Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Leyla Îlhan; Banga Rêber Apo perspektîfa sedsalê ye

30/04/2025
in POLÎTÎKA
A A
Leyla Îlhan; Banga Rêber Apo perspektîfa sedsalê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Endamê Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku Banga Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn yên ku dikarin bibin avakarê civaka demokratîk û aşitiyê, perspektîfa sedsalê ye.

Derbarê girîngiya banga Rêber Apo a ji bo aşitî û civaka demokratîk û girîngiya çalakiya nobetê a lwargeha Mexmûrê,  endama Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlham ji rojnameya me re axivî.

‘Gelê Kurd pêşengtiyê ji banga Rêber Apo re dike’

Leyla Îlhan diyar kir ku Rêber Apo a di 27’ê Sibatê de bangekî dîrokî ji bo gelê kurd û tevahiya Rojhilata Navîn kir û wiha got: “Banga Rêber Apo ji bo gelê kurd û hemû pêkhateyên ku li Rojhilata Navîn jiyan dikin perspektîfa sedsalê ye. Hêzên desthilatdar û hêzên hegemon yên cîhanî ji bo ku desthilatdariya xwe biparêzin û li ser lingan bimînin, bi rêya şer û bi cudahiya mirovan dijminatiyê di navbera civakan de didin çêkirin.  Di pêvajoyekî ku li hemû cîhanê pilanên şer dihatin meşandin, Rêber Apo banga aşitî û civaka demokrasiya gelan kir. Pêşengê banga aşitî û civaka demokratîk a gelan, gelê kurd e di şexsê Tevgera Azadiyê û xeta Apoyî ku roj bi roj li hemberê sîstema desthilatdar bandorekî erênî ji bo civakê dide çêkirin. Gelê kurd pêşengê wî bangê ne.”

‘Rêber Apo perspektîfa reya çareseriyê danî holê’

Leyla Îlhan da zanîn ku bi pêşengtiya hêzên hegemonîk di cîhanê de polîtîkayên şer tên meşandin û wiha domand: “Bi şerê Rûsya û Ukraniyayê DYA dixwaze ku hêzên di deste xwe de bigre. Şerê bazirganiyê yên di navbera dewletên Yekbûyî yên Amarîka  û Çînê de tên meşandin hegemonya hêzên desthilatar yên ku li Rojhilata Navîn li ser qirkirina gelê kurd û qirkirina pêkhateyan tê meşandin. Taybet nêzîkatiya Awropa û DYA ku li ser hişmendiya ku wê şerê dijwar rû bide li ser wê badçeyên pir zêde ji şer re vediqetînin ew jî tê wateya ku polîtîkayên ku li ser şer bidin meşandin û hegemponya xwe bidin pêkanîn. Rêber Apo li hemberê wan polîtikayên şer perspektîfa aşitî û civaka demokratîk hem pêşkeşî gelê kurd û hemû pêkhateyên li Kurdistanê kir, rêya çareseriyê pêşanê hêzên hegemonîk ku bi rêya şer dixwezin xwe li ser Rojhilata Navîn bidin meşandin jî, kir.”

‘Dewlet gav nevêje’  

Leyla bal kişand ser dengvedana banga Rêber Apo di cîhanê de û wiha got:  “Li ser banga dîrokî a  Rêber Apo 2 meh derbasbûn,  lê dewleta Tirk heta niha tu gav ji bo aşitiyê  neavêtiye.  Ji bo banga Rêber Apo heta niha ji aliyê dewletê ve piştgirî nehatiye dayîn. Ji bo ku yekane şert û mercên civaka demokratîk pêk bê pêwîts e  şert û mercên ku 27 salin Rêber Apo  di bin tecrîd û îşkenceyek mezin de tê ragirtin bê gûhertin, taybet di çar salên dawiyê de tecrîd û îşkence qat bi qat mezin dibe, ji bo wî jî Rêber Apo di hemû aliyan de nikare dengê xwe bigîhîne cîhanê û bi awayekî tendurist perspektîfa xwe bigîhîne hemû qadan, taybet nikare perspektîfên xwe bigîhîne rêxistina ku daye avakirin.  Ji bo wê  dewleta Tirk bi dirêjkirina pêvajoyê re hêza heremî ku destê wê de hûnda bûye, dixwaze careke din bi dest bixe. Dewleta Tirk ji bo gav avêtina aşitiyê xwe amade nekiriye. Dewleta Tirk niha jî dixwaze ku bi rêya tune hesibandina îradeya gelê kurd û xapandinê pêvajoyê bimeşîne, Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi malbatê re dibeje mafdayîna gumanê gel tîne ziman.”

’Dewleta Tirk di polîtîkayên qirkirinê de bi israre’

Leyla bal kişand ser agirbestê û wiha got: “Reber Apo di banga xwe a sedsalê de bang li PKK ‘ê kir ku xwe fesih bike û çek dayne, PKK banga Rêber a ji bo aşitî û civaka demokratîk bê  pêşwazî kir û da xuyakirin ku di şertên mercên guncav de ew kongrea xwe lidar bixin, herwiha dimeldest de agirbest ragihand. Lê dewleta Tir ev yek ji bo  xwe wek firsat dîtiye her roj bê navber Heremên Parastina Medyayê bombebaran dike, heman demê de bê navber polîtîkayên qirkirinê hem li Rojavayê Kurdistanê hem jî Bakûrê Kurdistanê  dimeşîne. Banga Rêber Apo a ku ji aliyê PKK’ê ve wek perspektîfa demê hatiye îlankirin û ji aliyê raya giştî a cîhanê ve weke aşitî û civaka demokratîk hatiye pênasekirin, lê dewleta tirk hêjî di  polîtîkayên xwe yên qirkirina gelê kurd de û di polîtilkayên tasfiyekirina PKK’ê de  israr dike.”

‘Azadiya  Rêber Apo azadiya gelê Kurd e’

Leyla Arzu Îlhan bal kişand ser çalakiya nobetê a Wergeha Mexmûrê û wiha anî ziman: “Gelê ku ev 30 salin li Wargeha Mexmûrê dijîn li ser perspektîfa Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye. Bi wê perspaktîfê planên dijmin yên qirkirin û teslîmgirtinê yên ku li ser wargehê tên meşandin vala derxistiye,  ji ber wê jî perspektîfa jiyanê a gelê Mexmûrê  azadiya Rêber Apo wekê azadiya xwe dibînin û li ser wî esasî tekoşînê didin meşandin. Bê navber xebatên tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo bê mîsogerkirin çalakî  tên meşandin, hem ji aliyê hişmendî de hem jî di aliyê çalakiyan de sal û nîve ku bê navber ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî a Rêber Apo ji aliyê gelê vargehê ve bi dorveger çalakiya nobetê tê meşandin . Gel di çalakiyên xwe de bi israre ku heta azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk tê. Ji ber ku azadiya fîzîkî a Rêber apo mîsogeriya qezançkirin û bi destxistina mafê gerdûnî a gelê kurde.  Azadiya fîzîkî  a Rêber Apo mîsogeriya têkbirina polîtîkayên qirkirinê yên liser gelê kurd ku yek jiwan polîtikayan jî, polîtyîkaya koçberkirinê ku bi hezaran salin gelek gundên kurdistanê  ji ber polîtîkayên şer yên dewleta tirk hatin valakirin. Gelê wargehê jî parçeyek ji mexdûrên polîtîka qirkirinê li ser gelê kurdin ji bo wî jî gelê wargehê diwî rastiyê de bi israrin heta azadiya fîzîkî a Rêber Apo mîsoger nebe wê polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê kurd bi dawî nebe.”

Leyla Arzu Îlhan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek gelê Mexmûrê û gelê Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo erka ku dikeve ser milê me xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de xortkirin esase. Rêber Apo dibe je ku pirtûk û perspektîfên min li ku bin ez li wir im hûn qansê min bixwînin hûnê ewqas min fam bikin û nas bikin. Wek gelê wargehê perspektîfa me ya jiyanê Rêber Apo ye heta ku azadiya Rêber Apo bêk bê emê dinava tekoşînê de bin.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.