Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

27’ê Adarê, 7’emîn Festîvala Şehîd Yekta Tê lidarxistin

26/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
27’ê Adarê, 7’emîn Festîvala Şehîd Yekta Tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

 Hêvî Keleş/ Qamişlo

Di bin dirûşmeya “Welatparêzê rast, hunermendekî wêrek” de, 7’emîn Festîvala Şehîd Yekta Herekol li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo di 27’ê Adarê de wê bê lidarxistin.

Şehîd Yekta Herekol di sala 1968’an de li Hozatê ya Dêrsimê ji dayik bû, li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê xwend. Piştre tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û li Yewnanîstan, Romanya, Rûsya, Wargeha Mexmûrê, Rojavayê Kurdistanê û Helebê nivîsandina şano, derhênerî û şanogerî kir. Yekta Herekol di 27’ê Adara 2004’an de li Helebê di çalakiya fedaî de şehîd bû.

Derbarê 7’emîn festîvala şanoyê ya şehîd Yekta û amadekariyên wê, Rêvebera Komîna Şano ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûmet Beko ji Rojnameya me re axivî.

Rûmet Beko  di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ev festevîla ku em ê li dar bixin, em ê ji giyanê şehîd Cuma Xelîl û şehîd Yekta Herekol re li dar bixin. Di bin dirûşmeya “Welaparêzê rast, Hunermendekî wêrek e”. Wê Festîval ji 27’Adarê dest pê bike û heta 11’Nîsanê bi dawî bibe.  Di vê festîvalê de wê mêvanên me ji derveyî herêmê werin, me hewil daye ku ji her çar parçeyên Kurdistanê mêvanantevlî bikin. Ji Rojhilatê Kurdistanê wê komek hazir bibe. Ji Başûrê Kurdistanê du kom, yek ji Silêmaniyê û yek ji Kerkokê wê beşdar bibin. Herwiha komîteyek ji Silêmaniyê wê derbas bibe. Di heman demê de di vê Festîvalê de şanoyên ku di pêşbirkê de ne tenê wê yên Monodarama bin.”

Rêvebera Komîna Şano ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûmet Beko axaftina xwe wiha qedand: “Şanoyên ku wê bên pêşkêş kirin pênc şano ne, ew jî ji Qamişlo ne, şanoyên ku wê ji derveyî Qamişlo derbas bibin wê weke mêvan beşdar bibin. Hêjayê gontinê ye ku wê komek ji Siweyda û komek ji Heleb jî tevlî Festîvalê bibin. Di heman demê de wê li gel şanoyan simîner jî hebin û belgefilmek li ser jiyana şehîd Cuma tê çêkirin û di festîvalê de wê bê pêşkêş kirin. 3’ê simîner tên hazirkirin, ev simîner wê li ser hunera şano bin.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.