Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistinkirina jinên ciwan serkeftina  şoreşê ye

01/04/2025
in JIN
A A
Rêxistinkirina jinên ciwan serkeftina  şoreşê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo

Berdevka giştî ya Yekitîya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj da xuyakirin ku xebat û rêxistinkirina jinên ciwan xwe gihandiye asteke bilind û wiha got: “Jinên ciwan rihê 19 Tîrmehê dan avakirin.“

Yêkitiya Jinên Ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombûyîna hemû pêkhateyên jinên ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Têkoşîn û xebatên xwe jî li ser asta şoreşa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîn e.

Derbarê kar û xebatên Yêkitiya Jinên Ciwan û rêxistinkirina jinên ciwan de, Berdevka giştî ya Yekitîya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj ji rojnameya me re axivî.

‘Jinên ciwan gelek astengî derbaskirin’

Berdevka giştî ya Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj anî li ser ziman ku ji destpêka şoreşa Rojava ve û heya niha,  rola jinên ciwan bingehîn bû û wiha got: “Jinên ciwan di her qadê de  rol lîstiye wek dîplomasî, birdozî ku bi saya Rêber Apo û û xeta wan ya bingehîn fikir û felsefeya Rêber Apo ye ji bo ku pêşengtiyek mezin û rast were kirin. Destpêkê gelek pirsgirêk û zehmetî hebû lê bi demê re hat derbaskirin da ku xwe pêşbixînin. Bi hezaran jinên ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di partiyên siyasî de cih digrin û bi temenên xwe yên ciwan rolên pêşengtiyê dilîzin. Her wiha niha rêxistina jinên ciwan ya xweser heye di milê çandî, hunerî her wiha milê birdozî û di hemû milan de xwe pêş dixin da ku bi pêşbikevin ev jî ne tenê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînordar e. Jinên ciwan taybet jinên ku nedixwestin di bin bandora olî de jiyan bikin xwe rêxistin kirin û navê xwe di hemû cîhanê de  dan teqezkirin. Niha kar û xebatên jinên ciwan yên ku asta cîhanî bi taybet jî li Sûriyê xwe gehandiye astekî bilind. Gelek astengiyên ku pêşiya rêxistinbûyina jinên herêmê yên ciwan, bi perwerdekirina felsefeya Apoyî hat derbaskirin. Piştî rejîma Baas hilweşiya roj bi roj îşkence, tûndî û qetil zêde bû, piranî jinên Elewî hatin qetilkirin û di heman demê di nivîsandina destûra nû ya hikumeta demkî ya Sûriyê de mafê jinan nîn bû, pêwîste hemû pêkhate ji hemû olan û bi taybet jinên ciwan û ciwan rola xwe di nivîsandina destûra nû de hebe. Eger îro em hêzeke mezin in di vê șoreşê de.”

‘Bi rihê 19 Tîrmehê jin bû hêzeke  cîhanî’

Bêrîtan Roj axaftina xwe de wiha domand: “Pêşengitiya YPJ’ê  hêza herî sereke û pêşeng e ji bo me îro bi sedan jinên ciwan cihê xwe di nav de digire, bi hişmendiya paşverû û kilasîk yên ku dibêjin hêza jinên ciwan nîne û gotinên biçûkxistina jinên ciwan  li gel me hatiye şikandin û paşguhkirin bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê ev hêz û îradeya jinên ciwan bi pêş ket. Di rêxistinkirina jinên ciwan yên Ermen, Ereb, Çerkes, Siryan û tevahî pêkhateyan, îro em wek rêxistina jinên ciwan ne tenê yek pêkhate nav xwe de digrin tevahî pêkhate bi rengê xwe û çanda xwe bi vê şêwazê nav xwe de digrin û kar û xebatên xwe dikin. Şoreşa bi pêşengtiya jinê helbet encama wê serkeftine. Ji bo ku em hebûna xwe biparêzin emê civîn, perwerde û konferansên xwe di hemû qadan de ji komîn ta meclis û saziyên giştî  û herêmanbidin meşandin da ku em bidin diyarkirin ku jinên ciwan her pêşeng in. Jinên ciwan gelek zehmetiyan rû bi rû pê re dimînin wek kevneşopî û ol hwd ku ewqas jin bê vîn, hatina tepisandin, jin ji nasnameya xwe dûrxistin, her wiha çanda teqlîdkirina zilaman derketiye pêş ku hertim jin tenê pêwîst e di mal de be, nexwîne, karneke û bizewice ev hişmendî sînordar ma ye. Ji ber wê sedemê bi dijî hişmendiya zilamsalarî azadiya jinê bi rihê 19 Tîrmehê hat avakirin”.

‘Jin ne tenê karê malê bikin û bizewicin, di heraliyê jiyanê rola xwe bileyizin’

Berîtan Roj axaftina xwe wiha qedand: “Hertim jin ger kar bike karên biçûk didan jinên ciwan heya niha em di vê pirsigrêkan re û astengiyan re derbasdibin. Jinên ciwan hin caran bi çavek biçûk, malbet wan dişkîne û zewaca temenê biçûk  jî derdikeve pêş ji ber ev hemû sedem ji malbetek ku neketiye ferqa rastî û zanebûnê hertim di qalib û hișmendiyek dogmatîzim jiyan dikin û sedema kapîtalîzim û dewletê ku jin ji dîrok û çanda jinê dûrxistine  sedema astengî ev e, lê têkoşîna me her berdewam e da ku em li hember van hişmendiyan têbikoşîn. Ger jinek tenê di cîhanê de tundî jiyan dike û ne azad e em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Di bakur û rojhilatê Sûriyê tenê xebatê jinên ciwan de sînordar e ji ber ger tu bixwazê civakek hilweşîne û tu bibî ser riyek şaş jin û ciwan in ger ew jin û ciwan ne perwerde kirî bin. Ji ber vê xebatê me girîngî dide û derfet dide wek rêxistina jinên ciwan pêşxistine ji ber ti hêz wek ya jinên ciwan nîne dikare gelek karên baş bike ji bo civakên mirovahiyê. Piçek derfetên me kêm bin lê têkoşîn û hewildanên me ji bo alîkariya jinên ciwan di milê aborî her wiha pêşxistina wan di milê îdolojî em ê bikinû ya girîng ku jinên ciwan ya xwe bin ne ya kesek dîtir. Jinên ciwan di her qadên şoreşê de pêşengtî kir û bo hêza sereke ya têkoşînê.”

Post Views: 92
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.