Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me yekbûyîna jinên her çar parçeyên Kurdistanê ye’

23/04/2025
in JIN
A A
‘Armanca me yekbûyîna jinên her çar parçeyên Kurdistanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Berpirsyara Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîna Osê diyar kir ku armanca konfiransa jinên Rojava ya ku di 23`ê Adarê de hate lidarxistin ew e, ku çar parçeyên Kurdistanê bigihînin hev, li ser vî bingehî şandeya jinên Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bû û gelek hevdîtin pêk anî.

Bi pêşketin û geşedanên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêdibin, bi taybet di demên dawiyê de xebatên gelek girîng di aliyê jin de pêk hatin. Yek ji van xebatên dîplomasî jî derbasbûna şandeya Kongira Star ji Başûrê Kurdistanê re ye. Girêdayî vê mijarê berpirsyara Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîna Osê ji Rojnameya me re axivî.

‘Nîqaş bi jinên her çar parçeyên kurdistanê re tên kirin’

Emîna Osê da zanîn ku armanca konfiransa jin a 23`ê Adarê ew e, ku jin bi roleke pêşeng rabin û jinên her çar parçeyên kurdistanê bighînin hev û wiha got: ” Armanca konfiransa me ya di 23’ ê Adarê de hate lidarxistin ew e, ku jin çawe bi roleke pêşeng rabin, herwiha ji bo ku em jinên her çar parçeyên kurdistanê jî bi gihînin hev. Ji bo ku em karibin kongira netewî ya jinên kurd li ser asta her çar parçeyên kurdistanê lidarxin, û bi heman rengî ji bo ku em karibin pêşengtiyê bikin, ji bo ku kongiriya netewî ya gelê kurd jî were çêkirin. Bi van her du armancên bingehîn şandeya me derbasî Başûrê Kurdistanê bû û gelek hevdîtin bi jinên Bakur, Başûr û Rojhilat re çêkirin. Gotûbêj li ser hazirtiyên kongira netewî ya jinan hatin kirin û nîqaşên ku hatine kirin li ser cih, ziman, naverok û pilanekê pêş ku wê were dayîn bû. Armanca hevdîtinên ku têne çêkirin bi hemû rêxistinên jinan ên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re, bi mebesta naskirina asta amedekariya wan ji bona damezrandina kongereyekê netewî Kurdî. Angu di serî de gotûbêj li ser amedekariyên kongireya netewî bû û du rojan civîn dirêj kir û nêrînên cur be cur hatin girtin. Di heman demê de li ser naveroka kongirê nîqaş hatin kirin. Heta îro jî hîn gotûbêj bi rêxistinên jinan yên siyasî û civakî re berdewam dikin. Gava piştî wê jî, wê komîteya amedekar li ser bingehê helwes û nîzaktiyên heyî biryare dîrok û cih bide.”

‘Xebatên kongira netewî berdewam dikin’

Emîna Osê anî ser ziman ku xebatên kongira netewî ya jin bi rêxistinên jinan yên siyasî û civakî re wê berdewam bike û wiha pê de çû: “Kar û xebatên kongira jin beşê ku komîteya amedekar pê rabûye wê bi rêxistinên jinan yên siyasî û civakî re berdewam bike, herwiha nêrînên jinan hatine girtin di derbarê cih, hejmar û naverokê de. Piştire em dê nêrînên xwe ji komîteya giştî re bêjin û li ser bingehê rewşa her parçeyekî zeman û cihê guncaw diyar bikin, pêşinyara konfiransa me ew bû ku kongira jinên kurd were çêkirin, lê ev yek jî dimîne li ser biryare komîteya amedekar.  Ez bawerim komîte dikare di demeke kurte de bernameya ku daniye pêşiya xwe li her çar parçeyên kurdistanê pêkbîne. Bêguman nameya me ew e, ku ev pêvajoyên ku em têre derbas dibin, herwiha ev pêvajo têkoşîn û pêşengitiyê dixweze. Em weke jinên kurd pêwîst e bi yek berpirsyariyê tev bigerin, hem jî çarenûsa xwe di sîstema demokratîk de bibînin û berpirsyartiya wê rakin. Her gavekê ku em weke jin pavêjin ji bona yekîtiyê wê bibe hêzek ji bo tevahiya gelê kurd.”

Berpirsyara Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîna Osê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di kar û xebatên xwe de em weke kongira Star bi israr û biberpirsyarî tev digerin. Herwiha bi rêxistinên jinan re bi vî rengî em dixwazin di nava vê berpirsyariyê de xwedî erk û berpirsyarîbin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.