Hemza Sêvo/ Qamişlo
Nivîskarê kurd Kemal Necim da zanîn ku her diçe asta helbesta kurdî li cem ciwanan bilindtir dibe û got, “Pêşbirka Kurdî ya Ciwanan hişt ku gelek ciwan mijûlî helbesta kurdî bibin. Lewma jî pêwîst e ciwan baldar bin di warê afîrnerî û daneriya xwe da ku bibin piştgir ji wêjeya kurdî.”
Li Rojavayê Kurdistanê pirsa helbesta kurdî û nifşên siberojê yên ku barê helbesta kurdî hilgirtine ser milê xwe, mijara rapirsînê ye li cem gelê kurd, rewşenbîr û helbestvanên kurd. Piştî derfetên mezin ku Şoreşa Rojava ji hemû waran ve da afrandin êdî mijara pêşketina wêje, helbesta nûjen a kurdî li gel ciwanan di rojeva rewşenbîriya kurdî de ye. Derbarê asta helbestê li cem ciwanên kurd, hem jî sûdmendiya Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a ku HRRK’ê salane li dar dixe, Endamê Komîteya Nirxandinê ya Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a HRRK’ê Kemal Necim ji rojnameya me re axivî.
‘Her ku diçe helbesta kurdî ya ciwanan li pêş dikeve’
Kemal diyar kir ku her diçe helbesta kurdî li gel ciwanên kurd li Rojava li pêş dikeve û wiha domand: “Weke tê zanîn ku bi 10’ê salan qedexekirin û çewsandin li ser ziman û çanda kurdî dihat kirin, kurd ji gelek warê wêjeyê bêpar mabûn. Lê piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, derfeteke mezin çêbû ji bo gelê kurd, pê re jî nifşekî nû ji ciwanên ku bi zimanê xwe perwerde dîtin derket. Êdî têkiliya vî nifşî bi wêjeya kurdî re bihêztir bû, hem jî hin ezmûn û hewldanên ji bo afrîneriyê derketin, ciwanan berê xwe dan qada wêjeya kurdî, çîrok, roman û helbest nivîsandin. Herwiha da ku wêje li cem ciwanan xurtir bibe, helbesta kurdî li pêş bikeve me Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan li dar xist. Piştî vê dema dirêj em dibînin ku her ku diçe asta helbesta kurdî li cem ciwanên me yên helbestvan bilindtir dibe. Em dibînin gelek pêşbirkên din li Rojava çêbûne, hin helbestvanên ciwan ên ku berî niha tevlî pêşbirka helbesta ciwanan bûbûn, xelat wergirtine. Lewma jî tê tekezkirin ku pêşbirka helbestê dikarî bandorekê têkildarî pêşxistina helbesta kurdî li cem helbestvanan bide avakirin.”
‘Pêşbirka ciwanan berê gelek ciwanan da helbesta kurdî’
Necim da zanîn ku pêşbirka Kurdî ya Ciwanan hişt ku gelek ciwan mijûlî helbesta kurdî bibin û wiha got: “Îsal cara pêncan e ku HRRK’ê bi hevkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê pêşbirka helbestê ji bo ciwanan li dar dixe, bi dehan ciwan tevlî pêşbirka helbestê ya ciwanan bûn, hem jî bi dehan ciwan xelat wergirtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev pêşbirk bû sedem û egereke mezin ku gelek ciwanan berê xwe bidin helbesta kurdî, yan jî yên ku berê helbest dinivîsandin û derfet tune bû ji bo wan, pêşbirk bû derfet û têvedanek da ku afrîneriya xwe derxînin. Herwiha ciwanên ku di pêşbirkê de bi ser ketin, ev yek bû piştgiriyek ku helbesta xwe bêhtir li pêş bixin, hem jî yên ku bi ser neketin, hewldan ku kêmasiyên xwe derbas bikin, guhertinekê çêbikin û sala piştre hewldanên mezintir bikin. Hin ciwan ên ku ji sala yekem ve beşdar dibin, salê destpêkê bi ser neketin, lê wan helbestên xwe li pêş xistin û paşê bi ser ketin. Ev pêşbirk ji bo pêşxistina helbesta ciwan û wêjeya kurdî bû bingehek mezin.”
‘Divê ciwan bibin piştgirên wêjeya kurdî’
Endamê Komîteya Nirxandinê ya Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a HRRK’ê Kemal Necim destnîşan kir ku pêwîst e ciwan bibin piştgir ji wêjeya kurdî re û wiha anî ziman: “Eger em bixwazin an nexwazin, asta helbesta ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistinê li pêş e, pêşbirka helbesta ciwanan piştgirî da ciwanan ku nêzî xwendin û kûrbûna helbestê bibin. Îroj ciwan bêhtir serwextî helbest û wêjeya kurdî ne, ew li dibistan, zanîngeh û peymangehan dixwînin. Lewma jî kesên ku dikarin nûjeniyekê di warê helbest û wêjeya kurdî de çêbike ciwan in. Em bi riya vê pêşbirkê û wekî din jî, daxwazê ji ciwanan dikin ku bila baldar bin ji bo afrînerî û daneriya xwe û divê ciwan bibin piştgirên wêjeya kurdî.”