Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan cara yekem hate xwendin

11/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan cara yekem hate xwendin
Share on FacebookShare on Twitter

TJAyê û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ve ji bo Roja Dayikan bernameyek li dar xistin. Di bernameyê de helbesta Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan nivîsandiye, hate xwendin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilara Stenbolê bernameyek li dar xistin. Gelek jin tev li bernameyê bûn û pankarta bi nivîsa “Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye” hat daliqandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve ji bo wî hatine şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de cara yekem bi raya giştî re hate parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir.

Helbesta Abdullah Ocalan ku bi Tirkî hatiye nivîsandin, Kurmanciya wê bi vî rengî ye:

“Ji Hemû Zarokan Re

Me di berbangekê de hevdu nas kir

Dema ku deriyê sar û rizdekirî vedibû

Weke her roj gardiyan dihat

Li gel girseyeke rojnameyan

Min jê pirsî; Îro name hatine?

Bi dengekî nizm got; 195 name hatine

195 name. Di her nameyekê de 195 zarok.

Îro hemû mêvanên min in

Di nava van çar dîwarên de

Zarokno! Hûn bi xêr hatin;

Li gel gul û kulîlkan hatin.

Hevalên min ên dilmezin

We bi kulîlkan ava kir odeya min a tarî

Bi bêhna biharê hatin

Hemû reng berdan nava behrê

Helmijîna zarokan

Hembêzkirina wan, yek bi yek

Piştre min li rojnameyan nêrî

Çavê min li kuncikekê ket

Wêneyên rêzkirî

Yên zarokên Rihayî

Li ser erdê reş û spî

Zarokên her tim spî

Rêz bûne

Di her nêrînekê de gotinek, çalakiyek

Li gel ê herî biçûk jî; cîhanek

Dûr û dirêj lê nêrî

Min xwe berda hembêza zarokan

Warê 195 zarokan

Ez bi wan zarokan re çûm

Ji hemû zarokên cîhanê re

Ew awir û ew romanên bênav

Îro tiliyên biçûk bûn rêhevalên min

Min destê xwe da destên zarokan

Wan ez gihandim azadiya asîmanan

Azadî bi wan dest pê dike û bi wan diqede

Min îro bêhna behrê û axê hembêz kir

Jixwe ez her tim zarok bûm

Ez di alema zarokan de veşartî bûm

Wextê ku ez bi hogirên xwe yên biçûçik re ketibûm nav sohbeteke kûr

Bi dengê deriyê hêsin ez veciniqîm

Tenê saetek bû wextê hênasedanê

Bi gavên li pey hev

Li wan qulingên ku li asîmanan xwe vedizelînin

Min destê xwe bilind kir

Û bi dengê dilê xwe got ‘silav’

Qulingno silavên min bigehînin li wan 195 zarokan

Bêjin ji wan re

Bila xwe hînî lawînî û ilmê bikin

Silavên min bigehînin dayik û bavan

Bila wan birçî nehêlin

Bêjin qulingno bêjin

Bêjin ez maç dikim zarokên Rihayî

Silavên min bigehînin hemû zarokan

Û bêjin ku Rêber dê ji bo wan bijî

Bêjin ez ji wan pir hez dikim

Bêjin ez ji çavên her kesî maç dikim

Rêbertî.”

 

Post Views: 15
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
NÛÇE

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

12/05/2025
PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn
NÛÇE

PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn

12/05/2025
Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.
NÛÇE

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

12/05/2025
Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.