Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koma Agirî 39 sal in xizmeta şoreşê dike

30/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Koma Agirî 39 sal in xizmeta şoreşê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Sazûmankarê Koma Agirî Menal Heskulek diyar kir ku 39 sal berê li ser pêşniyara Mûrad Karayilan bi 2 keç û kurê xwe Koma Agirî ava kirin û wiha got: “Koma Agirî berhemeke pêla şoreşê bû û ev 39 salin xizmeta şoreşê dike.”

Koma Agirî di 1986’an de ji hêla helbestvan û dengbêj Menal Heskulek ve hat avakirin. Koma Agirî di sala 1988’an de kasêtek bi navê Zarokên Agirî derxist. Di sala 1989’an de kasêta sêyemîn bi navê “Apoyê me tifing e” ku ji 12 stranan pêk tê derxist. Koma Agirî kasêtên “Ev der Kurdistan e”, “Zindana Diyarbekirê” derxist. Stranên Koma Agirî li çar aliyên Kurdistanê bandor kir. Gelek endamên Koma Agirî tevlî nava refên gerîla bûn û nêzî 30 şehîdên wê hene. Helbestvan û sazûmankarê Koma Agirî Menal Heskulek li ser avakirina Koma Agirî û xebatên xwe axivî.

Menal Heskulek diyar kir ku yek ji pêşeng û fermandarê PKK’ê Mûrad Karayilan di 1986’an de rojekê bû mêvanê wan û wiha qala wê rojê kir: “Murad Karayilan dît ku ez bi helbest û dengbêjiyê re mijûl dibim ji min re got; ‘Tu dikarî komekê ava bikî?’ Min jî bersiva erênî dayê. Min 2 keç û kurê xwe amade kir. Min ji wan re li tembûrê xist, zarokên min jî stran gotin. Stranên me eciband. Piştî mêvandariya Murad Karayilan min bi zarokên xwe re bingeha Koma Agirî avêt. Li ser vê yekê me di demek nêzîk de komek mezin ava kir. Nêzî salekê 150 endamên komê çêbûn. Komê di nava civakê de pêşketinek mezin ava kir. Navê komê heta li Cizîrê belav bûbû.”

Menal Heskulek bi van gotinan wan rojan bibîr tîne: “Koma Agirî berhemeke pêla şoreşê bû.” Menal Heskulek şoreşê tenê bi çekê bi sînor nake û dibêje: “Çand û huner tune be, ew şoreş naçe serî. Di salên 1986’an de me xwest şoreşek çandî pêş bixin.” Menal Heskulek li ser ‘Çima navê Koma Agirî, rawestiya û got: “Îhsan Nûrî Paşa wê demê li Agirî şoreşek pêk anî. Me bi Koma Agirî xwest wê şoreşê nemir bikin.”

Yek ji endamê Koma Agirî û Hevserokê Çand û Hunera Cemîl Huro ya Helebê Seid Bîrhat e. Seîd Bîrhat jî kedeke mezin daye Koma Agirî. Di salên 1980’î de bi bayê şoreşê re li Helebê komên çand û hunerê hatin avakirin. Piştî 1980’î li Helebê Koma Agirî, Koma Aştî, Koma Armanc hat ava kirin. Ew komên hatin avakirin girêdayî partiyan bûn. Piştî bayê Şoreşê li Rojava belav dibe, kom jî têne avakirin. Wê dema ku Koma Agirî hat avakirin û banga pêşxistina şoreşê dikir. Koma Agirî di salekê de qasêtekê çap dike. Wê demê ji ber şertan hemû endamên komê nikarin bi hevre bixebitin.

Endamê Koma Agirî Saîd Bîrhat ê ku di sala 1987’an de tevlî Koma Agirî bû, balê dikişîne ser pişaftina çandê û van hişyariyan dide: “Xebata komê serkeftî bû. Her çend êş û zehmetî li ser wan hebû jî, her çend rejîmê ew 3 caran binçav kir jî xebatên me serkeftî ne. Koma me heya niha jî didome. Lê wê demê tevî derfetên kêm û amûrên kêm xebata me gelek baş bû. Êdî wekî berê çand ne xurt e. Her ku diçe çanda Kurdan dihele. Divê hemû hunermend li çanda xwe vegerin.”

‘Murad Karayilan pêşniyar kir, me ava kir’

Murad Karaliyan di sala 1986’an de dibe mêvanê Sazumankarê Koma Agirî Menal Heskulek. Li ser pêşniyara Murat Karayilan a ‘Tu dikare koma muzîkê ava bike?’ Helbestvan Menal Heskulek 2 keç û kurê xwe kom dike û Koma Agirî ava dike. Koma bi 3 kesan ava bû 39 salin xizmeta şoreşê dike.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.