Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîhrîcana şano ya Şehîd Yekta Herekol bi dawî bû

12/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Mîhrîcana şano ya Şehîd Yekta Herekol bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/ Qamişlo

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol ya 7’emîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo destpê kir. Di mihrîcana ku di 27’ê Adarê de dest pê kiribû û ji ber Cejna Remezanê û Akîto bo 5’ê Nîsanê hatibû paşxistin, ji tevahî Sûriye û beşên Kurdistanê 11 komên şanoyê beşdar bûn. Yekemîn pêşandana şanoyê di 5’ê Nîsanê de li ser dika Navenda Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin. Hêjayi bibîrxistinê ye ku 27’ê Adarê roja şahadeta şanoger Yekta Herekol (Erdogan Qehreman) e.

Komîteya Amadekar a Mihrîcanê îro di roja dawî de, saziyên ku piştgirî dane mihrêcanê, saziyên ewlekarî, xizmetguzarî û tenduristiyê, her wiha  Nefel Prodîksiyon jî ji ber ku ji roja destpêkê ve çalakiyên mîhrêcan dişopand, hat xelat kirin.

Komîteyê her wiha malbata  şanoger û welatparêzê kevnar Cûma Xelîl bi nasnav “Bavê Teyar” ku di 18’ê Çileyê de di encama êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker  de şehîd bibû, xelat kir. Xelata Bavê Teyar ji aliyê hevserokê TEV-ÇAND ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl Tehlo li ser navê malbata Xelîl, hevjîna wî yadê Gulistan re hat dayin.

Ji ber asta hemû komên şanoyê nêzî hev bû, komîteyê biryar da ku her 11 komên şanoyê yên beşdarî festîvalê bûne xelat bike. Komên ku ji başûr û rojhilatê Kurdistanê ji ber ku piştî pêşkêşkirina şanoyên xwe vegeriyan welatên xwe, nekarîn xelatên xwe werbigirin. Komîteya Amadekar a mihrîcanê dê xelatên xwe radestî wan bike. Xelatên endamên komên Şano yên ji derve hatibûn ji aliyê Hevserokên Koma Şano ya Cizîrê Lorîn Derwêş, Kawa Fettah û Brahîm Evdo ve hatin dayin.

‘Mîhrîcana şehîd Yekta Herekol bingeha şanogeriya Kurdistanî ye’

Di axaftina destpekê  ya bi dawîbûna mihrîcanê ji aliyê Rêveberê TEV-ÇAND ya Mezopotamya Ekîn Ronî axivî û wiha got: “Em weke şanoger, hunermend û hemû endamên çand û hunerê deyndarê kesayetên  weke Yekta Herekol û Bavê Teyarin. Weke Rêber Apo dibêjê “Huner hênaseya civakê ye”  Ji ber wê her sal roja şehedeta şoreşger û şanogerê mezin Yekta Herekol ya 27’ê Adarê tê pêşkêşkirin. Weke TEV-ÇAND ya Mezopotamya, ev sal di aliyê rêxistinî, perwerde û hunerî de me gelek gavên nû avêtin. Ev cihê keyfxweşiyê û serbilindiyê ye. Di xebatên çand û hunerî de şer û têkoşînekî mezin tê meşandin. Dijmin ji bona ezezitî û kesayetên ku rastiyê dur ketine pêş bixin kar dikin, em jî ji bona jiyanek hevpar û komînal pêş bixin xebat dimeşînin. Li gor felsefeya Rêber Apo û paradîgmaya Netewa Demokratîk berhemên nû tên avakirin û pêş dikevin. Ji ber cejna Remezanê û cejna Ekîto ev sale mihrican 5 Nîsanê hat destpêkirin. Salên berê ji ber gef û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker dihate asteng kirin, lê ev sal saya berxwedaniya Bavê Teyaran û têkoşîna Rêberê gelan Rêber Apo mihrîcana me bê pirsgrêk derbas bû û beşên Kurdistanê yên din jî tevlîbûn hatin kirin. Ev gav gavên nû bûn ji bona şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev sal jî weke salên din şanoyên pir zimanî çandî û hevpar derbas bû. Em dîsa silavên xwe yên germ ji bona Rêberê gelan  Rêber Abdullah Ocalan, gel û şervanên Bendava Tişrînê û çiyayên azad berxwe didin rê dikin. Em dîsa li ser navê TEV-ÇAND ya Mezopotamya spasiya hemû xebatkar û şanogerên ku piştgiriya mihricanê kirin dikin”

Sazî û Kesayetên Mihracana Şehîd Yekta Herekol ya 7’emîn ya şano de hatin xelat kirin wiha bûn:

Li ser navê endam û reveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo: Ehmed Hemo

Li ser navê Hunergeha şehîd Welat: Roder Dimilî

Li ser navê Komîna Sînema û Film ya Rojava: Bêrîtan Hisên

Li ser navê endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Cizîre: Solîn Mistefa

Li ser navê Peymageha Bilind a Rojava ya bajarê Dêrîkê: Dorbîn Tobal Hemo û Mamoste Ciwan

Li ser navê Kompaniya Şemal: Delîl Ramo

Bi belavkirina xelatan û gerandina govendê mihrîcana şehîd Yekta Herekol ya 7’emîn bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.