Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘YPJ’ê di cîhanê de bûye hêza jinên serfiraz’

02/04/2025
in JIN
A A
‘YPJ’ê di cîhanê de bûye hêza jinên serfiraz’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Fermandara YPJ’ê Çîçek Zagros destnîşan kir ku bi felsefeya Rêber Apo û berxwedaniya Kobanê YPJ’ê mohra xwe li rûpelên dîroka têkoşînê xist û wiha got: “Êdî jin YPJ’ê ji xwe re weke modelekê esas digre û têkoşînê dike.” 

Derbarê salvegera damezirandina YPJ’ê û girêdayî wê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Fermandara YPJ’ê Çîçek Zagros ji rojnameya me re axivî û salvegera YPJ’ê û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî jinên berxwedêr û gelên azadîxwaz pîroz kir.

 ‘Jidayîkbûna Rêber Apo vejîna hêza jinê ye’

Çîçek Zagros destnîşan kir ku jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan di sala 1949’an de li gundê Amara vejîna cîhan û hêza jinê bû û wiha anî ziman: “Jidayîkbûna Rêbertî hebûn, nûbûn û têkoşîn bû, ji bo ku jin karibe xwe îfade bike û pêşengtiyê bike, ji dasthilatdarî, tundî û sîstema kapîtalîzimê xelas bibe Rêber Apo di pirtûkên xwe de felsefeyek ava kir da ku jê re bibe riya têkoşîn û berxwedaniyê. Çanda ku Rêber Apo lê jiyan kiriye girêdayî çanda Neolotîk ya dayiksalarî ye, têkoşîna Rêber Apo ji çanda dayiksalarî girtiye, ji ber vê yekê giranî da têkoşîn, hebûn û rêxistinbûyîna jinê, li ser vî esasî em rojbûna Rêber Apo ji bo xwe vejînekê dibînin, ne tenê ji bo jina kurd raste di serî de weke jinên kurd digrin dest, lê di şexsê jina kurd de tevahî jinên cîhanê ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin. Jinê di qadên siyasî, leşkerî û qadên cur bi cur de xwe bi rengê jinê ku hebûna xwe îfade bike û zemîneke jê re ava kir. Mîmarê azadiya jin Rêber Apo ye, em ê têkoşîn bikin da ku ev sal bibe misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

‘Jin YPJ’ê ji xwe re esas digre û têkoşînê dike’

Çîçek Zagros wiha domand: “Di êrişên DAIŞ’ê de ku dixwest zihniyeta xwe ya tarî û li dijî mirovahiyê di şexsê jinê de cîhanê bi giştî tarî û tune bike, li hemberî van terorîstan bi felsefeya azadiyê YPG û YPJ’ê li hemberî wê serî rakirin û heya dawî şer kirin. YPJ’ê pêşengtiya berxwedaniya yekemîn ya Kobanê ku xeternak komên terorê DAIŞ’ê şikenand; kir. Ev cesaret, îrade û têkoşîn bi saya felsefeya Rêber Apo bû ku di seraserî Rojhilata Navîn de yekemîn car bi hêza jinê bawer bûn, ev îrade hişt ku DAIŞ’ê bişkîne û ew çarçefa reş ku li ser jinê ferz dikir rakir. Berî şoreşa Rojava gelek şoreşên din hebû bi pêşengtiya jinê lê hêzeke leşkerî ya jinê tune bû, bi felsefeya Rêber Apo û berxwedaniya Kobanê YPJ’ê mohra xwe di cîhanê de xist û bû nasnameya cîhanê, êdî her kes YPJ’ê ji xwe re weke modelekê esas digre û têkoşîn dike.”

Çîçek Zagros wiha lê zêde kir: “Jinan bi rojbûna Rêber Apo xwe nas kirin û bi têkoşîna wî bûn sembol di cîhanê de, lewma bi rihê şoreşa Rojava û 4’ê Nîsana 2013’an YPJ’ê di heman dîroka rojbûna Rêber Apo konferansa yekemîn a YPJ’ê li Dêrikê raghand.”

‘Bi bedelên giranbuha wê azadî were bidestxistin’

Çîçek Zagros diyar kir ku şerê herî mezin ê azadiyê ye û wiha berdewam kir: “Azadî ancex bi berdelên buha were bidest xistin, YPJ’ê ev 13 salin asta xwe ya têkoşînê li hember teknîka dagirkeriya Tirk an jî hêzên hegemonîk gihand zîrva xwe, tecrûbeyên 13 salan di warê rêxistinî hem xwerêxistinkirin, perwerdekirin, xwezanekirin û teknîkê de YPJ’ê xwe pêşxistiye, li hember teknîkên ku li dijî gelê me pêk tê dibin bersiv û teknîka dijmin vala derxistiye, YPJ’ê di hemû rê û rêbazên teknîk û istratîjîk de rol lîst. Ji bo parastina gel YPJ’ê bû singer û li ser vî esasî di asta cîhanî de bûye model û hêza jinên serfiraz.”

Çîçek Zagros wiha got: “Berxwedana ku li hemû deveran li ser asta Dêr Hafir û Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û di çiyayên azad de heman berxwedan tê meşandin, em vê rojê li wan pîroz dikin. Bangewaziya Rêber Apo ya dîrokî misogeriya aştiyê ye ji bo tevhaî netewan. Li ser esasê pêngav û bangawaziya Rêber Apo pêşengtî û têkoşîna wî divê xurtir bikin û bangawaziya aştî, demokrasî, wekhevî û bratiya gelan esas bigrin, em ê sala 2025’an bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan. Em tekez dikin ku di şexsê jinê de wê civak jî azad bibe û em ê wisa têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Post Views: 133
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.