Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rêveberiya Komîteya Ziman a SZK’ê a Rojava Nîçîrvan Ebdulezîz da zanîn ku di zimanê kurdî de piştî şoreşa Rojava guhertinek cewherî çêbûye û got: “Em behsa zimanekî dikin ku berî şoreşê qedexe bû lê niha bûye zimanê perwerdehiyê.”
Ziman hîmê bingehîn ê civakê ye, ziman yekîneya bingehîn a mirovan e. Netewê bê ziman, neteweke bê dil e. Çand û zimanê kurdî yek ji kevintirîn û resentirîn zimanên herêmê ye, tevî hemû pişaftin û qirkirinê zimanê kurdî xwe domandiye. Ji bo her mirovekî çeperên herî girîng pêşxistina ziman e û xwedî derketina li zimanê dayîkê ye. Ji bo kurdan jî berxwedan û îdolojiya herî girîng ew e ku zimanê kurdî fêr bibin û bipêş bixin.
Derbarê girîngî û rewşa zimanê kurdî de, Rêveberiya Komîteya Zimanî ya SZK` ê, Nîçîrvan Ebdulezîz ji rojnameya me re axivî.
’Rewşa zimanê kurdî berî şoreşê û piştî şoreşê’
Nêçîrvan Ebdillezîz destnîşan kir ku piştî şoreşa Rojava guhertinek cewherî di zimanê kurdî de çêbûye û wiha
got: “Em behsa zimanekî dikin ku berî şoreşê qedexe bû, nedibû ku were fêrkirin û perwerdekirin, lê niha bûye zimanê rêveberiyekê ku li seranserî dibistan, peymangeh û zanîngehan perwerde bi vî zimanî tê dayîn, bi hezaran memosteyên zimanê kurdî çebûne ku bi zimanê kurdî zanistê didin xwendekaran, bi sedan nivîskarên kurdî hene û bi dehan kenalên tilfîzyonê ku weşana xwe bi zimanê kurdî dikin, hene. Herwiha heya ku axîverên ziman hene ew ziman xwe nû dike û zindî dimîne, ewqas salin em li ser vî zimanî kar dikin, em çiqas li ser ziman kar bikin ewqas ew pêş dikeve. Zimanê kurdî di riya pêşketinê deye û rewşa zimanê kurdî ji demên berê gelekî baştir e.”
‘Zimanê kurdî neyê kesekî ye ev zimanê gelekî ye’
Ebdulezîz diyar kir ku ziman kurdî neyê kesekî ye ev ziman yê giştî gelê kurd e û wiha domand: “Divê her kurdek xwe berpirsyar li ber vê zimanê bibîne, ziman zengîniyeke ji bo vê dinyayê ye, divê her kes erka parastina ziman hilde ser milên xwe, ev ziman siparteyeke ku nifşên berê dane me û divê em jî bidin nifşê pêşerojê, pêwîst e her malbetek zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bike û ew bi xwe xwedî li vî zimanî derkevin. Şerê taybet gelekî li dijî ziman tê meşandin, divê em weke civak, sazî û dezgehan li hember vê yekê bisekinin. Bi hezaran ziman hatine helandin lê zimanê kurdî xwe parastiye û ji bo bidome divê em yek bin, erka parastina ziman li ser milê hemûya ye bi taybet kesên ku çûne dervarî welat, dive xwedî li zimanê xwe derkevin û zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin û hertim zimanê xwe bide pêş.”
‘Çand û ziman du hêmanên bi hev ve girêdayî ne’
Nêçîrvan dazanîn ku çand û ziman du hêman bi hev ve girêdayî ne û wiha got: “Dewletên dagirker dema ku dixwezin civakekê bindest bikin, zimanê wan qedexe dike, ji ber ku dizane her tişt bi ziman ve girêdayî ye, dema ku kesek ji ziman hat qutkirin ji çandê jî tê qutkirin û dema ku ji çandê qutbû dibe miroveke bê çand, wê demê hêsane ku çandeke din bigire ew mirov dibe penaleke vala. Dive mirov xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û di heman demê de cil û bergên xwe yê kurdî yên resen ji bîr neke.”
‘Xwedî li çand û zimanê xwe derkevin’
Rêveberiya Komîteya Zimanî ya SZK’ ê, Nêçirvan Ebdulezîz di dawiya axaftina xwe de banga li tevahî civak û xwedekaran kir û wiha got: “Banga min ji bo nifşê pêşerojê ziman di destê we de ye, xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, dive em zimanê xwe bidin pêş û bikarbînin, di destpêkê de divê em baweriyê bi zimanê xwe bikin, wê demê yê derdor jî mecbûre baweriyê bi zimanê me bikin. Berpirsyariya her kurdekî ye ku zimanê xwe biparêze, xwedî li zimanê xwe derkeve û erka ziman hilde ser milên xwe.”






