Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêdengiya li hemberî Tirkiyê, rêvekirina li hemberî dagirkeriyê ye

21/05/2025
in POLÎTÎKA
A A
Bêdengiya li hemberî Tirkiyê, rêvekirina li hemberî dagirkeriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevseroka Meclîsa xweseriya demokratîk a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku 10 salin li ser komkujiya dijmirovî ya li ser Şengalê re derbas bûye û wiha got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîş û komkujî ji milê çeteyên DAIŞ’ê û bi hevkariya dagirkeriya Tirk li ser gelê Şengalê hate meşandin.”

Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk di 3’ê Tebaxa 2014’an berê xwe dan Şengalê warê Kurdên Êzidî. Hêzên PDK’ê yên ku ji ewlehiya bajêr ve berpirsiyar bûn bêyî guleyekê biteqînin ji bajêr reviyan. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa li ser Şengalê de komkujiyên mezin pêk anîn, zarok û jin jî di nav de, bi hezaran kes dîl girtin û revandin.

Derbarê rewşa Şengalê de hevseroka Meclisa xweseriya demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ji rojnameya me re axivî.

‘Komkujiya Şengalê komkujiya li ser mirovahiyê ye’

Cîhan Celo destnîşan kir ku rewşa Şengalê bi rewşa herêmê ve girêdayî ye û wiha got: “Gelê Şengalê banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk bi hezkirin û coşeke mezin pêşwazî kir, li gorî daxazên Rêber Apo yên aştî û civaka demokratîk wê pêşengiyê jê re bikin. Nameya Rêber Apo ji bo civaka Êzîdî bi taybet hebû, ev name ji bo gelê Êzîdî gelek bi wate bû ku gelê Êzîdî xwe hîn zêdetir bi rêxistin bike, hêzên xwe yên parastinê ji nû ve çêbikin û hîn zêdetir xurt bikin, ev nameya Rêber Apo ji bo gelê Êzîdî bersiva fermanên ku li ser vê civakê hatine meşandin e. Berî banga Rêber Apo gelek êrîş li ser Şengalê hebûn lê piştî banga Rêber Apo, balafirên keşfê yên ku li ser Şengalê digeriyan kêm bûne. Ji aliyek din ve jî dewleta Îraqê ket tevgerê piştî banga Rêber Apo û nameya ku ji bo civaka Êzîdî hatiye şandin gelek êrîş li ser Şengalê hatin kirin û li hemberî hêzên YPŞ’ê yên di parastina Şengalê de ji çeteyan û hemû êrîşan dikirin, pêlan li ser wan hat kirin ew şervanên YPŞ’ê bi birîndarî ketin destê wan. Dewleta Îraqê heya niha ji bo gelê Êzîdî tu gav ji milê parastin, xizmetguzarî û jiyanî ve neavêtiye, lê berûvajî wê şerê civaka Êzîdî dike, çavê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê re digire û hevkariyê bi wan re dike û hevdîtinan çêdikin. Rêveberiya xweser rêxistina herî pêş ji civakê re dike li dijî bêmafiyê disekinin û mafê gelê Êzîdî diparêzin.”

‘Rêveberiya Xweser pêşengiya ji nû ve avabûna Şengalê bû’

Cîhan diyar kir ku 10 sal ji ser komkujiyê re derbas bûye û wiha domand: “Piştî ewqas sal heya niha hestiyên gelê Şengalê di bin axê de ne, gund xerabe ne û bajar hilweşiyayî ne lê tu gav ji aliyê dewleta Îraqê ve nehatiye avêtin ku ji nû ve Şengalê ava bike, rixmî ku derfetê wan heye her demekê ji bo Şengalê bi milyaran pere tên ema tiştek ji Şengalê re nayê kirin. Karê ku niha li Şengalê tê kirin Rêveberiya Xweser pêşengiya wê dike rixmî ku derfetê wan yê zêde nîne lê elektirîkê ji gel re peyda dikin, bîran dikolin, hewil didin ku riyan vekin, Rêveberiya Xweser kar û xebat dike ku ji nû ve Şengalê ava bike û projeyên xwe yên nû hene, lê ji ber ku Şengal di nava dorpêçê de ye, sînor di navbera Şengal û Rojava de hene, di milê din de li Başûrê Kurdistanê kesê ku dibêje ez Êzîdî me nahêlin ku derbas bibe û ji aliyê dewleta Îraqê ve gelek kes navê terorê li ser wan e, Şengal ji hemû aliyan ve di nava dorpêçê de ye. Di Şengalê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hatine avakirin, di 2015’an de meclîsa avakirina Şengalê hate avakirin û meclisê awarta hate avakirin. Konferansa ji nû ve ava bûn li Şengalê hate lidarxistin ew konferans bi gelek biryaran hate girtin û yek ji wan bû ku komîn werin avakirin ji bo gel xwe bi rêxistin bike, parastina xwe ya cewherî xortir bike û aboriya civakê xurt bike.

‘Êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê hîn berdewam e’

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo di dawiya axftina xwe de wiha got: “Êrîş li ser civakê hîn tên kirin ji ber ku siyaseteke qirêj li ser civakê tê meşandin, rewşa Şengalê ya rêveberî heya niha nehatiya çareserkirin ku Şengal girêdayî ku derê ye em jî di vî milî de rastî astengiyan tên. Siyaseta ku niha Îraq û PDK’ê li herêmê dimeşînin bi taybet li ser civaka Êzîdî dixwazin ku civaka Êzîdî tune bikin ji ber wê jî destê wan di komkujiya 2014’an de hebû. Gelek kes hene ku dixwazin derbasî Şengal bibin û bi gel re alîkar bin astengiyan ji wan re dibînin, hin kes hene dixwazin ku Şengalê lêkolîn bikin û rastiya ku li wir tê meşandin nas bikin lê rê li pêşiya wan tê girtin ji ber ku rêya derbasî Şengalê dibe ji aliyê  PDK’ê û Îraqê ve pêşî lê tê gitin”.                             

Post Views: 46
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.