Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aboriya Jin; têkoşîna li hemberî astengiyan

14/05/2025
in JIN
A A
Aboriya Jin; têkoşîna li hemberî astengiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Jina ku beriya Şoreşa Rojava ji cewherê xwe hatibû dûrxistin, îro rê li ber civakeke komînal û demokratîk vekiriye. Xebatên aborî ku di bingeha xwe de bi destê jinê bû û ji ber berovajîkirina dîrokê rola wê hatibû windakirin, bi şoreşê re ber bi cewherê xwe yê rasteqîne ve çû.

Aborî li gorî cewherê wê yê rast

“Ekonomî” têgeheke Yewnanî ye ku tê wateya “aboriya malbatê” ango aboriya malê û rêbaza jiyana malbatê û çawaniya peydakirina debara wê diyar dike. Aborî wek pêkanîna pêwîstiyên madî yên girîng ji civakê re pênase dike. Li ser vê bingehê jinan dest bi lêgerîna rêbazên vegera aboriyê li cewherê wê yê rasteqîn kir ku aboriya komînal bingeh digire. Avakirina sîstema aborî ya nû di gelek pêvajoyan re derbas bû û di avakirina wê de gelek zehmetî hatin dîtin ango ji cewherê xwe hatibû derxistin. Bi şoreşa Rojava ango şoreşa jinan re, jinan gava yekemîn a ji bo pêşxistina aboriyê li gorî cewherê wê yê rast avêt.

Beriya şoreşê rola jinan sînordar bû

Beriya şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’ an de rola jinan sînordar bû. Jinan tenê karên malê bi rê ve dibirin. Vê rewşê jî derfet nedida ku rola xwe ya dîrokî di nava civakê de pêk bînin. Yekîtiya Star ku piştre veguherî Kongra Star wek pêngava yekemîn a ji bo pêşxistina aboriya jinan dest bi avakirina komînên jinan kir. Ji wê derê dest bi avakirina komîteyên aborî, wek yek ji bingehên sereke yên komînê ne, kir. Ev pêngav bingeha sereke ji bo aboriya jinan di nava şoreşa Rojava de bû.

Pêşxistina aboriya jin gava ber bi civaka demokratîk e

Aboriya Jinan bi armanca berfirehkirina çalakiyên jinan di aliyê aborî de, yekemîn konferansa jinan di 15’ê Hezîrana 2017’an de li kantona Cizîrê li dar xist. Di konferansê de girîngiya avakirina aborî di rewşên şer, pêvajoya heyî de û girîngiya aboriya xweser ji bo şikandina ambargoya ku hatibû ferzkirin, hatin nîqaşkirin. Di konferansê de gelek biryar hatin dayîn, ew jî li ser bingehê pêşxistina aboriya jin bû.

Komîteya Aboriya jin yek ji komîteyên Kongra Star e

Komîteya Aborî ya jin di sala 2015’an de hate avakirin, ew komîteyek ji komîteyên Kongra Star e. Xebatên Komîteya Aborî ew e ku perwerdekirin û xurtkirina jinan di milê aborî de ye, herwiha vekirina projeyên xweser bi jinan bi awayekî koperatîv e. Xebatên Komîteya Aborî ya jin bi vekirina projeyên çandiniyê dest pê kir, di destpêka vê xebatê de jî hejmara jinan kêm bû. Lê bi demê re ev proje berfireh bûn, êdî projeyên din hatin avakirin, hejmarê jinan jî li kêlek berfirehkirina projeyan zêde bûn. Di heman demê de cûreyên din ji projeyan, mîna projeyên bazirganî û pêşesazî yên ku bi rengê koperatîv tên avakirin, hatin dest pê kirin.

Girêdana jin bi axê re

Praniya projeyên Aboriya Jin ji projeyên çandiniyê ne ku bêtir jin xwe tê de dibîne û îfade dike, ew ji ber ku girêdana jina bi axê re ji dîrokê heya niha berdewam e, weke projeya daran a jiyan ku 3 hezar dar lê hatiye çandin, projeya demsal ku tê de cûreyên genim û ceh hatine çandin, beşek jê jî sebze lê tên çandin, ev proje hemû taybet jin tê de kar dikin. Cûreyên din ên projeyan hene weke Werşa Lavîn ku bi destê jina di wir de cil tên dirûtin û di cihên ku girêdayî aboriya xweser a jine têne firotin. Herwiha koperatîvên firnan ango çêkirina nan jî heye ku jin tê de kar dikin. Cihê konsirwa bi jinan jî ew e ku jin rengê koperatîv dide pêş ku tê de xwarinên demsalê çê dike û berhemên van projeyan jî têne firotin. Di heman demê de karkegeha şêranî ya girêdayî jinan jî heye. Bi rêya van projeyan jin xwe bi rêve dibe.

Aboriyeke xweser bi keda jinan pêş dikeve

Heta astekê aboriyeke xweser bi keda jinan hatiye avakirin, di nava vê xebata ku tê meşandin jî zor û zehemetiyên jinan heye ku hîna rêngê koperatîva aboriya xweser di nava hemû jinên civakê de nehatiye belavkirin. Lê Komîteya Aborî ya Jin bi hewldanên xwe yên ku bi rêya komînan hewcedariyê jinan bi çi koperatîv an jî projeyan heye ku bê avakirin, pêk tînin. Di heman demê de hewldan hene ku hîn bêtir projeyên jinan werin pêşxistin.

Jin piştgiriya xwe bi xwe dike

Tê xuyanîkirin ku jin êdî cihê xwe di nava aborî de dibîne, êdî ew piştgiriya xwe bi xwe dike û dibêje; ez karim xwe bi xwe birêve bibim, malbata xwe xwedî bikim, li kêleka mêr malê birêve bibim, cihê min di hemû qadan de heye, bi taybet di qada aboriyê de. Helwest jinan tê xuyanîkirin û hêza wê di aliyê aborî de derdikeve. Ev guhertin jî guhertina sedalê ye.

Di aboriya Jin de astenî û têkoşîna jin

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê zor û zehmetiyên jinan di aliyê aboriyê de hene. Ji ber ku rewşa li cîhan, Rojhilata Navîn, Sûriyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên jiyanîkirin ji kirîz û şerên heyî, ev jî li pêjiya pêşketina projeyên aboriya jinê dibin zehmetî. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî kar û xebatên aboriya xweser a jin berdewam e ku projeyên nû werin vekirin, mîna cihê şûştina cilikan, projeyên dirûnê û projeyên konsirwe li bajarên cûd cûd werin avakirin.

Jin di aliyê civakê de jî hîn zehmetiyan dikşîne ku hîna rêjeyeke ji civakê di bin bandora kefneşopiyan de ye ku dibêje; Jin nikare kar bike, hêza jinê tuneye ji bo karkirinê, jin gereke ya malê tenê be, mijolî xwedîkirina zarokan û xizmeta mêr de be, ev hemû astengiyên li ber pêşketinên jinan ne. Herwiha çiqasî jin xwe di projeyên aboriyê de pêş xistiye, lê ya girîng ji jinan re ew ku xwe bighînin asta pisportiyê, lewra pêwîst e perwerdeyên meslekî ji jinan re bên dayîn, da ku zehmetiyên pêşberî xwe derbas bike. Lê tevî van hemû zehmetiyan jî têkoşîna jin a li heberî astengiyan li pêş e.

Derbarê asta aboriya serbixwe ya jin, endama Komîteya Aborî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriya Emel Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

Emel Ibrahîm diyar kir ku gavavêtinên biçûk ên jin ji pêşketinên herî mezin ê şoreşê ye û wiha got: “Beriya şoreşê, tu rola jin di qada aborî ne xweser û ne giştî de nebû. Rola wê tenê di malê de sînordar mabû, heger jin kar bikra jî weke jineke karker tenê lê dihat nerîn, beyî ku di wî karê ku tê de dixebite xwedî roleke be. Herwiha tu projeyên ku rengê jinê jî bide xuyanîkirin nebûn. Her tim rengê mêr ê desthilatdar di nava civakê û derveyî civakê li pêş bû. Lewra dema em hevrûkirinekê bi rola jin di beriya şoreşê û piştî şoreşê re dikin, em wê gavavêtinê biçûk ên jinê ji pêşketinên herî mezin dibînin, heta ku jin negihaye asta pêşketina tê xwestin, lê tenê proje bi destê jin bê avakirin û ew xwedî rol be, ew pêşketina herî mezin e ya li hemberî hemû kesên ku wê bê hêz û îrade didîtin.  Ji ber ku nirxê jinê  ji nirxê hemû civakê ye. Têgihştina vê jî, ji bo hemû civakê bi têkoşînê heye.”

Post Views: 49
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.