Hêvî Keleş/ Qamişlo
Lîstikvana Şanoyê Hemalîn Ferman anî ziman ku li Rojava ev yekem car e ku şano bi awayê monodramatîk tê pêşandan û wiha got: “Peyama şanoyên monodrama dewlemend bû.”
Di Festîvala Şehîd Yekta Herkol a 7’emîn a şanoyê de ku li Qamişloyê hat lidarxistin, cara yekem şanoyên monodrama hatin pêşkêşkirin. Ev berhemên monodramatîk festîval dewlemendtir kir, herwiha rengekî xweşik da festîvalê.
Derbarê pêşkêşkirina şanoya monodrama cara yekemîn li Rojava lîstikvana Şanoyê Hemalîn Ferman ji Rojnameya me re axivî.
Festîval bi kombûna hemû şanogeran girîngtir dibe
Lîstikvana Şanoyê Hemalîn Ferman da zanîn ku ev 10 sal in ew li gel koma şano a li bajarê Qamişlo xebatên şanogeriyê dike û wiha got: “Em beşdarî 7’emîn festîvala şehîd Yekta Herekol bûn, îsal jî di festîvalê de bi rengê şanoyên monodrama şano hatin pêşandan. Di festîvala îsal de cudahî hebû, cudahî ew bû ku komên ji dervayê herêmê hebûn, me li karê wan temaşe kir, mîna yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ji xwe jî girîngiya festîvalê ew e ku hemû xebatkarên şano werin gel hev û karê hev bibînin û sûdeyê ji hev bigrin.”
Monodrama asta listîkvanan dide xuya kirin
Hemalîn Ferman axatina xwe wiha qedand û got: “Monodrama cureyek ji cureyên şanoyê yên zehmet in û tenê lîstikvanek bi gelek rolan radibe, herwiha monodrama karînên lîstikvanan dide xuya kirin, kesê vê şêwazê bike divê xebateke wî ya dirêj di warê hunera şanoyê de hebe. Tê xwestin ku piştgirtina monodrameyê bê kirin di riya lidarxistina festîvalên wê û bêhtir lîstikvanên şanoyê xwe xurt bikin da ku karibin monodramê bilîzin. Şanoya em pê beşdar bûn jî, behsa keçekê dike bi navê Henîn û navê şanoyê jî ew bû Henîn ji nivîsa Abbas Elhayik û derhênertiya Ebdilrehman Ibrahîm, herwiha Şano jî behsa çîroka keçeke biçûk dike ku ew dane zewcandin bi zilamekî xityar ji wê mezin ango dibe qurbaniya zewac û dana keçên biçûk, zewaca temenbiçûk. Û min xelata komîteya nirxandinê ya baştirîn lîstikvaniya ciyawaz di festîvalê de sitand.”