Ronaz Silêman/Qamişlo
Berpirsyara Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîna Osê diyar kir ku bi xebatên dîplomasî xebatên hevbeş ên jinan li hemberî zihniyeta ku dijbertiya jinê dike, pêk tê. Herwiha bi xebatên dîplomasî balakişandina jinên cîhanê li ser sîstema xweseriya jinên Rojava pêk hat.
Derbarê kar û xebatên dîplomasiya jin, berpirsyara Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîna Osê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Di gelek kar û xebatan de jin pêşengtiyê dike, yek ji van karan jî xebatên dîplomasî ye, dîplomasîya jin li ser çi bingehê xebatên xwe dide meşandin? Û xebatên dîplomasiya jinên Rojavayê Kurdistanê çi bandor li ser jinên cîhanê kir?
Em weke Komîteya Têkiliyên Kongra Star giranî didin xebata xwe ya dîplomasî, têkiliyên civakan bi hev re xurtkirin û têkiliyên rêxistinên jin di hundir Sûriyê, Rojhilata Navîn û derve re. Bi armancên ku em hemû rêxistinên jin karibin sîstemeke konfederal ji bona dozên hevbeş ê jinan, ava bikin. Gelek pirsgirêkên ku me jinan tîne cem hev û dihêle ku em li ser bingehekî konfederal kar bikin, hene. Yek jê li hemû welatên Rojhilata Navîn de, sîstemên netewperest ê ku çê bûne, di bingeha xwe de bi destê zilam tê birêvebirin, xwedî hişmendiyekî zayînperestî ye, ev mijarekî girînge ku jinan tîne gel hev. Di heman demê de destûra wan a ku pişta xwe didin olan, cih û erkê jinê weke civak nabînin, em jî têkoşîna wê dikin. Ji ber ku di van welatan giştî de encamê hişmendiya dewletên netewperest, dûrkirina û biçûkirina rola jinê dike.
Heman demê hişmendiya zayendperestî dixwaze dûrxistina jinê ji cihê ku tê de hevkarê biryargirtinê be, qadê ku jin pê hêz bibe, milê siyasî, dîplomasî, leşkerî û hwd…bike. Heta di astên civakî de jî gelek zagonên ku jinê dixe bin qeyd û sînoran de çêkirine, em têkoşîna vê jî dikin. Encamên van zihniyeta jî şidetekî civakî û piskolojîk heye. Lewra bi hevgirtinekî rêxistinên jinan ku bi hev re têkoşînkirin di milê qanînî, siyasî û dîplomasî ya li hember vê zihniyetê û hizra ku jinê di asta jêr de dibîne.
Di Rojava de jinên pêşengtiyê di aliyê têkiliyan de dike, bala jinên cîhanî û rêxistinên jinan kişandina ser têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstema wê ya xweser a di qadê civakî, siyasî, aborî û hwd…. Ev jî nimûneyeke ku hemû jin ji xwe re bingeh bigirin, da ku destkeftî yan jî mafê xwe di her sîstemekî de bikin bin gerantiyê de. Herwiha dîplomasiya jin di Rojavayê Kurdistanê de, dixwaze bi hemû jinên welatên Rojhilat Navîn û derve re, di milê zanistî, xurtkirin û tecrûbeyên xweparvekirin de, xebatên hevbeş li hemberî zihniyeta ku dijbertiya jinê dike, bide meşandin.
Girîngiya xebatên dîplomasî çi ye? Herwiha şoreşa Rojava ji bo xebatên dîplomasiya jin derfeteke çawa bû?
Şoreşa Rojava di bingeha xwe de bi şoreşa jinê naskiriye. Herwiha bi feraset û bi felesefeya Jin, Jiyan, Azadî îro jina kurd li her qadekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe girtiye, ne bi rengê teşe û wêne. Lê bi deng, reng û biryardariya xwe. Ev dihêle ku teysandinekî proja demokratîk a ku pêşengtiya wê di hemû qada de jine, ji derve re cihê balkêşiyê be. Li ser vê balkêşiyê jî îro bi 100’an jin ji Rojhilata Navîn û derveyî Rojhilata Navîn berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rohilatê Sûriyê û tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di gelek mijara de meraq û lêkolîn dikin. Da ku vê modêlê derbasî welatê xwe bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.
Ji bo ku destkeftiyên şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin erkê dikeve ser milê dîplomasiya jin çi ne?
Tecrûbeyekî 13 salan a şoreşa Rojava heye. Di van 13 salan de bi pêşengtiya jin civak hat birêxistinkirin. Di heman demê de jinê bi rêjeya 50 ji sedî di hemû qadên jiyanê de cihê girt, sîstema hevserokatî bingeh girt. Bi van destkeftiya jin hebûna xwe îfade kir. Êrişên ku îro bi rengê siyasî ji aliyê dewletên cîran ve pêk tên, sedem ew e ku naxwazin sîstemek demokratîk pêş bikeve û tecrûba Rêveberiya Xweser jî biser nekeve.
Li ser vê bingehê erkê ku dikeve ser milê jinê ew e ku modêla xwe ya xweserî ya jin li hemberî van lîstokan pêş bixe. Herwiha parastina wê di milê siyasî, qanûnî, dîplomasî û hwd… gelekî girîng e û ji bona Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wekî sîstemî ku di nava peymana xwe de mafê jin misoger dike.
Têkoşîn gelekî girîng e ji bo ku em îro sîstema xwe ya xweser pê biparêzin. Di heman demê demê jin hêmanekî bingehe ku alîkare bi parastina sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Jin di hemû qada li hemberî hemû êrişên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, berxwedanekî dîrokî dike. Îro êrişên leşekerî yên li ser Bendava Tişrînê bi pêşengtiya jin li pêşe.
Herwiha pêwîst e jin li hemberî destûrekî ku hatiye ragihandin û tu mafê jinê û gelê wê pênase nake, berpirsyariya xwe li hemberî redkirina vî destûrê ne demokratîk, bi berpirsyarî tev digere, li hemû qada bertekek yê xurt û bi israrekî mezin ku têkoşînê bilind bike.
Ya herî girîng jî ew e ku ev pêvajo gelekî girînge weke pêvajoyekî pêşerojê ji bo gelê kurd bi taybetî jin. Hem jî derfeteke mezine. Lê li kêlek wê gelek pirsgirêk hene û ji bo ku em van astengî û pirsgirêkan derbas bikin, me konfransa netewî ya jinên kurd lidar xist. Bêguman yekîtiya jinên kurd jî nabe zirar ji bo tu pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berovajî wê sîstema hevgirtina civakî ya bin siya Rêveberiya Xweser de xurt dike û heman demê de pêşengtiyê dike ji bona kongrê kurdî yê netewî.
Jin di xebatên dîplomasî de rastî çi astengiyan tê û çawa dikare van astengiyan derbas bike?
Astengiyên ku di xebata dîplomasî de derdikevin. Yek jê pisgirêkên mezin siyasetên ku îro li ser bingeha berjewendiya dûrî exlaq tê meşandin û bandora wê ya ku li jinê dike, jin dibe qurban, penaber dibe û tê çewsandin. Herwiha şerê ku hîna li Sûriyê dewam dike û li ser herêma me jî bi taybet, di heman demê de li herêma beravê komkujî û binpêkirinên ku çêbûne, encama zihniyeta cîhadperestiya ku kete şûna Baasê de. Ev jî pirsgirêkeke nû ku hat pêşiya jinê. Di heman demê de yasaya ku qaşo ji bo Sûriyê ye, lê di bingeha xwe de aramî û demokrasiyê pêş nexe. Tersî wê destûrekî inkara û nedîtina rasiya Sûrî hem demokratîk, hem pirengiya wê neberçav girtine. Ev yek wê ne aramiyê pêk bîne, lê wê şer gurtir bike.
Herwiha pirsgirêkên din rewşa aborî, lîstokên ku li ser Sûriyê heyî û taybet milê dwleta Tirk de ya ku agirbestê pêk nayîne û ne jî destê xwe ji Sûriyê dikşîne. Ev hemû li ser bingeha ku çawa karibin Sûriyeke ne demokrat ava bikin, herwiha rola jin û pêşengtiya jin bê temsandin.
Lê bê guman ji bo ev astengî bên rawestandin, em jinên kurd bangewaziyên ji bo rawestandina şer li Sûriyê giştî dikin. Hem ji bo jin di hemû qadê jiyanê de cih bigire, komîteyên ku tên çêkirin rewşa Sûriyê tê nîqaşkirin ji bo pêşerojê gerekî rêjeya jin ji sedî ne kêmî 50 be.
Ya ku em karibin bi hevre van astengiyan derbas bikin hevgirtina me jinên Sûriyê ye. Helwestbûna ku yek dengî li hemberî siyasetê yekrengî bikin. Bi hevgirtina jinên kurd, ereb, elewî, dûrzî, suryan, çerkez û hemû jinên pêkhateyên din ew tenê garantiya ku em karibin bibin hêzekî bandor ji bo guhertin û veguhertinên di Sûriyê de, bike.






