Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me xurtkirina têkiliyên zarokan bi xwezayê re ye’

29/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca me xurtkirina têkiliyên zarokan bi xwezayê re ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Berdevka Rêxistana Stêrk a Şopandina Mafê Zarokan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Culiya Xelo diyar kir armanca wan ji lidarxistina kampaniya çandina daran re xurtikirina têkiliyê zarokan bi jîngehê re ye û wiha got: “Armanca me xurtkirina têkiliyên zarokan bi xwezayê  re ye.”

Rêxistina Stêrk a şopandina mafê zarokan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kampaniya çandina 300 darî li ser asta bajarê Qamişlo kir, kampaniya çandina daran ji 25`Adarê destpêkir û 28`ê Adarê bi dawî bû. Ev darên wan li gelek cihan hatin belavkirin û di demê pêş de wê ji bo zarokan perwerde û semîner werin dayîn.

Di derbarê Kampaniya Rêxistina Stêrk a çandina daran de, berdevka Rêxistana Stêrk a şopandina mafê zarokan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûliya Xelo ji rojnameya me re axivî.

‘Armanca me geşkirina jîngehê ye’ 

Cûliya Xelo di destpêka axftina xwe de wiha got: “Me dît ku dûrketinek di navabera zarok û xwezayê de heye, ji ber vê yekê pêwîstî hebû ku em dest bi kampaniya çandina daran bikin. Da ku têkiliya di navbera xwezayê û zarokan de xurtir bikin, di heman demê de meha Adarê û havînê miha çandina daran ye, ji ber vê yekê me xwest ku kampaniyeke çandinya daran li dar bixin, ji bo ku zarokan fêrî hezkirina çanda xwezayê bikin. Ji ber vê yekê me hemahengî bi desteya jîngehê a Kantona Cizîrê re kir û 300 dar hatin girtin, li zarokan hatin belavkirin. Armanca me xurtkirina têkiliyên di navbera zarok û xwezayê de ye, herwiha geşkirina jîngehê ye.

Darên ku hatine belavkirin

Cûliya Xelo da zanîn ku ev kampaniya çandina daran li gelek cihan hate belavkirin û wiha ber dewam kir: “Ev kampaniya ji 25`ê Adarê dest pê kir û 28`ê Adarê bi dawî bû, herwiha  roja destpêkê 65 dar li gundê Elî Fero hatin çandin ,roja duyemîn li goristanên sivîlan 50` î dar hatin çandin  û roja sêyem li komînên zarokan ên ku di komînên giştî de hatiye avakirin hatin  belavkirin. Di heman demê de li gel me ên Efrînê jî hatin belavkirin, ji hezkirineke wan a mezin ji çandina daran re heye. Darên ku hatine çandin darên çam,mişmiş, gulên jurî û hwd.. Di demên pêş de wê perwerde û semîner ji bo zarokan werin dayîn ku çawa ji xwezayê hezbikin û pê mijûl bibin.

‘Pêwîst e gel bi me re alîkar be’

Berdevka Rêxistana Stêrk a şopandina mafê zarokan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Culiya Xelo axfitna xwe wiha bi dawî kir: “Banga ji gelê me re heyek ku bi me re alîkar be ji bo ku em karibin welatê xwe xweşbikin, herwiha dema ku hezkirina xwezayê bikeve dilê me wê demê em ê karbin pêşerojeke xweş û tenduristiyeke durist jiyan bikin. Ez bi hêvî me ku her malbatek zarokê xwe fêrî hezkirina xwezayê bikin.”

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.