Serdana şandeya Elman li Bakurê Sûriyê dewam dike. Şande çû serdana bajarê Minbicê û bi endamên rêveberiya sivîl a demokratîk a bajarê Minbicê re civiya. Di civînê de nîqaş li ser êrîşên artrêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê û gefên wan ji Minbicê re hatin kirin.
Şandeya Elman ku ji parlementer, akademîsyen û hunermendan pêk tê serdana bajarê Minbicê kir. Şande ji aliyê endamên Rêveberiya Demokratîk a Minbicê û gundê wê ve hate pêşwazîkirin.
Rêveberiya Minbicê bi şandeyê re li ser dagirkeriya Tirk ya li Efrînê û derketina welatiyên Efrînê ya ber bi Şehbayê ve nîqaş kirin. Şandeyê destnîşan kir ku ew dixwazin serdana welatiyên Efrînê yên li Şehbayê bikin.
Endamên şandeyê behsa ezmûna demokratîk a Bakurê Sûriyê û biratiya gelan, her wiha hevkariya di navbera pêkhateyan de kir..