekî wiha azad re girêdayîne û fedayîne ji bo wî.

Ez jî weke jineke Kurd û têkoşer bang li tevahî jinên Kurd, Ereb, Tirk, Fars û Azerî dikim û dibêjim; em jinên Rojhilata Navîn pêşengin. Gerek em li wê erka xwe ya pêşengiyê ya ku Rêber Apo daye me, ji dil û can xwedî derkevin û ji xwe bawerbin û gerek; em têkoşîna xwe gerdûnî bikin û her serkrftî bin. Gerek em zanibin ku zanista jinê zanista me ye û ji me tê xwestin ku em zanista xwe fam bikin û bikin zansta sereke û cewhera zanista civaknasiyê. Ez careke din bangewazî tevahî jin û ciwanan dikim û dibêjim em niha, ji her demê zêdetir xwedî destkeftîne û gerek em li wan destkeftiyan xwedî derkevin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Bijî Rêber APO. Bijî yekîtiya jin û gelan. Bijî zanista Jineolojî. Jin Jiyan Azadî.

Post Views: 71
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.