Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weqfa Jina Azad bi nasnameya jinê kar dike

13/04/2025
in JIN
A A
Weqfa Jina Azad bi nasnameya jinê kar dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Weqfa Jina Azad A Sûriyê di îlona 2014’an li ser bingeha piştgiriya jin û zarokan ku rola jinê bi wê bide naskirin û zarokan li cihên ewle bicih bike hate damezrandin. Herwiha di nava Weqfa Jina Azad de gelek komîte hene û xebatên van komîteyan bi nasnameya jinê tê meşandin.  

Weqfa Jina Azad di Îlona 2014’an de di bin dirûşmeya “Jina Azad Bingeha Civaka Azad e” hate damezirandin. Xebatên wê li ser pêşxistina jinan di aliyên aborî, çandî, civakî û tenduristî de armanc dike. Herwiha bibe piştgirî ji bû hemû jinan, bi taybetî jinên Sûriyê. Weqfa Jina Azad di destpêka avakirina xwe de ne ya Sûriyê bû, lê piştî ku pêşketinên mezin di seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat û ji bo ku ev pêşketin bigihîjin hemû jinên li Sûriyê, di konferansa sala 2021’ê de bi biryarekê navê wê bû “Weqfa Jina Azad a Sûriyê.”

Avakirina Weqfa Jina Azad a Sûriyê

Bii rêya belavkirina rapirsînekê an inkêtekê ku li ser 300 jinan hate belavkirin, li gorî wê Weqfa Jin hate damezrandin. Armanc û bingehê xebatên Weqfa Jin jî pêşkêşkirina projeyan ji bo jin û zarokan ne. Ji ber di dema rûdana şeran de yên herî zêde zirar li wan tê kirin jin û zarok in, lewra Weqfa Jina Azad xwest di vê derbarê de kar û xebatên xwe bide meşandin.

Weqfa Jina Azad a Sûriyê saziya civaka sivîl e, ne girêdayî tu aliyekî ye. Bi nasnameya jin kar dike. Herwiha hewl dide xwe bighîne hemû jinên li Sûriyê û bi wan re bibe alîkar. Navenda Sereke ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê li bajarê Qamişlo ye. Ofîsên pêve girêdayî jî hema hema derbasî Sûriyê giştî bûye ku ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li Dêrik, Girk Legê, Çilaxa, Dirbêsiyê, Hesekê, Reqa, Tebqa, Kobanê, Sirîn, Heleb, niha jî ew hewil didin şaxê xwe li Şamê jî vekin. Li kampan jî şaxên wê hene weke Kampa Hol, Roj û Waşokanî. Karê ku li navenda sereke tê kirin li kamp û ofîsan jî tê kirin. Li kêlek van jî keskesor “Dar El-eytam” li Kobanê heye, zarokên bê kes ên dayik û bavên wan di şer de şehîd bûne, an jî malbatên wan li wan xwedî dernakevin Weqfa Jina Azad li wan xwedî derdikeve.

Komîteyên Weqfa Jina Azad a Sûriyê

Di nava Weqfa Jina Azad de gelek komîte hene; mîna Komîteya Perwerdê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Proje, Komîteya Diplomasî û her komîteyek ji van komîteyan jî xebatên wan ên tewrîk û pratîkî hene. Mînak Komîteya Perwerdê tewrîkên wê li ser semînerên hizrî û hişyarîkirina jinan ji bo pêşketina hişmendiya wê. Di heman demê de ku ev perwerde bibin alîkar ku jin rola xwe ya di nava civakê de nas bike û erkên xwe nîşan bide. Ji ber ku bi hezarên salan jin rola xwe ya rast di nava civakê de winda kiribû, her tim xwe di asta duyemîn de didît, tiştên ku li ser wê hatibûn ferzkirin jî li ser xwe weke erk didît, lê mafê xwe nas nedikir û ne didît. Lewra Weqfa Jina Azad xwest mafê jinê bi jinê bide naskirin.

Xebatên komîteya Perwerdê yên tewrîk û pratîkî

Beşê perwerdê yê pratîkî li ser bingeha ku bi jinên karker re alîkarî bê kirin. Ji ber bi Şoreşa Rojava re rêjeke mezin ji jinan ku ji sedî 80 jin derbasî kar bûn. Lewma ji bo ku zarokên jinên karker li cihekî bi ewle bin, Weqfa Jina Azad bexçe û himêzgeh ji zarokan re ava kirin. Li kêlek wê peymangehên muzîkê yên zarokan jî hatin avakirin, bi taybetî ji zarokên koçber re. Di heman demê de Hola Werzîşê ya jinan jî hate vekirin.

Xebatên komîteya Tenduristiyê yên tewrîk û pratîkî

Komîteya Tenduristiyê jî heman rêbazê komîteya perwerdê xebatên tewrîk û pratîkî didin meşandin.  Tewrîk wê semînerên hişyariyê yê tenduristiyê dide jinan, ji bo malbat û civakên bi tendurist werin avakirin. Car caran bi kampaniyan jî radibin, mîna kampaniyên penceşêra sedî û kampaniyên nexweşiyên bi demê re belav dibin. Ji bo beşê pratîkî jî nexweşgeh, kilînikên gerok, tenduristiya xwezayî û destwerdana lezgîn heye.

Nexweşgehên Weqfa Jin, jin û zarokan tedawî dikin û derman bê dirave belav dikin. Nexweşgehên heyî jî li Qamişlo, Gundê Tebkê yê girêdayî Koçerata, Hesekê, Dirbêsiyê û li Kobanê hene. Kilînîkên Gerok jî li gundewarê bajarê Dêrikê heye. Tenduristiya Xwezayî jî li Dirêbsiyê û Hesekê heye. Herwiha armanca tenduristiya xwezayî jî ew e ku çanda xwezayî ya ku jin keşf kirî û tê de kar kir, derxin pêş, di vê derbarê de jî berhemên gelekî baş di nava civakê de hatin xuyakirin.

Destwerdana Lezgîn jî li ser du beşan heye; Beşa yekê jinan fêrî destwerdana lezgîn dikin, da ku karibin bibin alîkar bi derdora xwe re. Beşa din jî li ser 6 mehane ku jinên vê beşê dikarin bibin weke alîkarên bijîşkan.

komîteya Proje

Komîteya Proje jî tewrîk û partîka wê heye. Tewrîka wê rapirsînek an jî inkêtan li jinan belav dike û li gorî van inkêtan projeyan pêşkêş dike. Di heman demê de li gorî xwesteka jina perwerdeyan vedike. Hemû Ofîsên Weqfa Jina Azad jî di vê derbarê de kar dikin. Meşxeleke dirûtinê ya Weqfa Jina Azad li Qamişlo heye. Ofîsên din jî perwerdeyan vedikin. Li kêlek wê korsên fêrkirina zimanan jî tên vekirin, mîna zimanê inglîzî, kurdî, erebî û hasûb.

Komîteya Diplomasî

Di rêya beşê dipolmasî de têkiliyên Weqfa Jina Azad bi rêxistinên hundir û dervere tê xurtkirin.

 

Post Views: 74
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.