Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Keleha Sikera

11/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Keleha Sikera
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Keleha Sikera çîroka şaristaniyeke ku di demekê de li welat serdest bû vedibêje. Bermahiyên wê hê jî mane, ji nifşan re vedibêje ku dîrok di vir re derbas bûye.

Keleha Sikera di navbera zozanên Çiyayê Kizwan “Ebdul Ezîz” de ye, ku bermahiyên wê dîroka Eyûbî tê dîtin. Ew saxlem ma, wekî çavê dewleta Eyûbî li ser rêya tekane ya vî çiyayî.

Keleha Sikera parêzgeheke biçûk e ku li yek ji rêzeçiyayên bilind ên Çiyayê Kizwanê ye, dikeve başûrê rojavayê Hesekê û bi qasî 35 km dûrî Hesekê ye. Di rêya Hesekê-Mexlûca ku li kêlek û binê girê ku bermahiyên vê kelehê lê hene, dimeşe. Keleh bi qasî 300 metre ji deştên derdorê bilindtire.

Ew keleheke kevnar e vedgere serdemên Eyûbî û Memlûkan. Ew tenê ji bo armancên leşkerî hate avakirin, wekî ku ji şêwaza mîmarî ya kelehê û şûşeyên fexar ku li seranserî banî belav bûne diyar e. Xuyabûna wê ya giştî diyar dike ku ew kelehek berevanî bû, rola wê bi îhtîmalek mezin ku xalek parastin û peydakirina artêşên îslamî bû.

Avahiya kelehê ya mîmarî

Dema ku mirov hildikşe derenceyên ku ber bi kelehê ve diçin û piştî ku bircên yekem û duyemîn derbas dibin, rastî birc û dîwarên ji kevirên kilsê hatine çêkirin tê. Dûrahiya qursên çêkirî di navbera 20-40 cm de ne û ne asayî ne. Tiştê ku di kelehê de tê dîtin bermahiyên çar bircan in, di nava bircan de qubeyeke ku li hundir bi xemlên geometrîkî bi şêweya islamî hatiye xemilandin tê dîtin, li qata zemînê ya birca duyemîn xuya dike. Bermahiyên sê bircên din bi giştî hilweşiyayî xuya dikin, tenê bingehên wan e ku bi zelalî nayên dîtin, Dîwar û laşên kelehê bi temamî xirab bûne, lewma tenê bingehên wan xuya dike.

Di nav qadeke 150 x 80 m2 de, hewşeke ji kevir a bi pênc bîrên dorveger, sê heta heşt metre kûr e, li başûrê rojhilatê hewşa kevir hatiye kolan; tê dîtin. Niha jî Tore li ser wan hatin danîn da ku tu kes jê nekeve.

Çiyayên Kezwanê dinêre, ji ber ku armanca sereke ya avakirina wê çavdêrîkirina deşta bakûrê çiya bû, herwiha kontrolkirina dergehê çiya ku ji bakur ber bi başûr ve dabeş dike. Xuyaye girêdayê deşta bakur û deşta başûr bû.

Xebatên sererastkirinê

Di Pûşbera 2009’an de keleh rastî xebatên sererastkirinê hat, di vê xebatê de li ser xurtkirina hîmên bircên duyemîn, sêyem û çarem, herwiha danîna tevnek hesinî ji bo girtina bîrên hewşa kelehê û çandina daran li dora girê ku keleh xwe dispêrê bû. Wekî din ji binê kelehê de derenceyek ji bo hêsankirina gihîştina girê hate avakirin.

Bi dirêjahiya salan, keleh ji bo niştecihên herêmê wekî cihekî bêhin vedanê bû. Lê belê ew di deh salên borî de hate paşguh kirin. Ev yek bû sedem ku beşek ji çar birc, dîwar û bîrên kelehê ji ber rewşa hewayê wêran bibe û zirar lê hate kirin, herwiha komên çeteyan ziyanke mezin tê de çêkiribûn.

Di sala 2018’an de ji bo parastina vê şûnwarê arkeolojîk û dîrokî, Rêveberiya Şûnwar Tûrîzmê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji bo vegerandina wê xebatên sererastkirinê da meşandin, da ku deriyê xwe ji nû ve li hember şêniyan vebike.

Post Views: 72
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
NÛÇE

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

12/05/2025
PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn
NÛÇE

PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn

12/05/2025
Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.
NÛÇE

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

12/05/2025
Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.