Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

7’emîn Festîval Şehîd Yekta Herekol hate destpêkirin

27/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
7’emîn Festîval Şehîd Yekta Herekol hate destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz silêman/ Qamişlo

Di bin dirûşmeya “Welatparêzê Rast Hunermendekî Wêrek” 7’emîn Festîvala şehîd Yekta Herekol hat destpêkirin.

7’emîn Festîvala şehîd Yekta Herekol di bin dirûşmeya “Welatparêzê Rast Hunermendekî Wêrek” li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate hat destpêkirin. Berî destpêkirina axaftinan kesên beşdarvan deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Piştre hevserokên Komîna Sînema Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kawa Fetah û Rûmet Beko bixêrhatina hemû beşdarvanan kirin û gotin “Em hêvîdarin rojeke xweş bi hev re derbas bikin û li keda şehîdan xwedî derkevin.”

Herwiha hevjîna şehîd Cuma Xelîl

(BavêTeyar) Gulîstan Yûsif hestên xwe ji bo festîvalê bi çend gotinan anî ziman.

Piştre Umer Hesen ku bi navê Teyaro naskiriye axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîd Yekta Herekol û Bavê Teyar bin û divê hemû şanoger xwe di bin vî barî de bibînin.

Wênesazekî bi navê Egîd Mûsa wêneyek li ser Cuma Xelîl (Bavê Teyar) diyarî malbat û hevalên wî kir.

Piştî wê sinvîzyonek li ser şehîd Bavê Teyar (Cuma Xelîl) û li ser giştî şanoyê hate pêşandan.

Di heman çaroveyê de hevseroka komîna Şano ya Kantona Cizîrê Lorîn Derwîş

nameyek di derbarê Roja Cîhanî Ya Şanoyê ku 27’ Adarê ye xwend û di nameyê de rola şano û girîngiya wê hate ziman.

Piştre ji aliyê Koma Cûdî ya muzîkê ya bajarê Dêrikê çend Stranên şoreşgerî û welatparêzî hatin gotin.

Herwiha ji aliyê koma şehîd Welat ve govend hate gerandin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Cuma Xelîl nameya şehîd Yekta Herekol rakir û di oxira şanoya heqîqetê de xwe feda kir. Herwiha ji ber Cejna Remezanê festîval hate taloqkirin û dê di 5’ê Nîsanê de were lidarxistin.

Post Views: 109
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.