Dilîn Ehmed/Qamişlo
Ji bo avakirina civakeke demokratîk, rola herî girîng û bingehîn ya jinê ye. Lewera jin di afrandin û pêşketina civakê de, xwedî dîrokek dewlemend de. Jin ji bo belavkirina çand, wekhevî û hevgirtina civakê xwedî hêz e. Dema ku jin cihê xwe di nava avakirina zagon û polîtîkayan de digire, derfetên parastina mafê mirovan zêde dibin.
Dîroka jinan dîrokek xwedî têkoşîn û berxwedan e. Bê goman di civaka xwezayî de jin xwedawend û afrîner dihatin dîtin heya serdema Sumeran. Bi derketina zihniyeta baviksalarî, ked û rola jin ya girîn di civakê de hat windakirin. Zihniyeta desthilatdar bi riya jinan civak kir koleyê hişmendiya xwe. Mafên jinan di hemû qadên jiyanê de qedexekirin û jin di nava tarîtî, zilm û zordariyê de hişt. Ji wê demê û heta roja îro, jin li hemberî vê zihniyetê têkoşînê dike.
Jin di hevgirtina civakek demokratîk de xwedî hêz e
Di qada perwerde û hişyarkirina civakê de jin hêza herî pêşeng e. Bi xurtkirina jinan, civak jî dikare bibe xwedî asteke bilind. Herwiha derbarê mijarên demokratiyê û mafên mirovan de jê civak hişyartir dibe. Di her qada civakê de jin rengê xwe yê aşîtiyê belav dike. Ji bo vê yekê jî tevlîbûna jinan ya di xebatên aboriyê de geşbûna aboriya herêmê zêde dike û derfetên nû yên kar diafirîne. Jin di belavkirina têgînên dadmendiya civakî de divê xwedî roleke bingehîn were dîtin, ji ber ku ew ji bo xurtkirina hevgirtina civakî û wekheviya mafên mirovan mafdar e.
Civakên ku mafên jinan dipejirînin û rêz digirin, aramiya wê zêdetir e, lewra jin di xurtkirina têkiliyên civakî û avakirina malbateke hevgirtî, roleke girîng dilîze. Herwiha ji bo avakirina nifşekî nû û xwedî nirxên hemwelatîbûnê û demokratiyê jî, xwedî bandor e. Bi kurtî, rola jinê di avakirina civakeke demokratîk de tenê bi beşdariya siyasî re divê sînordar nemîne, di heman demê divê ew di qada perwerde, aborî, çandî û pêşketina civakî jî de cihê xwe bigire. Ev jî ji bo civkê dibe alîkar ku bingeha demokrasiya rast û domdar ava bibe.
Bi piştgirtinê hêz xurtir dibe
Jin ji bo bidestxistina maf û parastina xwe, her tim li ber xwe dide û li hember desthiladara têkoşîn dike. Ev yek di berxwedn û piştgirtina jinan li hemberî zihniyeta rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya16`ê Îlûnê 2022`an, dema ku jina kurd ya bi navê Mehsa Emînî şehîd xistin, hat diyarkirin. Lê ev jî nayê wê wateyê ku rewşa heyî daxwaza rihetiyê dike, berovajî wê, rewşa heyî cureyên nû yên erk û berpirsyartiyê derdixe holê, bi taybet derbarê rêjeya beşdariya jinan di qada siyas, civakî û rêxistinî de hêza xwe diyar dike.
Di salên 1970’î de dema tevgera jinan ya navneteweyî dest bi xebatê kir, Meclisa Giştî sala 1975’an wekî Sala Jinê ya Navneteweyî îlan kir û yekemîn Konferansa Jinan ya Cîhanê li Meksîk pêk anî. Piştre, li ser vexwendina Konferansê, salên 1976-1985’an wekî Dehsaliya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî îlan kir.
Ev tê wê wateya ku rola jinê di avakirina civakek demokratîk de pir girîng û bi wateye. Lewra welatê ku mafê jinan tê de qedexe be, ew welet wê ti carî pêş nekeve û wê mafê ti kesî têde neyê parastin.






