Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kobanê pêngava çandina daran

23/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Kobanê pêngava çandina daran
Share on FacebookShare on Twitter

Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê di 4’ê Adarê de dest bi çandina daran kir û dê heta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome.

Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Romî diyar kir ku yek ji xebatên beşa ekolojî çandina daran e û wiha berdewam kir: “Yek ji xebatên beşa ekolojî ya herî girîng çandina daran e, ji bo vê jî Desteya Ekolojî her sal dest bi çandina daran dike. Ji meha 9’an heta meha 1’ê em tov kom dikin û ji meha 1’ê şûnve em daran diçînin heta 4’ê Nîsanê. Îsal em amadekariyan dikin ku li malbat, sazî û welatiyan daran belav bikin ji bo bajarê me şîn bibe û hejmarê daran zêdetir bibe.”

Almaz Romî, der barê çandina daran de wiha got: “Dema ku rejîma Baasê li vir bû tu girîngî nedida daran û çandiniya daran, tenê çend cureyên daran li vir hebûn kêm cure dihatin dîtin. Niha Desteya Ekolojî gelek cureyên daran çandin, gelek darên fêkiyan me çandine. Darên ku li ser vê axê şîn dibin me çandin ji ber ku me ceribandin çi cureyên daran li vir dibin û me yên ku dibin çandin û cureyên wan pir kirin. Heta 4’î Nîsanê em ê bidomînin jixwe piştî meha Nîsanê hewa germ dibe êdî dar nayên çandin.”

3 hezar û 600 dar hatin çandin

Almaz Romî diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd dar pir girîng in ji bo vê her sal di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daran diçînin wiha berdewam kir: “Jixwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîngî daye beşa ekolojiyê ji ber ku sê tiştan bingeh digre, yek jê ekolojî ye. Dibêje jin xwe bi çandina daran û ekolojîyê azad dibînin ji bo vê jî her sal di rojbûna Rêber Apo de em hemû cureyên daran diçînin û girîngiyê didin vê rojê. Çalakiya ku me dest pê kir ji bo roja 8’ê Adarê bû li gundê Minazê yê girêdayî bajarê Kobanê me 100 dar çandin. Li Girê Miştenûr me çandina 10 hezar daran plan kiribû lê li wir nêzî 3 hezar û 600 dar hatin çandin ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê em nikarin baş karê xwe bikin loma me hejmar kêm kirin.”

Zarok di mijara ekolojîk de tên perwerdekirin

Almaz Romî diyar kir ku ji bo bêhtir girîngiyê bidin daran, hemleya xwe li dibistanan jî dest pê kirine ji  bo hişyariya zarokan dane meşandin û wiha bi dawî kir: “Bêhtir ji bo girîngiya daran û xemilandina kolanan weke Desteya Ekolojî me dest bi hemleya li dibistanan perwerdekirina zarokan kir. Ji bo zarok girîngiyê bidin daran û çandiniya wan ji bo vê jî divê em zêdetir xwedî li çandina daran derkevin û hişyariyê di nava zarokan de belav bikin. Ji bo vê jî perwerdeya me ya zarokan berdewam dike û di aliyê çandiniyê de jî xezabên me berdewam dike.” NÛ JINHA

Post Views: 100
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.