Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hêviya edalet û cezakirina sûcdaran

02/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li hêviya edalet û cezakirina sûcdaran
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di dema dawî de hêzên girêdayî desthilatdariya Şamê li dijî pêkhateya Elewî li berava Sûriyê komkujiyên mezin pêk anîn, Di encamê de bi sedan, jin, zarok û kesên temen mezin jî hatin kuştin. Yek ji dayikên elewî ku kurên wê li ber çavên wê hatin kuştin û navê sindiyana beravê lê hate kirin; Zerga Sebahiya ye.

Piştî xilasbûna ji rêjîmeke diktator, êdî Sûriyê kete qûnaxeke nû de, lê hişmendiya desthilatdariya nû û ya Baas`ê weke hevin, tu guhertin pêk nehat. Di dema dawî de li beravê Sûriyê komkujiyên mezhebê derheqê pêkhateya elewî de pêk hat. Ji xwe yên komkujî pêk anîn jî hêzên girêdayî desthilatdariya Şamê bûn. Di wan komkujiyan de malbtin bi giştî hatin kuştin. Li gorî rewangeha mafê mirovan a Sûriyê li berava Sûriyê zêdeyê 1383 kes ji pêkhateya elewî  li ser destê hêzên girêdayî desthilatdariya Şamê hatine kuştin.

Çîroka bi êş ya Dayika Eymen

Zerga Sebahiya jineke ji mezheba Elewî ye, di kesayeta wê de wateyên qehremantî û berxwedanê ya dayika Sûrî hate nîşan dan. Wê tecrûbeyeke bi êş jiyan kir, malbata wê bi awayekî hovane ji hêla çeteyan di çarçoveya komkujiyên ku li berava Sûriyê pêk hat; hatin kuştin. Zarokên wê Kînan, Suhêl û neviyê wê hatin kuştin.

Di riya vîdyoyekê ku li ser medyaya civakî hatibû parve kirin, ku ev dayik li pêşiya laşê zarok û neviyê xwe sekiniye li hember hêzên çekdar, di vîdyoyê de çekdaran ji dayikê xwest ku laşê zarokê xwe bibe û bi awayekî bê rêzgirtin axaftin jê re dihat kirin. Li gorî rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulruhman, laşên wan ciwanan 4 rojan li erdê maye, dayika Eymen parastina laşê zarokên xwe dikir bi hêviya ku karibe wan oxire bike.

‘Bûyera ku li berava Sûriyê çêbû li dervî wijdanê mirovahiyê ye’

Jin Elewî Zerga Sebahiya “Dayka Eymen”ji rojnameya me re axivî û behsa serpêhatiyên xwe kir û wiha got: “Bûyerên ku li berava Sûriyê çêbûn li dervî wijdanê mirovahiyê ye, mirovê ku ji xwedan bitirse van kiryaran pêk nayne, zarok û naviyên min kuştin, komkujî pêk hatin û malbat bi temamî hatin kuştin. Gelên Sûriyê bi vî awayê hovan e kiryaran bi birayên xwe yên Sûrî re nake, ji ber ku em li ser hezkirinê mezin bûn e”

‘Li hêviya pêkanîna dadmendiyê me’

Dayika Zerga diyar kir ew ew li hêviya pêkanîna edaletê ye û wiha domand: “Me di jiyana xwe de tu kes ne êşandiye, tu guhnehê zarokê min tunebûn, dilê min şewitandin, em li hêviya edalet û cezakirinê ne. Divê rê li ber pevçûnên mezhebperestî û tundiyê bê girtin, destwerdana derve neyê qebûlkirin, gelê Sûriyê ji hev hez dike û rêzê ji hev re digrin.”

Di dawiya axaftinên xwe de dayika Eymen spasiya piştgirî û alîkariya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha anî ziman: “Em piştgirî û alîkariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr nakin, ew xwdiyê xêr û aştiyê ji tevahî Sûriyê re ne.”

Hêjaî bibîrxistinê ye ku Netewên Yekbûyî jî tundiya li berava Sûriyê şermezar kiribû, herwiha gelek rewşên kuştina meydanî û malbatên bi temamî hatin qetil kirin belge kir.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.