Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Felsefeya Şoreşa Rojava tevahiya jinên cîhanê bi hêz kir

06/04/2025
in JIN
A A
Felsefeya Şoreşa Rojava tevahiya jinên cîhanê bi hêz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Bi saya fikir û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, silogana”Jin Jiyan Azadî ” bûye jiyanî. ji bo ku mafê jinan were parastin û ji koletiya desthilatdaran rizgar bibe, Rêber Apo ev bar girt ser milê xwe. Li hember zihniyeta zilam, jinan jî bi Rêbertiyê re dest bi têkoşîna xwe kirin.  

Bi hezarên sala ne zihniyeta desthilatdar mafên jinan di hemû qadên jiyanê de qedexe kiriye û ew di civakê de bê rol û bê bandor hiştin. Jin di nava tarîtî, zilm û zordariyê de jiyana xwe dibuhûrand. Bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ku di 27’ê Mijdara 1978`an de hate ava kirin, êdî bi fikir û felsefeya vê rêxistinê, jin jî di civakê de bû xwedî hêz û biryar. Jinên ku tev li vê partiyê bûne, di hemû qadên jiyanê de xwedî roleke girîng e û mirov dikare bêje hemû mafên xwe jî bi dest dixin. Ji ber vê yekê PKK`ê ji hemû rêxistin û partiyên din cudatir e.

Tevî ku jinên berxwedêr rastî gelek zehmetiyan hatin û li hemberî zihniyeta paşverû li ber xwe didin û gelek bedelên giran dan. Lê dev ji vê riyê bernedan, lewra piştrastin yê ku mafê wan diparêze û wan bi hêz dike ev felsefeye. Encamê vê têkoşînê jî di Şoreşa Rojava de hat diyarkirin. Çimkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 19’ê Tirmeha 2012`an bi pêşengiya jinan, şoreş hat dest pêkirin. Ji bo bidesxitina maf, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, berxwedaneke bê hempa dan destpêkirin, heta ku gihîşt vê astê.

Jinên Rojava bûn sembola berxwedanê

Jinan di qadên leşkerî, siyasî, civakî û çandî de bi hêzeke xurt, cihê xwe girt. Jinên Rojava ji bo tevahiya jinên cîhanê bûn sembola berxwedanê. Lewra avakirina Sûriyeya azad û demokratîk erka xwe ya sereke dibînin. Herwiha jinan li dijî siyasetên qirker û koletiyê dest bi avakirina rêxistinên xweser û gelek sazî ava kirin û bang li tevahiya jinan kirin ku bi zindîkirina ruhê jinên kedkar, bi hev re Sûriyeya bi hişmendiya azad ava bikin. Di encamê de jinan ji destpêka şoreşê û heta roja îro gelek destkeftiyên bi nirx, bi dest xistiye.

Derfetê nedin girêdan zincîra koletiyê

Ji aliyekî din piştî ketina rejîma Baas, HTŞ’ê desthilatdariya Şamê bi dest xist û Colanî wekî serok nîşan kir. Ji bo siberoje Sûriyê rêveberê nû Ehmed El-Şeri gelek kongireye li Şamê lidar xist û tevahiya gel û pêkhateyên cuda yên Sûriyê paşguh kir, bi taybetî jin. Li gorî ku tê diyarkirin desthilara nû ya Şamê wê rola jinan di qadên civakê de tune bike. Di vê pêvajoyê de redkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ya herî girîng ewe ku beramberî van planan yekitiya jinên Sûriyeyê pêwîst e. Ji ber ku gelek plan û şerê taybet li dijî yekitî û hevgirtina pêkhateyan tê meşandin. Ta ku careke din jin nebin koleyê civakê û ji mafê xwe bê par nemîne, divê jin bi keda xwe û rihê jinên berxwedêr ji van planan re bibin bersiv.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.