Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Leyla Qasim.. sembola jina kurd a wêrek e

11/05/2025
in JIN
A A
Şehîd Leyla Qasim.. sembola jina kurd a wêrek e
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Jina Kurd a serhildêr Leyla Qasim weke bi hezarên jinên Kurd çavên xwe li ser hezkirina Kurdistanê vekir, ji bo doza gelê xwe kurdî xwe canê xwe feda kir, ew bû sembola berxwedanê li hember hovtirîn sîstemên nijadperest.

51 sal li ser şehadeta Leyla Qsim û hevalên wê derbas dibe ku li ser destê rêjîma Baas ya Îraqê hatin darvekirin. Leyla Qasim di 29’ê Nîsana 1974’an li Bexdayê hate girtin û di 12’ê Gulana 1974’an hate darvekirin. Ew berî darvekrinê rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî di zindanên rêjîmê Baasê a Iraqê de hat.

Kurte jiyana Şehîd Leyla Qasim

Şehîd Leyla Qasim sala 1952’an li gundê Bamîlê yê Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû, di nava malbateke kurdperwer de mezin bû. Di sala 1958’an de dest bi xwendina xwe kir û qûnaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bi dawî kir.

Leyla Qasim di sala 1971’an derbasî beşa civaksaniyê fakulteya Wêjeyî ya zanîngeha Bexdayê bû û di heman salê de di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de xebat da meşandin. Têkoşîna xwe di nava Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDK destpê kir, gelek çakaliyên siyasî li dijî zilma hikumeta Baas a Îqarê pêk anî.

Girtina Leyla Qasim û hevalên wê

Piştî hilweşandina peymana 11’ê Adara 1970’ê ya navbera hikumeta Iraqê û Mela Mistefa Barzanî ku li gorî wê hikumetê hebûna kurdan qebûl dikir, tevahî hevalên wê yên partiyê neçar man ji Bexdayê derkevin. Leyla biryarê dide ku li wir bimîne û têkoşîna xwe ya li dijî rejîma dîktator bidomîne. Pê re hewl da têkiliyê bi hevalên xwe re çêke da partiyê ji nû ve dûrî çavên saziyên ewlehiyê bi rêxistin bike.

Di Şeva 24’ê Nîsana 1974’an de hêzên rejîma Baasê, mala Leyla dorpêç kir û ew girtin. Leyla Qasim û hevalên wê di girtîgehê de rastî gelek îşkence û tundiyê hatin, rêjîma Îraqê ji bo tirsandina kurdan bi taybet kategoriya rewşenbîran di demeke kurd nêzî 14-15 rojan, bi pêkanîna dadgeheke fermî her pênc têkoşerên kurd bi darvekirinê mehkum kirin.

Leyla rastî her cure êşkenceya giran hat

Leyla Qasim bi van gotinan bersiv da:

“Ez ne sûcdar im, ez têkoşerek im, ji bo doza xwe ya rewa; doza Kurdî kar dikim, di oxira vê dozê de, ez ê giyanê xwe feda bikin.”

Leyla di serdana bi malbata xwe re, cilekî Kurdî û tayek ji porê xwe qut dike û dide xwişka xwe da ku bibin şahidên têkoşîna wê.

Leyla Qasim bû bûka Kurdistanê 

Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ diçe ber sêderê û di dawiya kêliyên jiyana xwe ji celadên Bass’ê re wiha dibêje: “Piştî bidarvekirina min, bi hezaran kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana min fedayê riya rizgariya kurdistanê dikim.”

Leyla Qasim dibêje: “Bi vî cilê kurdî ve, ez dibim bûka Kurdistanê.”

Roja 12’ê gulana 1974’an Leyla Qasim û 4 hevalên xwe Cewad Hemewendî, Narîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman hatn bidarvekirin.

Di roja duyemîn a darevkirinê laşê Leyla Qasim teslîmî malbata wê kirin, li bajarê Necif li girîstana “Wadî el Selam” dûrî welat û cihê zaroktiya wê hate veşartin.

Li ser şopa wê bi sedan jin, navê wê rakirin û berxwedan û têkoşîna wê didomînin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.