Pasdarên rejîma Îranê li navçeya Pênciwên gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberek ê ji Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.
Şeva 31’ê Gulanê li nêzî gundê Mêşero yê girêdayî bajarokê Germik yê navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kolberek hate kuştin.
Der barê bûyerê de qeymeqamê navçeya Pênciwên Zana Rehman agahî dan û got; “Kolber navê wî Kamîl Muradî ye û dîroka jidayîkbûna wî sala 1992 e. Ji gundê Soraw yê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi guleya pasdarên Îranê hate kuştin.
Pasdarên Îranê ji nav gundê Mêşero gule li kolberan reşandin. Çend kîlometre ji gund dûr bûn. Piştre hêzên polîsên Pênciwên çûne cihê bûyerê û cenazeyê kolberê hatî kuştin, şandina morga nexweşxaneya Silêmaniyê.”
Zana Rehman got; “Li ser bûyerê lêkolîn tê kirin. Piştî bicih anîna karên yasayî, wê cenazeyê kolber bê şandin Rojhilatê Kurdistanê û teslîmê malbatê bê kirin.”…ROJNEWS