Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevserokê Mecilsa Hêzên Leşkerî yê Kantona Firatê Mehmûd Qermox diyar kir ku bi hatine desthilatdariya Şamê re metirsiya DAIŞ`ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Ji ber ku desthilatdariya Şamê bi hişmediya DAIŞ`ê desthilatdariya xwe bi rê ve dibe û got: “Desthiladariya Şamê rê dide DAIŞ`ê ku xwe zindî bike.”
Piştî ketina Rêjîma Baas û hatina desthilatdariya Şamê metirsiya DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdebû ye. Ji ber ku ji dema ku desthildariya Şamê hatiye li ser desthildariyê Sûrî di nava olziyekê de jiyan dike. Em bi tevahî dizanin ku DAIŞ ji alozî û pirsgirêkên ku li herêmê çêdibin sûd digre û li ser vî bingehî dixwaze ku xwe ava bike. Di derbarê vê mijarê de Hevserokê Mecilsa Hêzên Leşkerî yê Kantona Firatê Mehmûd Qermox ji Rojnameya me re axivî.
‘Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de DAIŞ bi piştgiriya dagirkeriya Tirk dikeve nava tevgerê”
Mehmûd Qermox da zanîn ku piştî ketina Rejîma Baas û hatina desthilatdariya Şamê ya demikî li ser desthilatdariyê hîn xeterya DAIŞ`ê li herêmê zêdebû ye û got: ” Desthilata Şamê bi hişmendiya DAIŞ`ê komkujiyan li dijî tevahiya gelê Sûrî pêk tîn e. Helbet ev jî dibe riyek li pêşiya DAIŞ`ê ku xwe di Sûriyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zindî dike. Em dibînin ji dema ku desthilata Şamê ya demkî hatiye li ser desthilatê tu guhertin di Sûrî de çênebûne û tu aramî ji wê demê ve li herêmê pêknehatiye. DAIŞ bi taybet di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker re xwe zindî dike. Em tev dizanin ku dagirkeriya Tirk dixwaze ku destkeftiyên Şorşa Rojava têkbibe, herwiha aloziyan li herêmê derxîne û destekê dide DAIŞ`ê ji bo karibe xwe ji nûve komî ser hev bike. DAIŞ ji êriş û gefên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike sûdê digire û xwe li ser wî bingehî ava dike. Di heman demê de piştî êrişîn li ser Şehbayê pêkhatin, hîn xeteriya DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdebûne ”
‘Tu cudahî di navbera hişmendiya HTŞ û DAIŞ`ê de tune ye’
Mehmûd Qermox anî ziman ku tu cudahî di navbera desthilata Şamê û DAIŞ`ê de tune ye û wiha berdewam kir: “Kesên di nava desthilata Şamê de kesên biyanîne û xwedî hişmendiyeke tûndrewin. Ev kesên bi vî rengî di nava desthilata Şamê ya demkî de weke fermandarên leşkerî tên erkdarkirin. Helbet ev kes nikarin tu rolê di pêşeroja Sûriya de bilîzin. Ji ber ku ev kes di nava cîhanê de kesina terorin û xwedî dîrokek tarî û tijî komkujî ne. Di heman demê de desthilata Şamê ya demkî zemînekî nû yê DAIŞ`ê ava dike û helbet ev yek wê metirsiyekê mezin di Sûriyê û tevahiya cîhanê de ava bike. Ji ber ku ev kesên teror bi tu awayî nikarin nasnameya tevahiya pêkhateyên herêmê hembêz bike. Ji ber ku ev kes di dema neha de jî testê wan di nava xwîna sûriyê de ne û rojane li ser gel komkujiyan pêktînin. Helbet wê ev yek bandoreke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û şaneyên DAIŞ`ê xurt bibin. Li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên razayî oprasyonên me berdewam dikin û divê demê de me gelek şaneyên DAIŞ`ê yên razayî girtin û tesfiye kirin. Bi taybet li Dêrezor, Şedadê û Kampa Holê bi alîkariya hêzên Nato me şaneyên bi vî rengî girtin û bê bandor kirin.”
‘Oprasyonên me li dijî şaneyên DAIŞ`ê berdewamin’
Mehmûd Qermox eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe narawestîne ji bo ku operasyonên ku şervanên QSD`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê pêktînin bê encam bin û pê de çû: “Cîhan bi tevahî dizane ku deweta Tirk a dagirker piştgirtiya DAIŞ`ê dike ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dema ku şervanên me oprasyonekê pêktînin dewleta Tirk bi balafirên xwe êriş dike û bi şêweyekî istixbaratî destêkê dide DAIŞ`ê û dixwaze wan ji kampan û zindanan birevîne. Ruxmî vê yekê hêzên navdewletî li hemberî dewleta Tirk a dagirker bê denge û tu helwestên xwe nîşan nadin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku hêzên navdewletî bi erkê xwe rabin û vê yekê paşguh nekin. Ji ber ku metirsiya DAIŞ`ê li tevahiya cîhanê heye. Herwiha ji bo ku xeteriya DAIŞ`ê ji holê rabe pêwîst e ku em berxwedaniyê berdewam bikin. Çawa ku 13 salan li pêşiya çavên cîhanê şervanên QSD`ê YPG û YPJ`ê li dijî DAIŞ`ê têkoşîneke bêhempa dane meşandin û heta îro jî ev têkoşîn berdewam dike. Em bi tevahî dizanin ku niha ne ji şervanê QSD`ê bane cîhan bi tevahî ketibû destê DAIŞ`ê. Ji ber vê yekê pêwîst e ku cîhan keda şervanê me zanibe û xwedî li wan derkeve.”
Hevserokê Mecilsa Hêzên Leşkerî yê Kantona Firatê Mehmûd Qermox axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku xeteriya DAIŞ`ê ji holê rabe divê ku em asta têkoşînê bilind bikin. Herwiha rojana oprasyonan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ`ê pêkbînin. Ji ber ku niha di vê demê de xeteriya DAIŞ`ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdebû ye û pêwîste ku cîhan tevahî li hemberî vê xeteriyê di nava têkoşînêde be.”