Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya kurdî

07/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Helbestvan Mizgîn Hesko Helbestvana afirandêr, xwedana peyvên nazik û hesteke xweş, ji bo afirandêriyê sernavê bedewî û xweşikbûnê xêz dike, xwedana jêhatîbûneke  bêhempa ku tiştan bi awayekî afirîner û balkêş derdixe pêş ku peyvên xwe dike çiraxên ronahî pê tariya şevan ronî dike. Karîbû bi tîpên xwe yên bedew gelek wateyên xweş derxe û ev yeke dihêle ku karê wê ji yên din cuda  be û herwiha meqamê wê cuda dike ji yên din, ew yek ji kesayetiyên wêjeyî û çandî yên afirîner ên kêm tê hesibandin ku bi çalakbûn û jêhatiya xwe karîbû her kesî matmayî bihêle di bidestxistina serkeftinên mezin de, bi belavkirina ruhê afirandêrî û jêhatîbûnê di her tiştê ku dike de, di hûnandina helbestên bedew ên bi evîn û hêviyê çêdike û bi nameyên xwe yên xweş û nivîsên xwe yên hêja giyan bi bedewî û xweşikbûnê tijî dike.

Helbestvan Mizgîn Hesko yek ji helbestvanên Kurd ên hemdem û neteweyî ye ku bi dil û can parastina mîrateya wêjeyî û hunerî, nasnameya netewe û mîrata wê ya çandî û şaristanî dike û herwiha gel teşwîqê berdewam kirina têkoşîn û xebatê dike ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa. Helbestvan Mezgîn Hesko di 20’ê Mijdara sala 1973’an de li gundê Şelhûmiye yê girêdayî navçeya Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, dibistana seretayî, navîn û lîse li bajarê Tirbespiyê xwendiye.

Ji sala 1996’ê heta niha bi malbata xwe re li Almanya dijî û dayîka sê zarokan e, dîplomaya kulîlksaziyê ji Almanyayê wergirtiye, ji zarokatiya xwe ve, di bin bandora mîrata çanda kurdî de maye û muzîk û şêwaza stranbêjiyê ya klasîk bandorek mezin li ser wê kiriye. Wê di sala 1988’an de dest bi nivîsandina helbestê bi zimanê kurdî kiriye.  Xanim Mezgîn endama Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ye û endama desteya nivîsandî ya kovara Pênûsa Nû ya bi zimanê kurdî ye, helbestvan Mizgîn wê gelek caran xelatên rêzgirtinê wergirtine:

1- Xelata Rûmetê ya Helbestvan Cegerxwîn 2012, Hanover.

2- Xelata Festîvala Helbesta Kurdî 2013, Esenê.

3- Xelata Rûdoz

4-Di dawiyê de xelata helbestvan Seydayê Tîrêj ya dewreya yekem wergirt,  ya ku li bajarê Esenê ji aliyê komeleya sîwana kurdî ve hat lidarxistin, ji ber xebatên wê yên hêja di warê wêje û helbesta kurdî de.

Helbestvan Mizgîn Hesko di nêzîkê sih sal û nîv ji nivîsandinê karîbû 15 pirtûkan bi weşîne ku hemû bi zimanê kurdî ne û di navbera helbest, Roman û vegotinê de ne, bi riya wan karîbû balê bikşîne ser xwe ku di warê hunerî û nivîsandinê de xwedî jêhatîbûneke kûr e.

Bi tîpên zêrîn karîbû navê xwe binivîsîne di nav jin û mêrên afirîner de, li cîhanê û li Kurdistanê de, di rêya nivîsên xwe yên ku di warên helbest û pexşanê de dinivîse bi zimanekî wêjeyî û derbirînî yê hêja ku gotinên xwe bi xwezayê re tevlihev dike, ku ji wan hemû wateyên bedewiyê ji kulîlk û rîhanan, ji keriyên xezalan distîne û wan vediguherîne tabloyên hunerî yên peyvên herî şêrîn û wêneyên herî xweşik ên bedewî û balkêşiyê, ji bilî hûnandina helbestê, gotaran dinivîse û gelek babet û lêkolînên wê li ser qada jin û romanê hene.

Gelek helbest, nivîs û gotarên wê di piraniya malper, rojname û kovarên kurdî de hatin weşandin.

Ji berhemên Mizgîn Hesko yên wêjeyî yên ku hatîn çapkirin evin:

1-Tîpên Evînê- (Helbest) Avdara 2007 .

2- Asoyekî tijî “Endeko”, Tîrmeha 2008.(Helbest).

3- Di nav henasên kovanan de, Avdara, 2010. (Helbest).

4-Li ber pala Welatekî birîndar diherikîm-(Helbest).

Çapa yekemîn 2012an.

Çapa duyemîn 2020.

5- Ristek Lale ( helbestên dema seretayî ). Êlûn 2013an.

6- “Ber bi Werzên Hezkirin ê ve”, (Helbest) .Mijdar- 2015.

7-Rêgehên Keskîn, (Helbest). Gulan 2019” .

8- Ji boxçika jiyanê (Rojnivîs – Raman -Nêrîn û Dîtin).Mijdar 2020.

9-Nexşeya Rewanê Bêdengiyê -(Helbest )

Çapa yekemîn- Avdara 2021.

Çapa duyemîn- 2022

10- Surperiya Zîvê Sihirdar – (Helbest).

Çapa yekemîn Avdar 2022

Çapa duyemîn -Havîna 2023.

11-Ji Ferhenga lêgeriyanê (Nêrîn û Raman). 2022.

Helbestvan û nivîskar Mizgîn Hesko di vê dema dawî de du dîwanên helbestan bi zimanê kurdî çapkirin :

1-Bişkojên Bi Roniyê mest (Helbest).Havîna 2023.

2-Xalxalokên Di Piyalên Gulanê de -(Helbest). Êlûn 2024.

Herwiha di sala 2024’an e du pirtûkên din jî bi zimanê Kurdî wê çapkirin:

1-Jin û Pirsa wêjeyê- (Gotar), Sibat 2024.

3- Ji Ristezara Elindê (Rojnivîs – Raman -Nêrîn û Dîtin).Tîrmeha 2024.

Herwiha çend berhemên wê yên edebî yên neçapkirî jî hene, ji wan:

1- Sebata Şekir – helbestên zarokan

2- Hirçê qeşayê ber bi kû ve, Çîrokeke Zarokan a ji Almanî hatiye wergerandin.

3- Salamanderê reşik ,( roman).

4- Rivdek ji helbestên nû

5- Hemû gotarên min

Helbestvan Mizgîn Hesko dê bimîne stêrkek geş her şewqa wê li esmanê Kurdistanê biçirise û rêya azadiyê ji nifşên paşerojê re ronî bike. Ji wê re saxî, silametî û temenekî dirêj, serkeftinek domdar û pêşketinek berdewam dixwazim. Bila diwêta pênûsa wê ya zêrîn ku bêhna kulîlkan û nektarê gulan belav dike ji bo afirînerî û jêhatîbûna di jiyan û mayîndeyê de bimîne.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.