Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Banga dîrokî ya Rêber Apo

13/04/2025
in POLÎTÎKA
A A
Banga dîrokî ya Rêber Apo
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê yê bajarê Dêrikê Mihemed Ebdulrehman diyar kir ku 27’ê Sibatê rojeke dîrokî bû, mohra xwe li dîroka cîhanê xist û wiha got: “Banga Rêber Apo ne tenê di dîroka Kurdistanê de, lê di dîroka tevahiya herêmê de rûpeleke nû destpê kir.”

Di derbarê banga Rêber Apo û negavavêtina Dewleta Tirk li hemberî vê bangê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê yê bajarê Dêrikê Mihemed Ebdulrehman ji Rojnameya me re axivî.

 Coş û kelecana gel ji bo bangê

Mihemed Ebdulrehman da zanîn ku bandora banga Rêber Apo ne tenê li ser herêmê kir lê li tevahî cîhanê kir û wiha got: “Rêber Apo di dîrokê de rûpelekî nû vekir. Bêguman hêzên hegemonîk û mêtînger wê bixwazin vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê hêzên dilxwazên azadiyê jî wê bixwazin vê derfetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û armancên xwe bi ser bixînin. Bi vê bangê re pêşî li têkoşîna demokratîk vebûye. Banga Rêber Apo gelek Zehmete ku em şîrove bikin, lê dema biryar hat ku wê Rêber Apo peyamê bide, her kes ma li benda vê peyamê, ne tenê li heremê, li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê li benda vê peyamê bûn û peyama Rêber Apo coş û kelecaneke mezin li cem gel ava kir. Milet gelek kêfxweş bû û bi taybet gelê Rojavayê Kurdistanê ev peyam ji bo xwe gelek girîng dît, ji ber ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne û ger ne bi saya fikir û remanê Rêber Apo ba em nedigihiştin vê astê. piştî vê bangê coşa gel bilind û xurtir bû, ji roja peyamê heya Roja Îro hemû roj bûne rojên coş, kêf û şahiyê, bi vê coşê 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin.”

 ‘Hêviya me Kurdistanek azad û serbixwe ye’

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ya bajarê Dêrikê Mihemed Ebdulrehman dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got:” Dagirkeriyê heta niha tu gav ne avêtine û navêjê jî û baweriya me bi dewleta Tirk nayê, ji ber ku heya niha êrişên wê li ser Qadên berxwedanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dema Rêber Apo ev peyam da yekser PKK’ê bersiv da banga wî û pêkanî, lê dewleta tirk ji nû ve şerê xwe gurtir kir. Di demên pêş de heya ku banga Rêber Apo baş cihê xwe bigre pêwîste em yekîtiya gelê kurd xurttir bikin û xwe bi rêxistin bikin. Piştgiriya hêzên xwe bikin û di milê diplomasî de xwe xurt bikin. Di heman demê de em bi coş, kelecan û bawerî tev bigerin. Hêviya me ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn ew e ku destek bidin gelê kurd, gelê ku bi hezarên salan di bin qirkirin û işkenceyê re derbas bûye û mafê wî hatiye xwarin. Di heman demê de hêviya me ew e ku em gavekî bavêjin bi alîkariya hemû gelên Rojhilata Navîn da ku em bikaribin Kurdistanek serbixwe û azad.

Post Views: 80
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.