Lîloz Hisên/Qamişlo
Endama Komîteya Aborî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Ibrahîm diyar kir ku 50 koperatîfên bi rengê jinê hatine ava kirin û got: “Armanca me ya sereke sîstemeke aborî ku jin karibe xwe bispêre xwe; ava bikin.”
Di seranserî salên dirêj jin ji tevahî qadên jiyanê hatibûn dûrxistin, nemaze jina kurd ku rola wê tenê di hundirê malê de bû, lê piştî şoreşê û damezirandina Rêverberiya Xweser, êdî jin tevlî qadên siyasî, leşkerî û aborî bû, di warê aborî de jî hewildaneke mezin hate kirin da ku sîstemeke aborî taybet girêdayî jinê bê avakirin, êdî xwe bi xwe bibe sermiyanê mal û jiyana xwe, Kongra Star xebat da meşandin da ku aboriya jinê ava bike ku di encamê de gelek proje û hejmareke mezin ji jinan tevlî projeyan bûn.
Di derbarê vê mijarê de Endama Komîteya Aborî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriya Emel Ibrahîm ji rojnameya me re axivî û wiha anî ziman: “Bi kedeke mezin ji sala 2015’an aboriya jin hate avakirin. Cara yekem ku koperatîf bi rengê jinê hatin avakirin, aboriya jin ji çandiniya genim destpê kir û piştre bi berhemên wê projeyên bazirganî, pîşesazî û hwd.. hatin avakirin. 50 koprtîfên jin hene, hejmareke mezin ji jinan tê de kar dikin.”
Projeyên di nava aboriya jin de
Emel Ibrahîm bal kişand ser projeyên aboriya jin û wiha pê de çû: “Projeyên demsalî hene tê de xaniyên bilastîk hene di serenaserî salê tên çandin. Erdên çandiniyê hene tê de (Genim, Kemon, Nok, Ceh û Nîsk) têne çandin. Koperatîfên firneyên nan hene weke (Nanê tenûrê, sêlê û yê stûr) 51 firne li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene nêzî 300 jin tê de kar dikin, di her koperatîfê de 4 an 5 jin cihê xwe tê de digrin. Kargeheke şêraniyê li Amûdê heye bi navê (Lara) nêzî 15 jin tê de kar dikin. Li Reqa cihê karê destan heye weke xwarinên mûnetê bi navê(Zad El-Xêr). Li bajarê Hesekê Kargeha cilan bi navê (Lavîn) heye tê de nêzî 50 jin kar dikin, dikanên ku cil lê tên frotin li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê û Girkê Legê ne. Projeya Mûbîlya heye du beşên wê hene li Qamişlo û Dêrikê bi navê(mûbîliya Star).”
Emel Ibrahîm destnîşan kir ku di encama êrişên dewleta Tirk li gelek deveran av û elktrîk dihat qutkirin û wiha got: “ Lewma vê yekê bandoreke pir mezin li projeyan dikir û gelek deman dihatin sekinandin, nexasim îsal di encama kêmbarîna baranê jî bandor li projeyan hate kirin.”
‘Berhem li bazaran tên pêşkêşkirin’
Emel Ibahîm wiha got: “Berhemên projeyan di bazaran de têne pêşkêşkirin û frotin, diravê ku ji koperatîfan tên bi rêjeya 15% dikeve sendoqa aboriya jin ji ber ku rêjeya aboriyê jî tê de heye, 10% dikeve sendoqa koperatîfan da ku bi xwe hewcdariyên xwe vegerîne. Kedkarên ku di çandinî û malên bilastîkî de kar dikin fonê wan hene, xebatkarên navendî hene û yên projeyan hene.”
Pilansaziya nû
Emel Ibrahîm plasaiyên ku li ser xebatan dikin anî ziman: “Li bajarê Amûdê bazareke ji bo jinê wê bê vekirin, pêşengeha karên destan bê çêkirin lê cih nehatiye diyarkirin, herwiha perwerdeyên meslekî û fikrî wê bên li dar xistin, ji ber pisporên bi awayekî baş kar bikin kêm in weke warê çandinî, pîşesazî, bazirganî û dirûtinê, hewcdariyeke mezina ya pisporan heye. Lê di encama êrişên dewleta Tirk ên vê dawiyê ev plansazî hatin sekinadin, lê bi zelalbûna rewşê wê proje bên domandin.Di vê dawiyê de biryara hate derxistin ji aboriya giştî ya jinê ku 6% destek bidin çandina sebzeyan ji bo hevsengî di navbera hemû projeyan û xwetêrkirin çêbibe.”
Asta guhertina aboriya jin di nava civakê de
Emel Ibrahîm wiha diyar kir: “Dema ku mirov dibêje aboriya jin tiştek balkêş e, cara yekemîn di asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de projeyek wiha hate pêk anîn, armanc jê asta jinan pêş bixin û jin karibe xwe bispêre xwe, herwiha jina ku tenê malbata xwe îdare dike aboriyeke wê hebe, di riya komînan em xwe dighînin van jinan ji bona ku cihên xwe di van pirojeyan de bigrin, astengî hene lê piraniya jinan xwestekên wan hene ku cihê xwe di nava van koperatîfan de bigrin.”
Emel Ibrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfeteke mezin daye jinê di nava kar de, lê heta vê rojê hîn jî civak jinê diçewisîne, divê jin êdî li berxwe bide. Deriyê me ji hemû jinan re vekirî ye, eger pirojeyên jinan hebin bile berê xwe bidin navenda me, emê ji hêla xwe ve destekê pêşkêşî wan bikin, gelek jin tên lê bi tirsin, eger vê tirsê ji nav xwe derxin, wê gelek gavan pêş bixin.”