Stêrk Mihemed/Qamişlo
Parastina kevneşopiyan tê wateya parastina ziman, çand û hunerê. Ji bo domandina kevneşopiyan û zanebûna dîrokê welatiyê bi nave Remezan Ebd El Rehman Derwîş e li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo cihek ji bona parastin û pêşkêşkirina amûrên kevnar vekiriy e.
Kevneşopî resenî, dîroka mirovahiyê diyar dike. Parastina alavên kevnar tê wateya parastina dîrok, kelepor û hunerê. Kevneşopî di jiyana mirovan de gelekî girînge, ji ber ku etîk û estetîka civakê diyar dike. Ev raman, kevneşopî û dîrok bermahiyên gelên kevnar ji me re diyar dike. Ji ber vê yekê divê em xwedî lê derkevin û tu carî em kevneşopiyên xwe ji bîr nekin.
Derbarê parastina kevneşopiyan de welatiyê bi navê Remezan Derwîş ji rojnameya me re axivî.
‘Armanca me domandina kevneşopiyê ye’
Remezan Derwîş destnîşan kir ku armanca me ji bo vekirina vî cihê ew e, ku em xwedî li dîroka xwe derkevin û
wiha got:” Ez di biçûkaniya xwe de di nava baxçan de kar dikin, dema ku min mîrate û amûrên kevnar didîtin, bala min gelekî dikişandin. Di mala mede gelek amûrên kevnar hebûn û min xwest ku ez bi vekirina vî cihî dîroka xwe ji bîr nekin, zarok, çand û kevneşopiyên xwe bizanibin. Nifşê nû kevneşopiya bav û kalan nasnakin. Ji bo vê dîrokê nasbikin û bidomînin min xwest ez vî cihî vebikim.”
‘Kevneşopî tê wateya ku em dîroka xwe ji bîrnekin û biparêzin’
Derwîş diyar kir ku kevneşopî tê wateya ku em dîroka xwe ji bîrnekin û wiha domand:” Nifşê niha ji kevneşopiyê dûrin, me xwest ku bi wan bidin nasîn û wateya wê ya girîng ji wan re şîrove bikin. Em ne li ser çanda şopandina her tiştî bi riya intirnêtê mezin bûne, berûvajî vê yekê, em li ser çanda civakbûn û parastina kevneşopiyan rabûne. Gelek kesan serdana me dikirin dema ku ev tişt didîtin, gelekî kêfxweş dibûn û dipirsîn ev çine, me ji wan re dida xuyakirin. Alavên herî kevnar yên weke destar û sifirî li gel me hene û emê hertim wan biparêzin û wateya wan wê herdem girîng be ji bona me.”
‘Me gelek astengî dîtin heya ku me ev alav komkirin’
Remezan da zanîn ku me gelek astengî dîtin heya ku me ev alav kom kirin û wiha got:” Di mehek û nîv de me ev amûr kom kirin. Me her tiştek ji cihekê cûda kom kir, hin ji wan li gel min hebûn û yê din jî me ji derdor û civakê kom kirin, me gelek zehmetî û astengî dîtin. Ji ber ku ev alav kevnarin û li her deverê peyda nabin û me hin ji wan kirîn. Ev alavên kevnar li ber wendabûnê bûn, dîtina wan zehmet bû û me ew peyda kirin û em dixwazin wan biparêzin û ji bîr nekin.”
Parastina mîrateyên kevnar; parastina çand û dîrokê ye
Xwediyê cihên parastina mîrateyan Remezan Derwîş di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Ev alav û kevneşopiyan bala gelek kesan û civakê kişand, dema ku kesek dihat serdana me bi dîtina tiştên kevnar kêfxweş û şad dibû û bala her kesî dikşand, ji ber ku bi parastina kevneşopiyan dîrok, çand û kelepora me tê parastin.