Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Mihemed diyar kir ku li gorî biryarên Kongra TEV- DEM ku di sala 2024`an de hatbûn derxistin, û kongra yekmîn ya Meclisa Jinan a TEV- DEM di 8`ê Gulanê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Herwiha di kongirê de li ser gelek xal û mijaran hatin nîqaşkirin.
Di 8`ê Gulana 2025`an de Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi dûrişmeya”Jina birêxistinkirî garantiya avakirina civaka demokratîk e” kongrê xwe yê yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Kongra Yekemîn a Meclisa jinan a TEV- DEM’ê
Remziya Mihmed anî ziman ku di 8`ê Gulanê de Meclisa jinan a TEV- DEM’ê bi dûrişmeya “Jina birêxistinkirî
garantiya avakirina civaka demkoratîk e” kongireya xwe ya yekem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir û wiha got: ” Li gorî biryarên kongirê TEV- DEM’ê ku di sala 2024`an de hatbûn derxistin û li ser vî bingehî Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê kongirê xwe yê yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Herwiha kongrê me bi beşdarbûna 350`î belgeyî li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Di kongrê de gelek saziyên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hazirbûn weke Meclisa Kombûna Zenûbiya û kongra Star. Di heman demê de kesên ku tevlî kongrê bûn kêfxweşiya xwe ji bo avakirina yekemîn kongirê Mecilsa Jinan a TEV-DEM ’ê diyarkirin. Ji ber ku dîtin ku ev care yekemîn e Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê kongrekî bi vî rengî ava dike.”
Xalên ku di kongirê de hatin nîqaşkirin
Remziya Mihmed da zanîn ku xala serek a ku di kongirê de li ser hate seknandin ew jî di Şoreşa Rojava de têkoşîna ku jin daye meşandin û wiha berdewam kir: ” Di kongrê de ji bo jinan li ser gelek xalan hat nîqaşkirin, herwiha xala sereke di Şoreşa Rojava de têkoşîn û berrxwedaniya ku jin daye meşanid bi taybet li ser vê xalê hate nîqaşkirin. Ji ber ku jin ji destpêka Şoreşa Rojava ve berxwedanî û têkoşîneke bêhempa dide meşandin û pêşengtiyeke mezin ji Şoreşê re kir. Lewma em dibînin gelek serçeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker mîna Mihmed Casim Ebû Emşa, Hatim Ebû Şeqra û hwd di nava desthildatdariya Şamê ya nû de weke fermandar tên erkdarkirin. Ev kesên ku destê wan di kuştina jinan û tevahiya gelê Sûriyê de heye pêwîst e hebûna di Sûriya nû de nebe.Ji ber vê yekê di kongirê Mecilsa Jin a TEV- DEM’ê de me helwestên xwe diyar kir ku nabe kujerên jinan di nava desthildariya Şamê ya demkî de werin erkdarkirin. Me got em ê asta têkoşînê bilind bikin, ji bo kesên sûcdar di asta navdewletî de werin cezakirin û li ser vî bingehî xebatên me berdewam bikin.”
Mijarên di kongirê de hatin xwendin
Remziya Mihemed eşker kir ku di mijarên kongirê de perspektîfên Rêber Apo ji bo jin û civaka Demokratîk were avakirin hate xwendin û wiha pê de çû: “Di kongira mecilsa jina ya TEV-DEM’ê de banga Rêber APO a bi navê Aştî û Civaka Demukratîk hate xwendin. Herwiha xebatên jin ên ku di salên dirêj de dide meşandin û zehmetiyên ku li pêşiya wê derdikevin weke semînerekê di kongirê de hate pêşkêşkirin. Beriya ku kongire were lidarxistin ji aliyê hemû yekîtiyan ve tûzika mecilsê ku weke reş nivîs hatibû amedekirin hat xwendin û nêrîn hatin girtin, herwiha di hundirê kongirê de jî hate pêşkêşkirin. Bi taybetî mijara herî girîng berdevka meclisa jin ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê hate hilbijartin û di hundirê kongirê de hate erêkirin. Cîger û endamên mecilsa Jin a TEV- DEM’ê di hundirê kongirê de hatin erêkirin. Lewma di kongirê de li ser mafê jinê di Sûriya nû de hate tekezkirin û taybet di aliyê hikûqî de, da ku jin karibe îradeya xwe di nava Sûriya nû de temsîl bike.”
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Ez bi hêvî me ku tevahî jin bi rola xwe ya ji bo aştî û demokrasiya civaka xwe rabin û bixebitin. Herwiha pêwîst e ku em dengê xwe bighînin tevahiya jinên Sûriyê ji bo ku em karbin bi hev re xebatekî hevbeş bidin meşandin. Da ku em karibin rola xwe di Sûriya nû de bilîzin.”






