Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Festîvala Şehîd Yekta Herekol bilindkirina asta hunerê ya şano ye’

09/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Festîvala Şehîd Yekta Herekol bilindkirina asta hunerê ya şano ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Gezîze Omer û Şiko Omer ku ji Başûr Kurdistanê tevlî 7’emîn Festîvala Şehîd Yekta Herekol bûne diyar kirin ku bi rêya festîvalan ew tecrûbeyên Başûr bi Rojava re parve dikin û gotin, “Festîvala Şehîd Yekta bilindkirina asta hunerê ya şano ye.”

 Di 7’emîn  Festîvala şehîd Yekta de rengê Kurdistanî û Rojhilata Navîn tê diyarkirin. Ji ber ku ji Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê û Kerkûkê, ji Ûrmiya Rojhilatê Kurdistanê, Parêzgeha Siwêda, Reqa, Qamişlo û hwd… Tevlîbûna koman pêk hatiye. Êdî gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi reng û zimanê xwe li gel hev kom dibin, berhemên wan ên ku di sînorên parçeyên Kurdistanên de sînordar bibûn, roj bi roj li her çar perçeyan tên gernadin û pêşkêşkirin. Ev yek ne bi hêsanî pêk hatiye, lê bi agirê bedena şehîd Yekta Herekol û rêhevalên wî yên fedekar ava dibe.

Derbarê tevlîbûna Koma Hevalên Gezîze ya Silêmaniyê û Koma Siyê ya Kerkûkê yên Başûrê Kurdistanê derhênera şanoya Muzîka Sor û lîstikvan Gezîze Omer û Rêveberê Festîvala şanoya Kerkûkê hunermend Şiko Omer ji Rojnameya me re axivîn.

Nivîskar lîstikvan û derhênera şanoya Muzîka Sor Gezîze Omer ku ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê tevlî 7’emîn Festîvala şehîd Yekta Herekol bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ez tevlî hin şano û rêzefîlmên daramî yê kenalan dibin. Îro jî ez ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatime bajarê Qamişlo û beşdarî çalakiyên Festîvala 7’emîn a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bûme. Koma min bi navê “Hevalên Gezîze” ye, ji aliyê koma me ve şanoya “Mûzîka Sor” hate pêşkêşkirin. Ev şano jî, ji nivîs û derhênera min e. Herwiha şano balê dikişîne ser astengiyên ku di jiyana Rojhilata Navîn de bi jinan re rû bi rûyê ye.”

‘Çîroka şanoya “Mûzîka Sor” ji rastiya jinên Rojhilata Navîn e’

Gezîze Omer tevlîbûna xwe ji 7’emîn Festîvala şehîd Yekta Herekol re bi serbilindahî nîşan da û wiha got: “Serbilindahiyeke ji bo min ku ez tevlî 7’emîn Festîvala şehîd Yekta Herekol bûme. Şanoya “Mûzîka Sor” a ku ji aliyê koma me ve hate pêşkêşkirin ji çîrokeke jiyanî ya rastî ye. Çîroka vê şanoyê jî, ji îlhamên çîroka rastîn ku mamosteyek di heyama 30 salan li benda hizkiriyê xwe bû ku were û hev bibînin. Ev çîrok di sedsala 20’an de li Îranê pêk hatiye. Di dema pêkhatina vê çîrokê de pêşketina tekneolojî pêk nehatibû, tenê bi telîfonên normal têkilî dihate kirin ku tenê ew dengê hizkiriyê xwe bike û rojeke bê ew hev bibînin. Hizkiriyê wê jî, ji rengê sor hez dikir, lewra ew mamoste her roj cilên sor li xwe dikir û hêvî dikir ku hizkiriyê wê bê, lê di dawiyê de hizkiriyê wê nayê. Di heman demê de muzîkjena di çîrokê de qurbanek ji qurbanên civaka mêr-salarî ya Rojhilata Navîn e. Wê jî her dem cilên mêran li xwe dikir û li jiyanê digeriya ku tê de bi rêya alava keman û muzîkê bû. Lê di dawiyê de herdû jin bûn qurbanî ji civaka mêr-salariyê re.”

‘Di jiyanê de pêwîstî bi bendewariyên mezin heye’

Gezîze Omer eşkere kir ku pêwîst e mirov bi bendewariyên mezin hêvî bike û wiha got: “Bendewarî di jiyana mirov de ya herî dijwar e, ne tenê bendewriya evîndariyê, lê bêndewria dayikan. Bendewariya hêviyê ya pêwîst jî ew e ku em bi tiştên mezin hêvî bikin.”

‘Festîvala şehîd Yekta bilindkirina asta hunerê ya şano ye’

Gezîze Omer eşkere kir ku ew cara yekemîn tevlî Festîvala şehîd Yekta Herekol dibe û wiha got: “Cara yekeme ku koma me tevlî Festîvala şehîd Yekta Herekol dibe. Niha jî festîval di rojên xwe yên pêşî de ye. Lewra ji bo ku em nirxandinên xwe li ser bikin pêwîst e em wê festîvalê bişopînin û nas bikin û li şanoyên din ên bên pêşkêşkirin, binerin. Lê di destpêkê de li gorî ku em rewşê dişopînin diyare ku felstîvalekî rêxistinkirî ye. Di heman demê de ji bo yekirina gelê kurd, yekirina çandê û bilindkirina asta hunerê ya şano ye. Ev yek jî armanca hemû şangeran ne.”

‘Kerkûk û Rojava tecrûbeyên şanoyê bi hev re parve dikin’

Rêveberê Festîvala şanoya Kerkûkê hunermend Şiko Omer jî diyar kir ku ew armanc dikin tecrûbeyên şanoya Kerkûk û Rojava bi hev re parve bikin û wiha got: “Piştî hevdîtin û lihevkirinên ku di navbera Festîvala şanoya Kerkûkê û Tevgera Şanoyê li Rojava ya di festîvala Mîtan a şanoyê û Festîvala şehîd Yekta Herekol de, em gihiştin xalên lihevkirinê ji bo parvekirina tecrûbeyan. Herwiha parvekirina karên şanoyê ya di navbera herdû festîvalan de ku di her sal û di her festîvalên li Başûr an jî Rojava bên lidarxistin, em pêşwazî karên hev bikin. Dîroka van têkiliyan jî vedigere 4 salên bûrî ku gelek hunermend ji Rojava ji bo Festîvala şanoyê ya Kerkûkê hatibûn vexwendin. Em jî weke koma Kerkûkê di sala 2023’an de tevlî Festîvala Mîtan a şanoyê li Şehba bûn. Îsal jî me xwest ji Kerkûkê bi berhemeke şanoyê tevlî Festîvala şehîd Yekta Herekol bibin. Li gorî şopandinên me di vê salê de pêşketinên baş di festîvalê de hatine kirin, ji pêşwazîkirina mêfanan, rêxistina festîvalê û hwd….”

Post Views: 145
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.