Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo hazirtiyên cejna Remezanê welatî berê xwe didin bazarê

26/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji bo hazirtiyên cejna Remezanê welatî berê xwe didin bazarê
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ji ber zêdebûna buhayên cil û şêraniyên cejnê, zehmetiyan dibînin. Firoşkarên bazarê jî da zanîn ku ji bo amadekariyên cejna Remezanê tevgereke pir zêde li bazarê heye.

Piştî mehekê ji rojiya meha remezanê, di 1’ê maha Şewalê de misilman li tevahiya cîhanê Cejna Remezanê pîroz dikin. Mislmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê amadekariyên xwe dikin. Yek ji wan hazirtiyên pêşwazîkirina cejna Remezanê jî kirîna çilên nû û amadekirina şêraniyên cejnê ye. Lê ji ber buhayê çil û şêraniyê zêde bilind bûye, welatî zehmetiyan dibînin. Welatiyên bajarê Qamişlo jî ji bo amadekariyên cejna Remezanê, berî cejnê berê xwe didin bazara bajêr û li gorî derfetên xwe yên madî hazirtiya xwe dikin.

Derbarê hazirtiyên Cejna Remezanê û pîrozkirina wê welatî û firoşkarên bazarê ji rojnameya me re axivîn.

‘Em hêvî dikin ku cejn bi kêfxweşî derbas bibe’

Welatiyê bi navê Mihemed Selîm diyar kir ku ew cejna Remezanê li hemû misilmanan pîroz dike û wiha got: ‘‘Vê salê em hêvî dikin ku cejnek bi kêfxweşî derbas bibe. Ji ber buhabûna zêde, welatî hin zehmetiyan di  kirîna şekiran û cilan de dibînin. Ev rewşa aborî jî sedema wê şer û êrişên li ser herêmê ye, herwiha kirîza Sûriyê aboriya welat bi giştî têk bir. Gelek kes  hene derfetên kar nabînin. Di van rewşan de em li gorî derfetên xwe haziriyên xwe ji bo cejnê dikin. Herwiha hêvî dikim ku gelê me bi giştî karibin ku cejnê pîroz bikin.’’

‘Rewşa aborî bandorê li pîrozkirina cejna dike’

Di heman demê de firoşkarê cilan yê bi navê Ednan Idrîs anî ziman ku qeyrana aborî bandora xwe li pîrozkirna cejnê dike û wiha got: ‘‘Di sala çûyî de dîsa buhabûn hebû, lê îsal hîn buhabûn zêdetir e, ev yek dibe sedema derketina zehmetiyan li pêşiya gel ji bo bidestxistina amadekariyên cejnê. Lê tişta balkêş îsal tevgera bazarê zêde ye, ji ber ku gelê me yên li derve hatine ji bo ku bi malbat xwe re pîrozahiya Cejna Remezanê bikin. Kolanên bazarê rêya çûnûhatina mirovan tê de nema ye, qerebalixek pir zêde li bazarê heye. Ez  hêvî dikim ku di sala bê de Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re pîrozkirina Cejna Remezanê bikin û bi dilek xweş û bê şer û pevçûn. Her wiha hêviya min ya din ku di cejna bê de Kurdistana me çêbibe ji ber cejna herî xweş ew e.’’

Post Views: 152
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.