Birûc Resûl/Qamişlo
Rêveberiya HPC-Jin a bajarê Kobanê Edila Bekir diyar kir ku pêwîst e jin bi xwe parastina hebûna xwe bike û li benda kesî nemîn e û wiha got: “Ya ku jinê diparêze jin bixwe ye, ji ber vê yekê divê jin parastinê ji xwe re bingeh bibîne.”
Jin, tevî hemû pirsgirêkan û êrişên li ser tên meşandin, çavkaniya jiyanê ye, jin ji tinebûnê hebûn diafirîne. Tu caran koledariyê qebûl nake ku bibe qurbanî, ew mîna werzên salê ye herdem xwe nû dike. Vîna wan bi kerasetan nayê şikandin û di ferhenga jiyana wan de tu carî teslîmiyet tune ye.
Derbarê jin û parastinê de Rêveberiya HPC-Jin a bajarê Kobanê Edila Bekir ji Rojnameya me re axivî.
Edila Bekir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser peyama Rêber Apo a ji bo jinan şandibû û wiha got: “Peyama Rêber Apo ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Rola Rêber Apo di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinê de pir diyar e. Her wiha armanca têkoşîna azadiya jinê jî pêşxistina azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye. Em bi vê wesîleyê Rêber Apo ji dil û can silav dikin. Silavên Rêber Apo ji bo me wê bibe sedema pêşxistina têkoşîna azadiyê. Bê guman wek tê zanîn û dîtin di van şeran de jin rastî tundiyên curbecur hatine. Ji hêla derûnî ve zirarên mezin dibînin. Li beramberî vê pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye.”
‘HPC`ê li dijî şidetê têkoşîna xwe bilind dike’
Edila diyar kir ku ya herî girîng û sereke ew e ku jin bikaribe li hember her cûreyên êrişên pergalê xwe biparêze û wiha pê de çû: “Îro di nava civakekî de xwe parastin girînge û bi taybet wekî jin pêwîste xweparastin ji xwe re bingeha jiyanê bibîne. Li Rojava li ser beşên waletparêzî, parastina cewherî û dîroka parastina cewherî perwerdetên dayîn. Ji ber ku parastina cewherî ji bo me pêdivîyeke ku êdî nema dest jê tê berdan. Di nava civakê de pergala desthilatdariya mêr bi bandor e. Ji ber vê bê qanûnî û bê edaletî tê jiyan kirin. Gelek êriş li ser bedena jin tên kirin. Perwerdeyên ku tên dayîn ne tenê ji bo civak xwe biparêze, ya herî girîng û sereke ev e ku jin bikaribe li hember her cûreyên êrişên pergalê xwe biparêze. Yek ji rola sereke a hêzên parastina civakê jî parastina her cûre nirx û hebûna jinê ye.”
‘Em ê bi hêz, îrade û tilîliyên dayikan serbikevin’
Edila Bekir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî pergala desthilatdar ger jin parastina xwe a cewherî pêşnexe wê bê parastin bimîne. Ji ber vê pêdiviya jin bi pergala parastina cewherî heye. Eger nekare pergala parastinê bide rûnişkandin, ew ê azaiya xwe bidest nexin. Ji ber vê HPC’ê garantiya jiyanê ye. Pêwîst e jin parastina hebûna xwe bike. Divê li benda kesî nemîne ji bo ku bi vê erkê rabe. Em dibînin ku çawa dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rijhilatê Sûriyê zêdetir dike û çawa jina pêşeng dike armanên êrişên xwe, heya roja îro ev êriş didomin, her wiha niha li bendava Tişrîn ku dayik û jinên ciwan xwe kirine mertalê parastinê tenê ji bo dagirkerî neyê ser axa wan. Em ê bi hêz, îrade û tilîliyên dayikan bi serkefin.”
‘Yekîneyên Parastina Jinê ji bo jiyanê pir girîng e’
Rêveberiya HPC-Jin a bajarê Kobanê Edila Bekir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê ji bo tevahî jinan hêz e û pir girînge û wiha domad: “YPJ`ê fêrî hemû jinan kir ku xweparastin tişta herî esas e. Em hemû jinên ku ji bo parastin û azadiyê canê xwe feda kirin, bi bîr tînin û ew ji bo me bûn hêz û sembola jiyana azad. Yekîneyên Parastina Jinê ji bo jiyanê pir girîng e. Ji ber ku ya jinê diparêze jin bixwe ye. Îro jin bi vê hêza mezin re bihêztir bûne. Em careke din bêjin, li hemberî ew destûrên zordar, em ê pergala jinan ava bikin.”