Amara Baran/ Qamişlo
4’ê Nîsanê ji bo hemû kurdan rojeke girîng e. Di 4’ê Nîsana 1949’an de Rêber Apo li gundê Amara yê navçeya Xelfetiya Riha yê jidayîk bû. Gelê kurd bi manewiyateke mezin nêzê vî rojê dibe û rojbuna Rêber Apo wek rojbûn û cejna xwe dibînin. Ji ber wî jî gelê kurd hersal berê xwe dide gundê ku Rêber Apo lê jidayîk bûye, bi coş û kelecanek mezin rojbûna wî pîroz dike.
Gelê kurd 21 salin ku di 4 Nîsanê de tevî hemû astengî û qedexeyan ji Kurdistanê û Tirkiyê bere xwe dide Amarayê rojbûna Rêberê gelê kurd Rêber Apo pîroz dikin. Endamê Meclîsa Ciwanên Partiya DEM’ ê Rêzan Kağinarslan tekîldarê Rojbûna Rêber Apo bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
Gelê kurd îsal bi dirûşmeya”Bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve bimeşe” 4 Nîsanê pêşwazî dike, wek ciwanên partiya DEM amedekariyên we ji bo vî rojê çi ne?
Piştê bangawaziya Rêber Apo a “banga aşitî û civaka Demokratîk” me wek Meclîsa Partiya DEM’ kombûn û di cîvînê de biryar girt ku plansaziya meşa ku bi Şîara ” Civaka Demokratîk berbi azadiyê ve bimeşin” wê pêk were ji bo ku em vî meşa bi heybet bigîhînin gel starta meşê li Amedê hat îlankirin û di heman Rojê de li ser medya ya civakî qampanya em dimeşin Amara hat meşandin. Biwî awayê meşa ku 1 mehê biçin Amara yê hat îlankirin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi belavokan meşa ber bi Amarayê ve bigîhînin her kesek û her jineke ciwanek ku beşdarê meşe bibin. Li gelek çarxereyan jî bi dîmen li ciwanan banga ” em beşdarê vî meşê dibin hun jî beşdar bibin ” hat kirin, bi wî awayê me hewilda ku qampanya ku ji aliyê ciwanên partiya DEM’ê hatiye destpêkirin bidin naskirin. bi rêya çapemeniya azad bangawazî hatin kirin ku herkesek bi awayek girseyî û bi çalakiyên girseyî tevlî meşê bibe.
21 sal in rûxmê hemû astengiyan jî gelê kurd bere xwe dide Amara yê, meşa Amarayê ji bo gelê kurd çima ewqas girînge?
Meşa Îmraliyê ji bo gelê kurd û hemû gelên bindest nîşaneyek girînge. Wateya wî ewe ku di Dîrokê de pişte demeke dirêj bi vejîna Rêber Apo re vejina Gelekî, vejîna birdoziya bindestan û vejina birdoziya ku dikare ji gelan re aşitî, aramî û jiyanek hevpar avabike derket holê, ji ber wî jî meşa Amarayê nîşan dide ku zayîna Rêber Apo tê wateya ku bi wî zayînê ew birdozî û tevger dikeve nav civakê ji bo me ew serdem girînge ku em pîrozdikin. Di 27’ê Sibatê de ew bangawaziya ku bi navê Aşitî û Civaka Demokratîk hat kirin diwî merheleyê de zelaliyek mezin derket holê ku divî pêvajoyê de li ser navê gelê kurd û li ser navê gelê bindest û dostên gelê kurd piştgirî didin tevgera kurdan li ser navê wan jî aktorê herê mezin Rêber Apo bi xwe ye. Di vî warê de ger pêvajoyek hebe û ger aşitiyek pêk were divê astê de ji aliyê hêzên dagirker û Dewletê ve were qebûlkirin ku aktorê sereke Rêber Apo bi xwe ye. ancax Rêber Apo şertê jiyan û xebatê bigûhere û aşitî pêkan bibe, heman deme de meşa Amarayê vî îşaret dike, dibê je ku divî pevajoyê de tişta herê girîng jî yek jî qebûlkirina aktorbûyîna Rêber Apo ye. bangawaziya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kiribû gihaşt asta herî jor, biwî meşê emê carekdin pê îşaret bikin ku çawa gelê kurd bi qampanyayê îmzeyan da diyarkirin ku gotin îradeya me Rêber Apo bixweye divî meşe de jî emê vî tiştê carekdin derxînin holê.
Piştê bangawaziya Rêber Apo a ji bo aşitî û civaka demokratîk, 8 Adarê û Newroz bi rengeke cuda hat pîrozkirin, gelo 4 Nîsanê bi coşek çawa wê were pîrozkirin û cudahiya vê salê ji salên berê çi ye?
Piştê bangawaziya Rêber Apo 8 adarê û Newroz bi kelacaniyekî pir mezin derbasbû pişte tecrîdekê giran a 43 mehan dengê Rêber Apo gîhaşt civakê , ev jî pêleke mezinbû ku ket nava civakê , ew jî ji bo civakê hêvî û hêzeke mezin avakir ji ber gelê kurd jî baş dizane ji her dema ku Rêber Apo gav davêje însiyatîfek dide destpêkirin û berpirsiyartî dide ser mile xwe ji bo gelê kurd destkeftiyên mezin ava dike îro jî bi wî bangawaziyê gelê kurd biwî heviyê û bi hêzeke mezin beşdarê 8 Adarê û Newrozê bû, heman demê de hem xadî derketina xwe nîşandan mile din de jî baweriya xwe ya bi Rêber Apo re nişandan. aliyê din de jî gotin ku li dijî hemû qirkirinan jî emê livî qadêbin. bi heman rihê wê 4 Nîsanê jî nîşan bide ku emê çawa xwedî li Rêber Apo derdikevin piştê tecrîda giran û polîtilayên ku dixwaze nirxên tevgerê binpê bikin jî di 4 Nîsanê de emê nîşan bidin ku li dijî hertiştê Serokê tevgerê û îradeya gel jî Rêber Apo bixo ye, wateya vî salê a 4 Nîsanê jî ev bixwe ye. Divî pêvajoyê de yên ku li ser navê gelê kurd û gelê bindest li ser masê aktore Rêber Apo bi xwe ye. Di 4 Nîsanê de jî emê nîşan bidin ku hêza herê mezin ewe û di guhertina şertên xebat û jiyanê bi Rêber Apo diguhere. di 4 Nîsanê de emê tenê rojbûna Rêber Apo pîroz nekin di heman demê de êmê diyar bikin ku ger mafê hêviyê neyê dayîn û Rêber Apo nikaribe bi rihetî xebat bide meşandin ev prosur nikare bigîhîje encamekî, di 4’ê Nîsanê de ev peyam bi awayek xort derkeve holê di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de jî ev peyam bi awayek xort derket holê wê di 4’ê Nîsanê de jî bi awayek bi hêztir bi pêşengtiya ciwana ev peyam derkeve holê. Em ê wek jiwan piştgiriya xwe bidin însiyatîfa ku Rêber Apo daye destpêkirin.
Di 77 saliya Rêber Apo de bang û peyama we çi ye?
Di 77 saliya Rêber Apo de em carekdin rojbûna wî pîrozdikin, rojbûna Rêber Apo bi keda wî û bi nirxên ku wî avakiriye û tevgera ku wî daye destpêkirin û bi berxwedaniya ku gihaştiye vî astê, îro wê rojbûna wî wê bibe vejîna nirxên civakî û vejîna gelên bin dest. Rêber Apo heta 77 salên xwe her kelî ji bo gelê xwe û ji bo gelên bindest û ji bo birdoziya sosyalîst a şoreşgerî xebat da meşandin. Jiyanekî ku kedeke mezin daye daniye holê, çiqas rewş xirabin dagirkirin pişaftin û tunekirina xwezayê û binpêkirina nirxên civakî çiqas kurbin di heman deme de qehremaniyek mezin jî jêra hewceye ku ew xirabiyê heyî werin paşverûkirinê ew tiştên ku li holêye werin guhertin. ev jî bi vejîn û rojbûna Rêber Apo destpêkir û îro jî gîhaştiye asteke bilind. Em rojbûna Rêber Apo a ku dikeve 77 saliya xwe de ku heta vî kêliyê ji bo gelê xwe ked daye û ji bo gelê bindest di nava hewildana birdoziyekî de ye pîrozdikin. Û rojbûna Rêber Apo li hemû gelên bindest, li hemû şoreşgerên ku di çeperan de ber xwe didin û kesên ku ji birdoziya moderînîteya netewa demokratîk hêz digrin li wan hemûyan pîroz be.