Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me avakirina civakeke dîmokratîk e’

09/04/2025
in JIN
A A
‘Armanca me avakirina civakeke dîmokratîk e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Rêvebera Mala Jin ya Bajarê Qamişlo Mebrûka Ibrahîm diyar kir ku di mihê de nêzî 50‘ î pirsgirêkên jinan tên Mala Jin   ku piraniya wan pirsgikên jî pirsgirêkên malbatî ne û got: “Armanca me avakirina civak û malbateke dîmokratîk e”

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, bi armanca rêxistinkirin û parastina mafê jinê, Mala Jin hat avakirin û bû yek ji destkeftiyên şoreşê. Mala Jin bi domana demê re roj bi roj pêş ket û li tevahiya bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxên wê hatin belavkirin. Di dema niha de mala jin hewil dide ji tevahî pirsgirêkên jin û civakê re bibe bersiv û mehane bi 10’an pirsgirêkên malbatan bi giştî û bi taybet yên jinan çareser dike.

Di derbarê kar û xebatên Mala Jin Rêvebera Mala jin  ya Bajarê Qamişlo Mebrûka Ibrahîm ji Rojamameya me re axivî.

‘Mal Jin xwedî li jin û civakê derdikeve’

Mebrûka Ibrahîm anî ziman ku pirsgirkên civakî piraniya wan yên jin û mêran in û wiha got: “Di mehê de nêzî 50’î pirsgirêkî ji me re tên. Pirsgirêkên ku îro ji me re tên bi giştî pisgirêkên malbatî ne, yên wekî; zewaca temen biçûk ku di vê demê de kêm bûye, jinên ku ji ber işkence û tundiyê ji mal direvin. Herwiha hin caran ji aliyê kesên ne diyar ve li ser mediyayên civakî gef li jinan tê xwarin. Em ji aliyê xwe ve van jinan dikin cihê parastinê heta ku em pisgirêka wan çareser bikin. Çareskirina van pirsgirêkan mala jinê ji her alî ve dibe bersiv û pirsgirêkan çareser dike, kesên ku pirsgirkên wan di mala jin de çareser nebin em wan rêdikin dadgehan.”

‘Armanca Mala jin avakirina civakeke demokratîk e’

Mebrûka Ibrahîm da zanîn  ku deriyê Mala Jin ji tevahiya civakê re vekirîye û wiha pê de çû: “Hin jin hene tên gazinên xwe dikin û hin jî ji tên ji bo ku karekî ji xwe re peyda bikin. Civak û jin, Mala Jinê ji xwe re riya çareseriyê dibînin. Herwiha armanca Mala Jinê civak, malbatek wekhevî û dîmokratî e. Dema ku em lihevkirin di navbera jin û mêr de çêdikin. Di heman demê de astengiyê ku em di karê xwe de dibîn ew jî pirsgirêkên jin û mêran in dema ku malbatên wan mudaxeleyê dikin. ”

Rêvebera Mala Jin a Bajarê Qamişlo Mebrûka Ibrahîm eşker kir ku pêwîst e jin xwe azad bike û wiha bi dawî kir: “Divê demê de pêwîst e jin hîn rêxistbûna xwe xurtir bike, herwiha dema ku jineke di malê de tudiyek hate li ser wê  berê xwe dibin mala jin, ji ber ku mala jin xwedî lê derkeve. Di heman demê de em bi hêvî ne ku her jin riya xwe nasbikin, ji ber ku tundî li ser wan ne yê kirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.