Esma Mistefa/ Qamişlo
Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hêvî Mistefa da zanîn ku jina kurd destkeftiyên giran bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re bidest xist, ji bo guhartina çarenûsa jinên Sûriyê jî xebat dike û got: “Divê jinên kurd li çar aliyên cîhanê bi hevgirtina xwe xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin.”
Di geşedan û rêkeftinên ku di ser asta Sûriyê de hatine jiyankirin de û bi taybet bi hatine HTŞ’ê li ser desthilatdariyê, rewşa Sûriyê ber bi aloziyeke kurtir ve herikî, ku zêdetirî 13 salan ji şer û qeyranan gelê Sûriyê êdî nefesstandin jê re nema. Lê bi hatine HTŞ’ê re ew gel ber bi rewşeke xirabtir ve çû. Ji sîstema dîktator ya rêjîma Baas derbasî sîstemeke nijadperest, olperest û desthilatdartir bû. Pê re rewşa jin aloztir bû û siysetekî olperest li ser jina Sûrî tê sazûmankirin.
Derbarê mijarê Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê Hêvî Mistefa ji rojnameya me re axivî.
‘Jinên Kurd bi hevgirtina xwe pêşengtiyê ji jinên Sûriyê re dikin’
Hêvî Mistefa di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku jinên Kurd di Sûriyê de ji bo guhartina zihniyet û mafê jinê pêşengtiyê dikin û got: “Destkeftî û gavên ku jina Kurd li ser asta cîhan û Kurdistanê diavêje, gavên dîrokî ne ku tê de ji bo guhartina çarenûsa jinê şer dike û siyaset dike. herî dawî me dît ku konferansa netewî a jinên Kurd li Sûriyê hate lidarxisatin. Ev konferans pêwîsiyek bû ku bihatiba li darxistin. Ji destpêka aloziya Sûriyê a ku hatiye destpêkirin, jina Kurd amede bû û xwe birêxistin kir. Em niha careke din dibînin ku jina kurd ji bo guhartin û rewşa ku di Sûriyê bi taybet de tê jiyan kirin hevgirtina xwe bi xebatê xwe nîşan didin. Rewşa heyî bi ziraviyên wê nîqaş dikin û ji bo guhartina rewşa jin di Sûriyê de pêşengtiyê li hember sîstem û zihniyeta nû a serdest dikin”.
‘Jina kurd pêşengtiyê ji pêvejoyê re dike’
Hêvî Mistefa da zanîn ku KNK’ê zêdetirî 25 sala ye ji bo yekîtî û hevgirtina Kurdan û gelan kar dike û wiha pê de çû: “Bi rastî KNK’ê zêdetirî 25 sala ye ji bo hevgirtina kurdan û gelan xebat dike û heyanî vê kêliyê jî dîrokeke tijî destkeftî û xebat xêzkiriye. Di demên dawiyê de KNK’ê Rojava ji bo amedekirina konferansekî şêwra netewî kar dike, ku tê de hemû kurdên Rojava beşdar bibin. Lê me dît ku jina kurd careke din xwe îsbat kir û konferansa netewî a jina kurd di Sûriyê de lidarxistin.
Çawa ku jina kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kir û gihand asta ku dengvedaneke dîrokî bi silogana Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê avabibe. Divê em ji bîr nekin di qada leşkerî, bîrdozî, siyasî, dîplomasî û civakî de jina kurd cihê xwe tê girt û em niha vê rêxistinbûyînê di şexsê tevlîbûn û birêxistinkirina bi hezaran ji jinên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibînin. Ji lewra jina Kurd li kuderê dibe bila bibe divê bi yek destî, yek helwestê bibin yek û bi hevgirtina xwe pêşengtiyê ji jinên cîhanê re bike.”
Erkên dîrokî li ser milê jina Kurd e
Hêvî diyar kir ku Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû bûye û jina Kurd wê li ser du eniyan şer bike û wiha domand: “Piştî rûxîna Rêjîma Esed em dizanin ku Sûriyê kete qonaxekî nû. Di vê pêvajoyê de erka li ser me girantire, destûra ku bê avakirin divê çawa be, gelo çareseriya pirsgirêka Sûriyê çi ye, rengê ku bê avakirin divê çawa be? Ev hemû jerk in û divê di siberoja Sûriyê de cihê me hebe. Ji lewra erka li ser jina kurd di Sûriyê de girantire û du erkên wê hene yek; pêwîste nîqaş bikin ku çawa nasnameya xwe a kurdî biparêzin û çawa mafê xwe ku jina kurd û gelê kurd in di Sûriyê de biparêzin e, ya din li hember zihniyek nîqaşkirina nasnameya xwe a zayendî ku mafê wê misoger be, herwiha bi jinên Sûriyê bi hem û pêkhateyên wê bi hev du re bidinûbistînin û di diyarkirina çarenûsa xwe de û nivîsandina destûra nû de neyên paşguhkirin. Ji lewra pêwîste jina Kurd di sûriyê de weke rewşa jinên di hemû şoreşên berê yên dîrokê de nebe. Xwedî li ked û hebûna xwe derkeve”.
`Divê jinên kurd li Kurdistan û Ewropayê xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin`
Cîgira Hevserokatiyê a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Hêvî Mistefa wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di van demên dîrokî de em bang li jinên Kurd li Kurdistan û Ewropayê dikin ku ji vê pêvajoya dîrokî re bi jinên Rojavayê Kurdistanê re bibin yek û hevgirtina xwe derxînin. Ji ber êşa me weke kurd û jin yek e, her wiha xeteriyekî mezin li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û a jinê heye, ger em rojava winda bikin emê hemû Kurdistanê winda bikin. Divê jinên kurd bi insiyatîfa xwe van destkeftiyan biparêz in. Her wiha em bang li hemû jinên aştîxwaz û demokrat di cîhanê de dikin ku ew jî bibin dengê şoreşa jina azad û li destkeftiyên vê şoreşê xwedî derkevin.”