Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em destûra nû a Sûriyê ku mafê jinê paşguh dike qebûl nakin’

30/03/2025
in JIN
A A
‘Em destûra nû a Sûriyê ku mafê jinê paşguh dike qebûl nakin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo


Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Heyfa Mehmûd diyar kir ew danezana destûra nû a Sûriyê qebûl nakin û wiha got: “Ji destpêka şoreşê ve û heta niha jinên Rojava kar û xebateke bêhempa didin meşandin, destûra ku jinan paşguh bike, em wê destûrê bi tu awayî qebûl nakin.”

Tevî ku Sûriyê piştî hilweşandina rêjîma Bass derbasî qonaxeke nû bû, lê ji aliyê mafê jin, demokrasî, edalet û wekheviyê tu guhertin pêk nehatin. Ji ber ku hişmendiya desthilatdariya Şamê ya nû ji hişmendiya Bassê ne cudatir e. Ew dixwaze rola jin paşguh bike û bi rêya olperestiyê desthilatdariya xwe bide meşand. Li hemberî wê jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta têkoşîna xwe bilindtir dikin û ji bo bidestxistina mafên xwe bi israr tevdigerin.

Derbarê rol û rewşa jinê di Sûriyê de Nûnera Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyê Heyfa Mehmûd ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji destpêka şoreşê ve jin xebatekî pîroz dimeşîne’

Heyfa Mehmûd anî ziman ku ji destpêka şoreşa Rojava û heta roja îro jin xebateke pîroz didin meşandin û wiha got: “Jin ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve kar û xebatekî pîroz daye meşandin. Ev xebat ne ji ber xwe ve hate meşandin, ji ber ku bingehekî wan ya rêxistnî bi salan hatibû pêşxistin. Ew jî xwe disipêre xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku ji salên 80’î ve hatibû destpêkirin. Piştî şoreşa Rojava dest pê kir, jinê xwe birêxistin kir û cihê xwe di her qadê de girt; weke qada siyasî, leşkerî, civakî, abûrî û dîplomasî û hwd. Jin di nava şoreşê de bi rola xwe rabû û xwe îsbat kir. Ji ber ku jin bi rola xwe rabû û xwe birêxistin kir, wê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir gavên girîng ji bo bidestxistina tevahî mafên jinan, avêtin.”

 ‘Em danezane destûra Sûriyê a nû qebûl nakin’

Heyfa Mehmûd da zanîn ku desthidariya Şamê mafê jinê di danezana destûrê de napejrîne û paşguh dike û wiha berdewam kir: “Dema ku danezana destûra Sûriyê hate ragihandin mafê gelek pêkhateyan hate paşguhkirin, herwiha  û mafê jinê jî hate paşguhkirin. Destûra ku jinan paşguh dike em wê destûrê bi tu awayî napejirînin. Di heman demê de desthildariya Şamê bi hişmendiya rêjîma Baas desthildariyê bi rê ve dibe, herwiha em dibînin ku li herêmên di bin desthildariya Şamê de û bi taybet beravên li Sûriyê rojane jin rastî kuştin, destdirêjî û tecawîzê tê. Dema ku desthidariya Şamê a nû bi vî awayî were meşandin em ê vegerin sîstema rêjîma Baas, wê careke din mafê jinê were çewsandin, wê demê jin nikare mafê xwe tesbît bike. Ev sîstema ku were avakirin mafê jinê lê neyê tesbîtkirin, wê ew sîstem qels û lawaz be.

Lê em di wê baweriyê de ku jinên Sûriyê û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê karbin gaveke pir mezin bavêjin û wê mafên xwe di destûra Sûriya nû de bidest bixin. Em dibînin ku jina Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya civaka xwe dike û rojane asta têkoşîn û berxwedaniya xwe xurtir dike, gavên mezin tên avêtin û jina kurd dengê xwe dighîne hemû jinên ku li Sûriyê jiyan dikin. Gelek têkilî bi jinên li derveyî Sûriyê re jî hatine avakirin û ji bo  pirsgirêka jinê li Sûriyê were çareserkirin, wê têkoşîna me dewam bike.”

 ‘Pêwîst e jin yekîtiya xwe ava bike’

Nûnera Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyê Heyfa Mehmûd eşker kir ku jina kurd bi têkoşîna xwe bala her kesî li cîhanê kişand û axaftina xwe wiha qedand: “Îro cîhan bi tevahî ji têkoşîn û berxwedaniya jinê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê matmayî dimîne, bi taybet jina kurd bi zanebûna xwe bala her kesî kişand. Niha gelek rêxistinên jinan yên cîhanê bala wan li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, dixwazin alîkariyê pêşkêşî jinên herêmê bikin da ku jin mafê xwe bidest bixe. Ji ber vê yekê pêwîst e pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe pergaleke ji bo tevahiya Sûriyê. Di heman demê de jinê jî di hemû qadan de xwe gihandiya asta herî jor û esas tê girtin. Bangewaziya min ji tevahiya jinan re ku xwe birêxistin bikin û yekîtiya xwe li ser asta Sûriyê ava bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.