Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza 2025’an nîşaneya rengê hevgirtina biryatiya gelan bû

23/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Newroza 2025’an nîşaneya rengê hevgirtina biryatiya gelan bû
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed diyar kir ku li ser banaga aşîtî û çareseriyê herkandina tevahî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qadên pîrozbahiya Newrozê re çêbû. Herwiha gelên Sûriyê bi hilweşîna rêjîma Baas bi serbestî Newroz pîroz kirin û got, “Dilsoziya pêkhateyan bi gelê kurd re di Newrozê de xuya bû.”

Li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehhezaran kurd, ereb, suryan, asur û ermen bi hev re Newroza 2025’an li 7 qadan pîroz kirin. Newroza 2025’an ne tenê di nava rûpelên dîroka gelê kurd xwe nivîsand, lê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî wê, Newroza azadiyê bû. Ji ber ku ev pîrozbahiya yekem piştî rûxandina rêjîma Baas li Sûriyê bû û di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” hate pîrozkirin. Herwiha pîrozbahiya pêhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji newroza 2025’an re rengê hevgirtina biryatî û berxwedanê nîşaneyî cîhanê kirin. Di heman demê de qadên pîrozbahiyan wekî tabloyeke rengîn hatibûn xemlandin û her kes bi cilên xwe yên netewî beşdar bûn. Wêneyên Rêber Apo, alên QSD, YPG û YPJ’ê li ba dibûn. Govendên gelêrî û yekîtiyê jî dihatin gerandin.

Derbarê nirxandinên pîrozbahiyên newroza 2025’an de, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziya Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Remziya Mihemed di destpêka axaftina xwe de Newroza 2025’an li tevahî gelê kurd, jinên pêşeng û têkoşer ku li her qadekî li ber xwe dide, li her şervanekî ku li xetên pêş ên şer têkoşîn û berxwedanê dike, li her Gerîlayekî li Çiyayên Azad berxwedanê dike, li hemû berxwedanvanên di zindanan de, li tevahî malbat, zarok û hevjînên şehîdan û beriya her tiştî li Rêberê mirovahiyê, aşitîyê û netewiyê Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Newroza 2025’an bi banga rêberekî azad avakirina civakeke demokratîk e bi vê vê dirûşmeyê Newroza 2025’an hate pêşwazîkirin û pîrozkirin. Di Newroza îsal de li ser banaga aşitî û çareseriyê herkandina tevahî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qadên pîrozbahiya Newrozê re çê bû û tevlîbûna şahiyên Cejina Newrozê hat kirin.”

‘Bi hilweşîna rêjîma Baas Newroz bi serbestî hat pîrozkirin’

Remziya Mihemed anî ziman ku çoşa Newrozê bi soza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat pîrozkirin û wiha got: “Cûdahiya Newroza 2025’an ew bû ku her kesî wêneyên Rêber Apo bilind kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo silogan berz kirin û nîşana serkeftinê bilind kirin. Bi taybetî di îsal de hemû pêkhate tevlî şahiya Newrozê bûn, da ku bi gelê kurd re Cejina Newrozê pîroz bikin. Ji ber ku gelê kurd ji bona her gelekî li Bakur Rojhilatê Sûriyê, ji bo azadiya gelan liber xwe daye, parastin kiriye, têkoşîn daye meşandin, xweserî daye avakirin ku her kes kare xwe birêve bibe. Di heman demê de gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk Cejina Newrozê bi kurdan re yan jî li kurdan pîroz kirin mînaka wê jî bajarê Siwêda, tevlîbûna hunermendên ereb di şahiyên newrozê de, tevlîbûna pêkhateyên gelê Siwêda û gelê di hundirê Sûriyê de jiyan dikin, di qadên şehiyê newrozê de, da ku newrozê bi kurdan re pîroz bikirin, cûdahiya wê bi vî rengî bû. Cûdahiya herî girîng jî ku di Newroza 2025’an de rêjîma Baasê hatibû hilweşandin û gelê me derveyî rêjîma Baasê bi taybet gelê ku li Heleb, Şam û her deverên din ên Sûriyê jiyan dikirin, karîbûn bi serbestî newroza xwe pîroz bikin. Ev cûdahiya ku Newroza azadî û berxwedanê carekî din nîşana serkeftinê û bilidkirina têkoşînê hatin bilidkirin û bi soza ku ev newroz bibe newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çoşa Newrozê hat pîrozkirin.”

‘Dilsoziya gelan di Newrozê de xuya bû’

Remziya Mihemed anî ziman ku Newroza ji bo gelê kurd roja vejîn û buharê ye, wê bibe roja nû ji bo tevahî gelê Sûriyê û wiha got: “Tevlîbûna pêkhateyên Sûriyê giştî bi hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr û hwd… ji newrozên Kurdistanî re, ji pîrozbahiyên Newrozên re bi peyam û tevlîbûna xwe ya fîzîkî ev tê wateya ku gelê kurd bi taybet ji bona karibe xwe birêve bibe, biparêze û têkoşînê bike ku ev tecrûbe bûye mînakekî azadî, serkeftin û biyartiya gelan di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye avakirin. Tevî hemû êriş û reşkirinên ku gurkirina şerê navxweyî ji aliyê rêjîma Baas, çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê de çiqas komplo û plan hatin meşandin. Lê gelê me nirêxê şoreşa xwe parastin, hevgirtin û biratîya gelan xurt kirin û dan avakirin. Ji ber wê jî ev nîşaneya dibe mînakek ku gelê herêmê û giştî Sûriyê di şahî û şîna de wê ev tevlîbûn bê çêkirin. Newroza ku ji bona gelê kurd roja vejîn û buharê ye, wê bibe roja nû ji bo tevahî gelê Sûriyê. Herwiha tevlîbûna pêhateyên Sûriyê ji Cejina Newrozê re dilsoziya gelan bi hev re ye. Gelê Sûriyê bi yek dengî doza azadî û serkeftinê daxwaz dikin.”

‘Gelê kurd aşitîxwazê hemû gelan e’

Remziya Mihemed êşkere kir ku gelê kurd ji giştî cîhanê re daxwaza aşitî û aramiyê ji tevahî gelan re dike û wiha got: “Daxwaza gelê kurd di Newrozê de, di her rojekî di jiyanê de, di her pîrozbahî û berxwedanê de ew e ji giştî cîhanê re daxwaza azadî, aşitî û aramiyê ji tevahî gelan re dike. Hem jî dide diyarkirin em gelê kurd heta niha qirkirin û tunekirina çand, nasname û îradeya kurdî tê meşandin. Gelê kurd xwest di vê newrozê de bibêje êdî bese ji zilm, zordarî, tundî, ji qirkirina gelê kurd, êdî bese ji bo tevahî êrişên li ser gelê kurd tên kirin û bêdengiya cîhanê giştî li beramberî sûcên ku li ser me tên meşandin. Bi taybet berî newrozê bi heftiyekê êrişa ku li ser malbatekî li bajarê Konbên hat kirin ku ew malbat bi tamamî kuştin, herwiha gelek komkujiyên din jî li ser gelê kurd dan meşandin, gelek bajarên ku heta niha dagirkirî ne. Ji bona van êriş û dagirkeriyê gelê kurd dibeje em gihiştine demekê ku her kes azadî, aşitî, aramî, ol, netew, çand û nasnameya xwe jiyan bike. Li ser vê bingehê gelek bangewazî ji qadê Newrozê ji cîhanê re hatin kirin û gotin; em ê parastina nirxê şoreş û hebûna xwe bikin, herwiha hêza xwe ya parastinê bi tevlîbûna hêzên QSD’ê hîn bêtir xurt bikin.”

‘Bi parastina nirxê şoreşa xwe em ê serkeftinê mirsoger bikin’

Remziya Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Newroza 2025’an li tevahî gelê me pîroz be û bi hêviya ku her roj bibin rojên Newroz, azadî û serkeftinê. Bi hêviya hemû gelên bindest bighêjin azadiya xwe. Herwiha her kesê ji cih û warê xwe koçber bûne bi rengekî parastî vegerin warê xwe. Bi parastina nirxê şoreşa xwe em ê karibin serkeftin, azadiya civak û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mirsoger bikin û proja netewa demokratîk biser bixin.”

Post Views: 144
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.