Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

12’emîn Kongreya PKK’ê guhertina stratejîk a têkoşînê ye

21/05/2025
in JIN
A A
12’emîn Kongreya PKK’ê guhertina stratejîk a têkoşînê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo, 12’emîn Kongreya PKK’ê ji 5 heya 7’ê Gulana 2025’an hat lidarxistin. Lidarxistina Kongrê guhertineke stratejîk a têkoşînê ye ku stratejiya têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî ya demdirêj dide guhertin û stratejiya têkoşîn û siyaseta demokratîk bingeh digire.

Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de eşkere kir, Kongreya 12’emîn a Awarte di navbera 5 û 7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. Kongr li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemwextî hate lidarxistin. Di kongrê de endamên Desteya Rêveber a PKK’ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê, Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên konseyê, endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê, endamên Kordînasyona KJK û PAJK’ê jî di nav de 232 delege beşdar bûn.

Di Kongreyê de gelek peyamên girîng hatin dayîn

Yek ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Besta Botan wiha gotibû: “Destpêkê yê ku PKK’ê ava kir, di heman demê de biryara destpêkirina pêvejoya nû dide û yê ku avakarê modernîteya demokratîk e Rêber Apo ye. Weke Kurd, weke jin, weke mirov me hebûn di tinebûnê de jiyan kir û tehma azadiyê kir. Dema em zarok bûn ev partî ava bû. Weke şexs jî PKK’yîbûn wê ji bo me rûmet be. Em ê heta dawiyê bi wê rûmeta PKK’bûyînê bin. Erê têkoşîna çekdarî êdî bi dawî dibe. Lê belê têkoşîneke hîn kûrtir û zêdetir li ser bingehê siyaseta demokratîk, civakbûnê, ji her alî ve kûrbûnekê pêwîst dike. Li gorî wê jî, ji bo pêvajoya nû li ser bingeha em ê bibin pêşengên avaker, destpêkê em ê xwe ava bikin. Li ser vê bingehê em ê civaka demokratîk ava bikin. Ev jî Pêvajoyeke dîrokî ye. Lê di heman demê de kelecaneke ku em karibin di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin heye.”

‘Divê em rêbertî rast fêhm bikin û bi cih bînin’

Endama Navenda Komitaya PKK Hêlîn Ümit dabû zanîn ku di encama xebat, ked û hewldanên Rêber Apo de rêyeke nû ya ji sîstema netewe dewletê ya cûda hate vekirin û wiha gotibû: “Îdeolojiya PKK’ê ya ji dema destpêkê heya niha, em nikarin bêjin çima wiha bû. Ew di nava şert û mercên cîhanê de şêwe girt û karakterê xwe wiha qezenc kir. Di wê demê de, dahûrandina dewletê, dîrok an plana li paş îdeolojiya me hîna nehatibû vê qonaxê. Pêvajoya ku em di nav de ne, divê mirov tenê li ser dualîteya serketin û neserketinê nenirxîne. Li ser qonaxa cîhanê ya niha, hevsengiyên siyasî yên hatine guhertin, geşedanên zanistî, geşedanên zanist-teknîkî jî binirxîne. Rêbertî dibêje; ‘Ez bi kelecan im û ez ji bo guhertinekê pêwîstiyê dibînim’. Ez jî bi vê kelecanê me. Ev pêvajo bi gelek pêlên hestan derbas bû. Lê niha dema wê yekê ye ku em vê rast fêm bikin û bixin pratîkê de.”

‘Ev 14 sal in me kongreya PKK’ê lidar nexistibû’

Endama Koordînasyona PAJK Evîndar Ararat di axaftina xwe de Rêber Apo silav kir û dilsoziya xwe dubare nîşan dabû û wiha gotibû: “Di serî de ez Rêbertî silav dikim û dilsoziya xwe dubare nîşan didim. Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de em biryara guhertina stratejîk a têkoşînê dinirxînin. Ev 14 sal in me kongreya PKK’ê lidar nexistibû. Rêber Apo jî pênase kir, pêvajoya ji vir û şûnde pêvajoyeke pir kûr a rexne û rexnedayînê ye. Ev kongre li gorî perspektîf û biryara stratejîk a Rêber Apo, hêza kadro, milîtanên Serok Apo di mekanîzmaya fermiyeta Partiyê de em ê biryara wê bigirin.  Naverok û biryara ku kongr bigire, dîrokî ye, helwesta ku em raber dikin jî dîrokî ye. Serokatî pêvajoyek da destpêkirin, stratejiya têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî ya demdirêj dide guhertin. Stratejiya têkoşîna me dike stratejiya têkoşîna demokratîk, siyaseta demokratîk. Lê têkoşîna siyaseta demokratîk bê parastina cewherî nîne. Têkoşîna stratejiya demokratîk, siyaseta demokratîk û parastina cewherî pir berfireh e. Jixwe wek şêwazê stratejîk em şerê çekdarî didin sekinandin. Lê rêxistinbûna hêza parastinê divê xwe dubare bike.”

Rêber Apo; “Yê ku xwe nû neke, wê hinekî din wî nû bike”

Endama Koordînasyona PAJK Ayten Dersim diyar kiribû ku Rêber Apo cewhera PKK’ê her tim weke jin pênase kir û wiha got: “Rêbertî ne cara destpêkê ye vê yekê ji me re dibêje. Ji kongreya 6’emîn û pêvajoya piştî wê ve hemû amadekariyên xwe, teorî, perspektîf û teoriya xwe timî nû kir, mezin kir û xwest PKK’ê nû bike. Ji destpêka salên 2000’î û vir ve hêzên kapîtalîst modernîte yên dest li Rojhilata Navîn werdidin dixwazin Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Ev pêvajo heta niha jî dewam dike. Rêbertî di dema derbasbûyî de jî timî ev yek got, ‘Yê ku xwe nû neke, wê hinekî din wî nû bike, yan jî yên ku xwe neguherînin wê bêne guhertin’. Di şexsê Iraqê de ev ket rojevê û heta roja îro dewam dike. Rêbertî dema ku demokrasî pênase kir ev yek got û dibêje, ‘Demokrasî bi dînamîkê xwe yê cewherî, hêz û hişmendiyê bi pêş dikeve’. Lewma dest li PKK’ê werdide, diyar dike ku PKK’ê rola xwe temam kiriye, bûye malê dîrokê û li ser vê dîrokê xwe jinûve ava bike, bi hêza xwe û dînamîka xwe êdî divê civakî bibe. Rêbertî cewhera PKK’ê her tim weke jin pênase kir. Me jî hewl dan bi vê cewherê xwe ava bikin.  Ji ber ku Rêbertî her tim mîsyonek danî pêşiya jinê. Li gel mîsyonê kûrahiya îdeolojîk û dilsoziya bi azadiyê re danî pêşiya jinê û vê yekê dibêje, ‘Ne tenê li benda guherîna yê li hember bisekine, divê hûn xwedî wê hêzê bin ku wî biguherîne’.

Ji bo PKK’ê jî dema ku dibêje ‘Dema xwe temam kir’ Weke ku Rêbertî dibêje, ‘Dîrok di roja me de veşartî ye, em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne’. Dîrok hebûneke zindî ye. PKK bi xwe jî hebûneke zindî ye. Di jinûve avakirina Rojhilata Navîn de PKK xwedî rol û wezîfeyeke hîn mezin e. Dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan rastiya şehîdan e. Çanda sosyalîst a ku Rêbertî destnîşan kir, çandeke demokratîk e. Rêveberiya ku Rêbertî destnîşan kiriye jiyaneke komunal e. Yekbûneke kolektîf e. Naskirina îradeya û mezinkirina hev e.”

‘Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta destpêkê ruh, mejî û damezrînerê 52 sal, mehek û 15 rojan ê rêxistinê Rêber Apo bi rêzdarî, hezkirin û hesret silav kir û wiha got: “Tevgera Azadiyê, ji serdema têkoşîna çekdarî heya niha, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têkoşîna şerê tûnelan gihiştiye astên herî jor. Gelê me ji bo agahîstandina ji rewşa Rêber Apo li Kurdistanê û derveyî welêt pêngaveke xurt avêt. Girêdayî van têkoşînên mezin bi Rêber Apo re têkilî hate danîn. Ev agahîjêstendin bi bedêlên mezin hate bidestxistin. Em nikarin tiştên ku di dîroka cîhanê bi taybet ya gelê Kurd û jinan de, geşedanên rû dane tenê di çarçoveyeke hestiyarî de binirxînin. PKK’ê di dîrokê de şoreşên mezin pêk anîn. Rêber Apo Artêşa Jinan ava kir û ew pêş xist. Rêber Apo, li ser xeta PKK’ê sosyalîzm, demokratîkbûyîn û wekhevî di pratîkê de pêk anîn û sepandin.

Eger bi rastî têkoşîneke çekdarî encam werbigire, tenê mîna artêşeke klasîk na, divê artêşeke ku jin xwedî îrade bin, pêşengiyê bikin, wekhevî û mafên xwe bi dest bixin. Lewma Rêber Apo di sala 1993’yan de Artêşa Jinê ava kir. Ev gav, bû garantiya serketina pêvajoyê. Rêber Apo di hevdîtina destpêkê de got, “Ez li vir weke sosyalîstekê dijîm.” Têkoşîna me ya 52 salan li ser vê esasê hate meşandin. Lê ji bo ev yek encamp bigre divê jiyaneke sosyalîst, peywendiyên komunal û jiyaneke pêk were.”

‘Em dîrokeke nû dinivîsînin’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat girîngiya Kongreya 12’emîn a PKK’ê anîbû ziman û wiha gotibû: “Piştî 52 salan lidarxistina kongreyeke bi vî rengî ji her alî ve, hem ji aliyê hestewarî bêguman bandorê li mirovan dike, lê belê em vê kongreyê ji ber çi dikin, çima em hatin vê astê, dema ku mirov bi kûrahî vê fêhm bike, weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinihêrin, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigirin. Perspektîfên Rêbertî gelekî balkêş in, Rêbertî rapora polîtîk pêşkêşî her kongreyê kir. Di gelek kongreyên em tevlîbûn ew raporên polîtîk hatin xwendin, li ser wê perspektîfê nîqaşên kongreyê hatin kirin û bi encam bûn. Afirandina vê zemînî di encama têkoşîneke mezin de pêk hat û navenda vê têkoşînê teqez Îmrali bû. Rêbertî bi tevgerê re pêngav da avêtin. Rêbertî dibêje min kurteberiya 10 salan ava kir, di nava 10 salan de min 10 hezar carî xwe afirand. Bi vê afirandinê ez vê guhertinê dikim. Em dîrokeke nû dinivîsînin û wê dîrok li ser lingê xwe bê rûniştandin. PKK bêguman rola xwe lîst. PKK’ê mohra xwe li dîrokê xist.”

Post Views: 47
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.