Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rola jinên DAIŞ’ê di rêxistinkirina şaneyan de diyar e û yên ku dixwazin dur bikevin tên kuştin’

11/05/2025
in JIN
A A
‘Rola jinên DAIŞ’ê di rêxistinkirina şaneyan de diyar e û yên ku dixwazin dur bikevin tên kuştin’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Rêveberiya Giştî a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîler Hesen da zanîn ku di oparasyonên ewlekariyê ya li Kampa Holê de gelek jin hatin girtin û radestî welatên wan bûn û got “Rola jinên DAIŞ’ê di rêxistinkirina şaneyan de diyarker e û zarokên ku mezin dibin li ser zihniyetê olî û tundiyê terbiye dibin”.  

– Li hember şaneyên DAIŞ’ê gelek oparasyon hatin destpêkirin. Bi taybet çi rola jinên DAÎŞ’ê di rêxistinkirina van şaneyan de heye?

Ger em bixwazin mijara DAIŞ‘ê bi taybet di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de binirxînin divê em behsa her du Kampên Hol û Roj bikin, ji ber di navbera 2015 heyanî 2016’an her du kamp ji bo DAIŞ û malbatên wan hatin avakirin û gelek malbatên wan tevî zarokan di nava xwe de dihewîne. Di hundir kampan de gelek nasname û netew hene ku ji 54 nasnameyên ji cîhanê, di wir de hene. Bi taybet Kampa Roj giştî kesên biyanî ne ku ji Rojhilata Navîn, Asya, Ewropayê û Çînê hene.

Bi taybet mijara şaneyên DAŞI’ê helbet gelek oparasyonên ewlekariyê bi destpêka rizgarkirina herêmê û avakirina Kampan re hatin orgenîzekirin. Ji derveyî rola hêzên ewlekariyê di hundir her du kampan de bi giştî 5 oparasyonên berfireh hatin destpêkirin. Ev oparasyon ji bo pêşîgirtina li ber tevgerên veşartî yên ku dixwastin rêxistin bikin û pêk bînin hatin kirin. ji ber di demekê de dixwastin têkilî ji derve de bi wan re bê kirin. Bi tayebt piştî hilweşandina rêjma Baas xwestin di Badiyê de xwebirêxistin û tevbiger bikin. Her wiha dest avêtin gelek cihan, bi taybet xwestin êrişî bendên me yên kontrolê li Tepqa, Reqa, Dêrezor û herêmên Cizîrê bikin di heman demên de xwestin êrişên xwe di nava bajaran de xurt bikin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li pêşiya vê girtin.

Li Kampa Roj bi tayebt oparasyonek ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Jin ve hate destpêkirin. Her wiha gelek kes hatin girtin. Di wan oparasyonan de gelek şêwaz, teknîk, hewldan û xebatên xwebirêxistinkirin û êrişan hatin derketin. Gelek çek, qebde û alavên din hatin dîtin. Her wiha tunel amede dikirin, da ku birevin û xwe bighînin herêmên derveyî Rêveberiya xweser. Di giştî de roleke sereke a jinên DAIŞ’ê di rêxistinkirina şane û êrişan de heye. Ev yek jî di oparasyon û çavdêriya me de hate zelalkirin.

– Ji ber jin zarokan mezin dikin dikin, di kampê de zarok li ser zihniyteke çawa dihatin mezinkirin?

Belê; Dema em di dîmen, nûçe û malperan de dibînin ku çawa zarokên di kampan de xwedî hêrs û kînekê ne ku bi tu awayî naşibin rihê zarokatiyê. Ev yek rastiyeke û di kampan de tê dîtin. Jinên DAIŞ’ê zarokên xwe li ser bingeha zihniyeta DAIŞ, olî, jirêderketî û bi kîn û nefret tên mezinkirin. Di serê wan de hatiye çandin ku her kesek derveyî kampê kafir in û divê bên serjêkirin û nabê kes nêzî wan bibe. Ji bo wan zarokan wiha perwerde û mezin bikin, ev yek heyanî bi riya çîkirina leystûkên destê wan de dihate perwerdekirin ku hemû leystûkên wan nîşaneya qetilkirin û tundiyê bûn.

Em dikarin bêjin ku hîn qutkirinek di navber DAIŞ û Kampê de nehatiye çêkirin. Hêj jî li wir zarok bi zihniyeta DAIŞ’ê tên mezinkirin. Ew cilên wan yên reş li ser mejiyê wan jî serwer e û naxwazin xwe jê rizgarbikin. Bi taybet jinên ku dixwazin xwe ji wê zihniyetê ji wê qefesê rizgar bikin, ew jin tê kuştin. Bi sedan jin bi dehan zarok bi vê tewanê hatine kuştin û tunekirin.

– Gelo di operasyonên ku we dane despêkirin de çiqas jin hatin girtin? Û xebatên ku we di wir de kirine ji bo pêşîgirtina li hember vê zihniyetê çi ne?

Di Mijara girtina jinan de gelek xebatên pêşîgirtinê hatin kirin. Jinên ku têne girtin radestî welatên wan dibin. Bi riya rêveberiya Kampê û Desteya Têkiliyên Derve re ev yek pêk tê, heyanî niha jî gelek jin ji bo welatên wan hatin şandin.

Xebatên oparasyonê di herêm û kampan de wê her tim berdewam be. Ji ber dem dem em dibînin ku hewldanên pêkanîna êriş û xwerêxistinkirinê pêk tên. Di hundir kapan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 24 saetan li ser erk û tevgerê de ne, bi alîkariya Hêzên QSD’ê û YPJ’ê oprasyonên ewlehiyê bi hev re pêk tînin. Her wiha bendên kontrolê a her bajarî li ser vê mijarê bi tayebt baldar in. Ev oparasyonên ewlekariyê ji bo ewlekariya hemû herêm û cîhanê tê pêk anîn. Bi tayebt ji bo parastina herêmê ji êrişên derve û hundir her wiha ji bo parastina nirxên Şoreşa Rojava û a jin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.