Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo pêşxistina qada hunerî xebat tên kirin’

02/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Ji bo pêşxistina qada hunerî xebat tên kirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed destnîşan kir wan weke qada hunerê xwestin ku têkiliyên xwe bi hunermendên herêmên Sûriyê yên din xurt bikin, da ku bi hev re kar û xebatên hevbeş bidin meşandin û qada hunerî pêş bixin.

Derbarê serdana hunermendên herêmên din yên Sûriyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê re   hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di meha Adarê de gelek hevdîtin bi hunermendên herêmên Sûriyê yên din kirin û wiha got: “Bi armanca bi hev re kar û xebatên hunerî bidin meşandin, piştî hilwişandina rêjîmê guhertin di her alî de çêbû, weke TEV-ÇAND’ê me jî xwest guhertinan di qada hunerî de çêbikin û têkiliyên xwe bi hunermendên herêmên Sûriyê yên din çêbikin, komîte hate ava kirin 4 kes hatin hilbijartin weke têkiliyên dîbolmasî ji bo serdana Şamê bikin, li wir hevdîtin bi hineke derhêner, hunermend û lîstikvanan re hatin kirin, ji xwe hunermendan jî xwestin serdana herêmên me bikin, ev yek hat bi rasthatina Newrozê me ew vexwendin ji bo tevlî cejna Newrozê bibin hem jî lêgerîna wan di Rojava de çêbibe û xebatên çandê bibînin, weke her kesî dît hunermend Semîh Şiqêr tevlî şahiya Newrozê jî bû.”

‘Hevdîtin bi awayekî serkeftî derbas bûn’

Sumeya Mihemed tekez kir ku hevdîtin hatin kirin bi awayekî serkeftî derbas bûn û wiha berdewam kir: “Di serdanê de hunermend Semîh Şiqêr di nava saziyan de hate gerandin bi taybet saziyên hunerî, herwiha serdana Pemangeha Bilind a Hunerî li Dêrikê û Hunergeha Welat kir, kêfxweşiya xwe anî ziman ku çawa di rewşeke zehmet de Akadîmiyeke wiha hate vekirin.”

Sumeya Mihemed wiha pê de çû: “Di hevdîtinan de vekirina kargehên mûzîkê hatin nîqaş kirin, dibe ku di meha Gulanê de dest bi vê xebatê bê kirin û hunermend Semîh Şiqêr jî tevlî vê xebatê bibe, herwiha derhênerê Sûrî Dr.Ecac Selîm jî pêşîniyar kir ku cihekî ji bo Sînamayê jî çê bibe weke Holyood, herwiha di milê mûzîka fîlim û Sînama de jî wê karê hevbeş bê kirin, gelek projeyên din wê di demên pêş de bên bi cih anîn.”

Sumeya Mihemed di dawî de wiha anî ziman: “Nîqaşên pir bi wate û encam hatin kirin, hunermendan amadekariyên xwe ji bo pêşkêş kirina alîkariyê di warê hunerî de nîşan dan, lê belê demeke jê re pêwîste ku bê pêkanîn, hunermendan destnîşan kirin ku derfetên me pir hene li herêmê lê xwedî derketineke jê re divê. Di demeke nêz de wê ev xebat bên meşandin, bi wan re hineke lîstikvan weke Mihemed Oso û hwd. Weke TEV-ÇAND di naskirina wan hunermendan em kêxweşbûn, me gelek lîstikvan nas kirin, di dema pêş de wê serdan zêdetir bê kirin ne tenê ji bo Şamê lê herêmên Sûriyê yên din.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.