Dîlan Mulhim\Qamişlo
Cotkar Ridwan Îsa diyar kir ku wan dest bi kampaniyeke çandina 4 hezar darên zeytûnan li kantona Cezîrê kirine û wiha got: “Armanca me ji çandina darên zeytûnan ew e ku em zeyt û zeytûnên xwe ji herêma xwe werbigrin û bajarê xwe bedew bikin.”
Desteya çandiyê ji 18`ê Adarê ve dest bi kampaniyeke çandina 40 hezar darên zeyîtûnan li kantona Cezîrê kiriye û ev kampaniya hîn berdewame. Kampaniya wê hayanî 24’ê Adarê berdewam bike û wê nêzî 40 hezar dar werin çandin.
Di derbarê kampaniya çandina 40`hezar dar li kantona Cizîrê,endamê beşê zeviyan ê kantona Cizîrê Ridwan Îsa ji Rojnameya me re axivî.
Çandiniya darên zeytûnan li bajaran
Ridwan Îsa anî ziman ku kampaniya çandiniya darên zeyîtûnan ji bajarê Hesekê destpêkir û wiha got: “Di kampaniya ku destpêkirî de wê 40 hezar darên zeytûnan werin çandin. Ev 40 hezar dar li tevahiya kantona Cizîrê hatin belavkirin û çandin. Li bajarê Hesekê 10 hezar û heştê dar hatin çandin, herwiha li Derbêsiyê 6 hezar, 500 dar, li Qamişlo 6 hezar û 800 dar, Terbespiyê 6 hezar 560 dar, Çilaxa 3 hezar, Girgê Legê 2 hezar 500 dar û li Dêrikê 5 hezar û 230 dar hatin çandin. Ev kampaniya çandina daran ji 18`ê Adarê ve destpêkir û wê heya 24`ê Adarê bi dawî bibe.”
‘Armanc ew e, ku avhewaya herêmê xweş bibe’
Endamê beşê zeviyan ê kantona Cizîrê Ridwan Îsa da zanîn ku armanca wan ji çandiya darên zeytûnan pêdiviyên xwe bi dest bixin û wiha bi dawî kir: “Armanca me ji çandinya darên zeytûnan ew e ku zeyt û zeytûnên xwe ji herêma xwe werbgirin, di heman demê de bi çandina daran avhewaya herêmê xweş bikin û cihên çol bidaran biçînin. Di heman demê de ji ber ku dara zeytûnê dareke pîroze û hert im pelên wê kesk in. herwiha bi çandina darên zeytûnan wê gelek kargehên zeytûnan werin vekirin û kesê ku hejar be ji xwe re di van kargehan de kar bikin.”






