Esma Mistefa/ Qamişlo
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Sureya Hebeş da zanîn ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî biryardariya gelê kurd ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û misogeriya mafê gelê kurd, kir yek û got “Derketina hêza jin di konferansê de, encama konferansa netewî a jin, zindî kir”.
Girêdayî Konferasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û hebûna jin tê de. Endama Meclisa Giştî a PYD’ê Sureye Hebeş ji rojnameya me re axivî.
‘Mîraseya şoreşê bi serkeftinên heyî re bi encamp dibe’
Sureya axaftina xwe bilêvkirina keda jin di Şoreşa Rojava de destpêkir û got: “Di serdema heyî de înkarkirina hebûn û keda jinê a sedsalan ji dîrkê û heya niha, êdî nayê pejirandin. Jina kurd jî ev yek di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de îsbat kir. jina ku li ser hîmên Felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine, bi destpêkirinaz vê şoreşê re di hemû aliyên rêxistin û leşkerî de xwebirêxistin kirin û ev mîras di serkeftinên ku em niha dibînin de bi encamp dibe”.
‘Dijmin ne li benda vê gave bû’
Sureye da zanîn ku Konferansa ku hatiye lidarxistin muhra xwe li dîrokê xist û bi îradeya jin ev yek bi encam bû û wiha domand: “Di demeke herî girêng ku Sûriyê di pêvajoyekê nû re derbas dibe, partiyên kurdê rûxmî hemû nakokî û neyekbûyîna wan di vê pêvajoyê de gavekî dîrokî ku tu kesî texmîn nedikir hat avêtin. Helbet ev yek jî bi hemdemiya guhartinên di Sûriyê de hatine çêkirin re hat pêkanîn. Konferansa Yekîtiyê helbet di encama xebat û hewildanên pir mezin de hate lidarxistin. ji lewra dijminê gelê Kurd bi taybet li benda vê yekê nebû. Bi taybet îradeya jink u di wir de derketiye çawa jin bi hebûn û bîrdoziya xwe divê di cihê biryardariyê de cihê xwe bigire. Bi taybet di Sûriyê de ku yek ji bendên encamnameyê bû, divê jin bi awayekî hekhev di nava saziyan de cih bigire”.
‘Sûriye nû wê bê îradeya jin nebe’
Sureya di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Konferansa netewî a jin ku hatiye lidarxistin ku îradeya hemû jinên herêmê di wir de derket û ji bo siberoja Sûriyê nîqaş kirin. ev îradeya jina azad di konferasa giştî de hate derketin. ku bi vê yekê re tekez kirin wê Sûriye nû bê îradeya nin nebe”.