Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kargeha Lîlît çanda Kurdan nîşan dide’

25/05/2025
in JIN
A A
‘Kargeha Lîlît çanda Kurdan nîşan dide’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêvebira Kargeha Lîlît Arya Xelîl diyar kir ku; li kargeha Lîlît cil û bergên floklor ên ku çanda Kurdan vedibêjin, tên dirûtin. Arya tekez kir ku armanca wan piştgiriya  jinê ye.

Piştî Şoreşa Rojava, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan ji bo pêşxistina aboriyê pir xebat kirin û aboriya civakê pêş xistin. Jinan piştî şoreşê mîna tovê jiyanê her tişt li derdora xwe ji nû ve şîn kirin. Bi keda jinê û berhemên wê yên serkeftî, gelek sazî û kargehên jinan hatin vekirin û projeyên pêşxistina aboriyê hatin pêkanîn. Bi Şoreşa Rojava re gelek jinan di nav kar û xebatan de cihê xwe girtin.

Derbarê kar û xebatên ku kargeha Lîlît dide meşandin Rêvebira Kargehê Arya Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Kargeha Lîlît sala 2017’an dest bi kar kir’

Rêvebira Kargeha Lîlît Arya Xelîl anî ziman ku Kargeha Lîlît di 2017’an de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî a têkoşîna li dijî şideta beramberî Jinan bi sponsoriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatibû vekirin û wiha got: “Kargeha Lîlît dema ku hate damezirandin li bajarê Amûdê bû, lê piştre cihê wê hate guhertin û li bajarê Qamişlo hate vekirin. Di kargehê de 9 jin ji pêkheteyên Ereb û Kurd kar dikin lê di demên pêş de wê zilam jî bi me re kar bikin, 5 ji me karê dirûtinê û 4 jin jî karên destan dikin û bi hev re dibin alîkar. Her wiha karê wan dirûtina cil û bergên gelêrî yên Kurd, Erebî û Suryaniyan û karên destane û kofî, kemer, şohî û her amûrên din ên ji bo cilên Kurdî tên çêkirin. Em li vir cil û bergên çanda Kurdî, kiras, qemîs û cilên ku em çêdikin û didin dikanên li bazarê karê dirûtinê. Ji bo danasîna cilên floklorî berhemên kargehê di mîhrîcan û pêşangehan de hatin pêşandan”.

‘Armanca me zindîhiştina çanda kurdî ye’

Arya Xelîl behsa armanca vekirina kargeha Lîlît kir û wiha got: “Armanca me ew e ku cil û bergên çanda Kurdî zindî bihêlin û folklora xwe yê kurdî vegerînin, her wiha bi vekirina vê kargehê re me xwest piştgiriya projeyên jinan bikin. Me xwest bibin alîkar û piştgiriya jinan bikin ta ku hewceyî ti kesekî nebin.

Ji ber ku beriya niha tenê cil û bergên çanda Kurdî di cejna Newrozê de dihatin lixwekirin, lê di roja me ya îro de Kurd di hemû şahiyên xwe de cil û bergên Kurdî li xwe dikin”.

Rêvebira Kargeha Lîlît Arya Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêviya me ew e ku hemû jin karibin li dû xewnên xwe bin û tişta ku dixwazin kar bikin û jêhatbûnên xwe derxînin, her wiha bi hêvî me ku her jinek hewil bide ku li dû xewnên xwe be û heta ku karibe hewcedarî ti kesî nebe. Beriya Şoreşa Rojava jinê nikarîbû xwe îsbat bike lê piştî şoreşê xwe îsbat kir û cihê xwe di nava civakê de girt”.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.