Dîlan Mulhim\Qamişlo
Fermandara YPJ’ê Nisrîn Ebdela diyar kir ku YPJ’ê di heyama 12 salan de bû mîrasek ji tevahî jinên berxwedêr yên cîhanê re, herwiha bi hêz û îradeya YPJ’ê çeteyên tarî têk çûn, aramiya jin û cîhanê pêk hat û got, “YPJ’ê vîna jinên azadîxwaz e.”
Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, ji bo parastina jinê û civakê, piştî demeke kurt ji avakirina Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê jî hate avakirin. YPJ’ê di nava 12 saln ji têkoşîn û berxwedanê hêza jina têkoşer nîşanî tevahî cîhanê de û ji bo hemû jinên azadîxwaz û sembol û mînak. Herwiha gelek destkeftiyên giranbuha jî ji bo jinê bidest xist.
Derbarê 12’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Prasatina Jin YPJ’ê, Fermandara YPJ’ê Nisrîn Abdullah ji Rojnameya me re axivî.
‘YPJ’ê bênavber têkoşînê dide meşandin’
Nisrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji sala 2011`an ve têkoşîneke li ser erdê tê meşandin, ev têkoşîn gelek wateyan di nava xwe de digire; wekî têkoşîna gelan, jin, netewî, komînalîzim û hwd… Ev têkoşîn veguherî çavkaniya elhaman ji her mirovekî re. Ev têkoşîn di gelek qadan de tê meşandin, di aliyê civakî, rêxistinî, rêveberî, hunerî û çandî de jî derketiye pêş. Di nava vê têkoşînê de aliyê ku gelekî kar û xebat tê de hate meşandin, qada parastinê bû ku bû hêzeke mezin ji bo şoreşê. Di qada parastinê nirxên şoreşê hemêz kir û parast. Yekîniyên Parastina Jin ji destpêka avabûna xwe û heta Îro, bi nasnameya xwe nûnertiy şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet şoreşa jin dike. YPJ’ê qada parastinê veguhrand çavkaniyeke moral, bawerî, çand, sinc û nasnameya jin ava kir, herwiha bû hêzeke pêşeng ji bo rêgez û armancên şoreşê. Jinê di şervantiya xwe de temsîl kir û dikarîbû bibe parisva heqîqetî, hem jî di cewhera xwe de jinbûna xwe jî temsîl kir. Di van salan de em li ser gelek mijaran sekinînin, yek ji wan mijara herî girîning ku jin bi hêza xwe ya xweser karîbe îradeya xwe temsîl bike û ev serkeftina herî mezin bû. YPJ`ê karîbû nûnertiya vê îradeyê bike. Bi ruhekî fedeyî bi sedan jinan canê xwe qurbanî vê armancê kirin û di şehdeta xwe de jî helwestên bindestiyê qebûl nekirin.”
‘Armanca me misogeriya paratina gel û mafê jinê ye’
Nisrîn Abdullah da zanîn ku YPJ`ê her tim dikarîbû di çeperên şer de bibe xwedî îrade û wiha got: “Di çeperên herî pêş de, YPJ`ê cihê xwe girt û bi hişmendiya jina azad parastina xeta rawe kir. Hêza jin YPJ’ê di heyama 12 salan de bû mîrasek ji jinên cîhanê re, herwiha bi hêz û îradeya YPJ’ê çeteyên tarî têk çûn, aramiya jin û cîhanê pêk hat. YPJ`ê di nava parastinê de xwe sincên mirovî û rêgeza jiyaneke azad pêşxist, herwiha em ê her dem parizvanên çareseriyên rast bin. YPJ`ê tu carî desthildarî nekir ramanca xwe, lewma ew di nava qada parastinê de xweavakirin bingeh girt. Di van pêvejoyan de YPJ`ê bi dehan ekademiyên parastinê ava kir û di nava wan ekademiyan de avakirina keseyeta jin bingeh girt. Wan şerê xwe avakirinê da meşandin. Rêber Apo dibêje ne şer mîna berê dibe û ne jiyan mîna berê dibe, di van her du mijran de YPJ`ê sekina xwe ava kir. Heta roja îro piştî van salan jî em hestên ku şoreş destpêkir jiyan dikin û em bi wê baweriyên ne ku em ê şoreşê bi serbixin. Armanca me bi misogeriya paratina gel û mafê jinê, heta niha jî em vê têkoşînê berdewam dikin.”
‘Pêwîst e jin rêxistbûna xwe xurtir bike’
Fermandar Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Nisrîn Abudllah eşkir kir ku mijara parastinê mijareke gelekî girîng e û wiha bi dawî kir: “Niha divê demê de em di nava şerekî berfireh dene, ji aliyekî ve deweta Tirk û çeteyên wê êrişî gelê me dikin û aliyê din jî DAIŞ` dibin serweriya hikumeta Şamê de xwe nû dike. Armanca wê ew ku xwe ji nû ve ava bike û serweriya xwe li ser herêman bide meşandin. Di salên derbasbûyî de YPJ`ê bi nasnameya xwe ya xweser têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyan di aste herî bilind de da meşandin û bi awayekî serkeftî ji aliyê gelek welatan ve hate xelatkirin. Em daxawaz ji hemû jinên Sûrî dikin ku asta têkoşîna xwe xurtir bikin, herwiha em bang li hemû jinan dikin ku bi hev re bi têkoşîneke xurt bidin meşandin û di pergala nû ya dîmokratîk de bibin xwedî rol û misyon.”