Birûc Resûl/Qamişlo
Mustefa û Ehmed Wehab 2 birayên ku nabîn in û ji bajarê Kobanê ne, ji sala 2015`an ve karê çand û hunerê dikin tevî astengiyan, xwe di muzîk û stranan de pêş xistine.
Mustefa û Ehmed Wehab 2 birayên nabîn in, tevî astengiyên xwe ku bi herdû çavên xwe nabînin, nebû kelem li paş tilî û dengên wan, ew bi vîn û hezkirina xwe ji jiyanê re, rêyên derbasbûna dîrokê ji bo xwe vedike. Her wiha xwe di muzîk û stranan de pêş xistine û niha jî cihê xwe di nava komên Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê de cihê xwe digre. Ev nêzî 10 sal in ku dest bi karê hunerê kirine. Bê guman Mustefa û Ehmed di nava malbatekî hunerî de mezin bûne û ev yek bû sedem ku xwe di nava hunera kurdî de pêşbêxin û pêşketinê pêkbînin.
Di derbarê hezkirin û girîngiya hunerê di nava civakê de, Mustefa û Ehmed Wehab ji Rojnameya ma re axivîn.
Mustefa Wehab di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Temenê min 30 sal e, ez ji gundê Şêranê yê girêdayê bajarê Kobanê ye. Belê min gavên xwe yên yekemîn bi birayê xwe re yê ku ew jî astengdarê çavan e, avêt û me bi temenekî biçûk kilam bi hev re digotin, me sebra xwe bê ronahiya çavan bi stranan tanî.
Mistefa û hevalên xwe hêvî dikin ku ji bo wan girîngiyeke zêde were dayîn û alîkariya wan di warê gotin û awazan de ji bo stranan were kirin, herwiha koma wan mezin bibe û li ser asta Kurdistanê navdar bibin. Ew di zarokatiyê xwe de dengê hunermendên Kurd dibihîztin û bala wan diçû ser muzîkê.
‘Me tu astengî li pêşiya xwe ne dît’
Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku çavên me nabîne, bala me timî diçe ser deng. Me nedidît, lê me dibihîst. Hezkirina me ji muzîk û stranan re pir hebû, ji ber ku malbata me malbatekî hunerî ye, ev bû sedem ku em tu astengiyan li pêşiya xwe nebînin. Îro em hewl didin ku bi riya deng û muzîkên xwe êşa û buyerên di bajarê me de diqewimin, em derxînin. Di dawiyê de ez dixwazim bêjim ku bila tu kes astengiyan li pêşiya xwe nebîne, îro derfetên mezin li pêşiya me vebûne ku em bi riya çand û hunera xwe êş û çanda xwe ji cîhanê re bidin nasîn.”
‘Çand û hunera me nasnameya me ye’
Di heman demî de Ehmed Wehab diyar kir ku ji bo karibe dengê xwe bi rengekî rast û berhemdar bi kar bîne tevlî Çand û Hunera bajarê Kobanê bû û wiha got: “Temenê min 27 salî ye, ez jî wekî birayê xwe ji zaroktiya xwe de min dest bi hunerê kir, min her hez dikir li amûrên muzîkê bixim û kilaman bêjim, bê guman bi piştgiriya malbata xwe têkilî û hezkirina min ya ji bo muzîkê zêde bû. Dema ku destpêkê derketim ser dikê bi coş û kelecaneke mezin bûm, bi fikar bûm gelo karim bikim yan na. Bi rengekî serketî min qedand, êdî ew bawerî li cem min mezin bû. min riya hunerê ji xwe re kir armanc, ji ber ku çand û hunera me nasnameya me ye û pêwîsta em xwedî li nasnameya xwe derkevin.”
‘Ne dîtina çavan, wê tiştek nebe asteng’
Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nedîtin bandorê li jiyana me nake. Em bi çavên ji dil, bi hestên xwe jiyana xwe dewam dikin. Dibe ku em nabînin, lê belê em bi hestên xwe tevdigerin. Em ronahiyê nabînin, di nava tarîtiyê de dijîn, lê belê hildiberînin. Nabînin lê belê tevkariyê li hunerê dikin. Ji xizmeta ji gelê xwe re tiştekî din nîne ku em pê serbilind bibin û me kêfxweş bike. Tevlîbûna li nava karên çand û hunerê ji bo me têrê dike. Bi piştevaniya bi civakê re em tevkariyê li hev dikin. Belê bala min li ser amûrên muzîkê hemûyan e. Dixwazim bi hemû amurên muzîkê re mijûl bibim, bibim pispor.”