Asya Weşûkanî
Ez di serî de rojbûna Rêber Apo pêşeng û serkêşê, gelê Kurd pîroz dikim û rojbûna Rêber Apo weke rojbûna gelê Kurd; dibînim û bi kelecan û coş cejna gelê Kurd jî pîroz dikim. Rêber Apo ji bo me gelê Kurd destpêka dîrokeke nûjen û hatina Rêber Apo ya rûyê dunyayê bûye dîrokek pîroz û ji dayikbûna fikir û ramanên azad û serbixwe. Paradîgma Rêber Apo ya li ser bingeha avakirina civaka demokratîk, exlaqî û siyasî ji bo me ronahî û teyîsoke (Ronesanse) û ji bo tevahî mirovahiyê; ciyê bîr û baweriya bi serkeftinê ye. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe bû çiraya ku riya pêşveçûna, demokratîk a gelê Kurdistanê ronahî dike. Gelê Kurd bi bîr û bawerî xwe beşdarî têkoşîna, Rêber Apo ya ji bo azadiyê kir û ji bo serkeftinê xwe seferber kir.
Weke ku tê dîtin jinên Kurd tevî dost û hevalên xwe, yên enternasyonal rojane ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo; li nava kolan û serê rêkan di çalakiyan dene. Bi taybet jî jinên çalakvan û têkoşerên azadîyê, xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de kilît kirine û weke ku; çawa Rêber Apo ji bo azadiya jin û civakê 50 salên xwe bûrand, ew jî bi çalakbûna xwe hewildidin ku deynê xwe bidin. Rêber Abdullah Ocalan ji hêviya gelê Kurd û gelên azadîxwaz re bû serdemeke pêşveçûna ronakbîrîyê û ez jî weke jineke têkoşer xwe deyndarê keda Rêber Apo dibînim û hewildidim, ku layiqî keda Rêber Apo bibim û erka xwe ya netewî û mirovahî pêkbînim. Em di warê ruhî, fikrî û jiyanî de bi Rêberê xwe re girêdayîne û em ji têkoşîna, gelan jî bawerin û weke ku hevokek gelerî heye ku wiha dibêje: Ger ku rojekê gel hewilbidin xwe rizgar bikin û ji dil, têkoşîn bikin tekez wê pêk were.
Weke ku têye zanîn 5 hezar salan ku jin û di şexsê jinê de civak di nava lepê qirkirina çandî deye û ji hêla pergala; baviksalar ve têye çewisandin. Rêber Apo jî têkoşîna xwe ya bîrdozî li ser, van temelan daye destpêkirin û her hewildaye, ku ji pirsgirêkên gelê Kurd û jinan re çareseriyê pêkbîne û di şexsê; gelê Kurd de civaka mirovahiyê ku heman pirsgirêkan jiyan dike, çareseriyên temelî pêkbîne û dawiyê li hişmendiya desthilatdar bîne. Rêber Abdullah Ocalan ji netewa Kurd re bû mîladek nû ji bo ku vejîna xwe pêkbîne. Rêber Apo her weke Pirometewsê hemdemî hewildaye ku agirê jiyana azad ji xwedayên zalim û çewsîner ji mirovahiyê re bidize û serdemeke ronakbîriyê destpêbike. Ew pergala tundrew û zordar ku her cure serdestî û zilmê li ser jinê û di şexsê jinê de li ser civakê pêktîne.
Pêncî salin ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd, têkoşîn kiriye û ji tunebûnê ew aniye hebûnê û civaka Kurd ji qirkirin, talan, cehalet û wendakirinê rizgar kirin û ew xistin rêza gelên Cîhanê de. Gelê Kurd jî xwe deyndarê Rêber Apo dibîne û bi têkoşîn û hewildanên xwe çalak dibin û bi wî hawayî sozdariya xwe ya bi pêşeng; serkêş û Rêberê xwe re didin nîşandan. Weke ku têye dîtin gelê Kurd li Rêberê xwe xwedî derdikeve û amadebûna xwe dide diyar û hazirkirin ku canê xwe jî feda bikin. Gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ên têkoşer û tevahî jinên azadîxwaz, îlhamê ji fikir û ramanên Rêber Apo digirin û çalak dibin. Em bi kelecan û coş dibêjin bijî bijî Rêber Apo, bijî mirovahiya azadîxwaz û jinên çalakvan.
Weke ku me tevan li peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê guhdar kir û xwend, Rêber Apo ji tevahî jinan re dibêje: Cejna jinên kedkarên Cîhanê li we tevahî jinên hêja pîroz be û perspektîfa, têkoşîn û xebata serdema çareseriya demokratîk dide û jinan jî bi peyama Rêber Apo re li çar parçeyên Kurdistanê û Cîhanê weke gulên Berfînê rengê xwe vedan û weke volkanekî berxwedêr keliyan û coşa xwe dane tevahî civakê û ew rakirin ser piyan û newroza xwe jî bi rengekî pir teyisok dane gelan. Careke din jî ez dibêjim ku bi kelecan û coşeke mezin, di rojeke weke vê rojê de sozdariya xwe ya bi Rêber Apo re; didin nîşandan û dibêjin; em hene û têkoşîn dikin heyanî ku em Rêberê xwe di hêla fîzîkî de azad bikin û di nava xwe de wî azad bibînin gerek em jî weke jinên têkoşer bibêjin ku wext hatiye ku, em tevahî hêza xwe seferber bikin û bibêjin ey jinên ciwan ey ciwanên Kurdistanê werin em tev bi hevre, hêza xwe bikin yek û li hemberî zaliman tekoşîn bikin û bibêjin: Ey jinên cîhanê bese ji zaliman re, bese ji kedxwaran re ku keda jinan û mirovahiyê dixwin û hêza wan a bi tevahî aktîfbûna wê zeft dikin û weke kevirekî li pêşiya pêşveçûna wan dibin asteng û kelem derbas bikin. Rêber Apo cardin ji bo me gelê Kurd û jinan hebûn, azadî û jiyana nûye û beriya her tiştî giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me serekeye û em dibêjin yan azadî yan azadî. Rêber Apo ji bo me jiyan bi xwe ye û ger ku, azadiya wî nebe wê jiyan ji bo me jî nebe. Cardin jî em dibêjin weke gelê Kurd Rêber Apo ji bo me şefeqa serdemeke nûvejînê ye û hebûna me jî bi hebûna Rêber Apo ye.
Em bi hurmet û minetdarî dayika xwe Uveyîş û babê xwe Omer ku, ji bo me Kurdan dayik û babin bibîrtînin û dibêjin: Tenê hûn bêjin ku me lawek anîye dunyayê ku wê, mirovahiyê rizgar bike û hûn û tevahî gelê Kurd pê serbilind bin û cardin jî em dibêjin hûn ji bo me weke ewliyane û pîrozin. Em deyndarên wê dayik û bavên giranbiha û pîrozin û di dawiyê de jî em dibêjin: Bijî bijî Rêber Apo xweda û xwedanê me Kurdan û mirovahiyê ne. Bijî yekîtiya gelê Kurdistanê û têkoşîna wan. Bijî yekîtiya gelan û xwişk û biratiya wan. Jin jiyan azadî û careke din ji dil û can ez rojbûna Rêber Apo pîroz, dikim û dibêjim ez bi hêvîme ku sala bê li ser Sûrên Amedê bi Rêber Apo re pîroz bikin û dibêjim bi hêviya serkeftina mayendî û di heman demê de 4’ê Nîsanê salroja sazûmankirina Hêzên Parastina Jinan, YPJ’ê ye û ez dibêjim: Têkoşîna YPJ’ê jî beşek ji xebata jinan a serkeftiye û şoreşa Rojvayê Kurdistanê jî bi pêşengtiya jinan; gihaşte serkeftinê. Di serî de ez tevahî şehîdên qehreman bibîrtînim û bejna xwe li hemberî meznahî û giranbiha bûna wan ditewînim û soza bilndkirina têkoşînê ji wan re nû dikim. Ez vê roja bi wate li tevahî fermandar û şervanên YPJ’ê pîroz dikim û dibêjim: Em sozdarên jinên têkoşer û qehremanin, cardin jî em salvegera damezrandina YPJ’ê yekîneyên parastina jinan li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Suryeyê pîroz dikin.