Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zelal Cîger: Civaka Demokratîk bi jinê pêkan e

23/03/2025
in JIN
A A
Zelal Cîger: Civaka Demokratîk bi jinê pêkan e
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Cîger diyar kir ku ji bo jin bikaribe sîstema Netew Dewlet hilweşîne, tekoşîn û asta zanebûna azadiya jin girîng e, ji bo wî jî berya hertiştî pêwîst e jin di rêgezên îdeolojiya azadiya jin de xwe kûr bike û hevjiyana azad pêk bîne. Rêber Apo jî dibêje: ” Dîroka koletiya jin hîn nehatiye nivîsandin, dîroka azadiya jin jî li benda nivîsandinê ye.”

Di derbarê girîngiya rola jin di avakirina Civaka Demokratîk de, endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Cîger ji rojnameya me re axivî.

Pirsigirêka jin ji pirsgirêka kurd kûrtir e

Zelal Cîger diyarkir ku Rêber Apo di salên dirêj de dema ku dest bi şoreşa azadiyê kir, rol da jin ê û wiha domand: “Bi destpêkirina Tevgera azadiyê heta niha Rêber Apo tevlîbûna jin û hişmendiya azadiya jin derxist pêş, di nameya xwe ya ku di 8’ê Adarê de ji bo jinan şandibû jî, dibêje ku ‘Pirsgirêka jin ji pirsgirêka kurd kûrtir e’, ew jî tê wateya ku 5 hezar salin jin wek kolê yekemîn tê naskirin, di dîrokê de jî bindesta yekemîn ku yekemîn hat kolekirin jin bû, ew pirsgirêk jî ji bo me pirsgirêka yekemîne ku em tenê nikarin wek netewek an jî wek welatekî lê meyze bikin. Heta ku pirsgrêka azadiya jin neyê çareserkirin em nikarin pirsgirêka civakê jî çareser bikin. Ji bo ku hişmendiya azadiyê pêş bikeve Rêber Apo ji bo jinan dibêje ku ‘dev ji tiştên sade, mijarên ku jin kole dike, xerîziyên cînsî û tekîliyê navbera jin û zilam de yên  ku jinê lawaz dike pêwîste xwe jê rizgar bikin û li gor wî jin kesayeta xwe ji nûve ava bike. Dema ku jin xwe jiwan kevneşopiyan rizgar kir wî deme hebûn, îrade û nasnameya xwe derdixe pêş”.

‘Fikrê Rêber Apo di tevahî jinan de guhertin da çêkirin’          

Zelal Cîger da zanîn ku Rêber Apo ji bo tevahî jinan gelek gûhertin da çêkirin û wiha got: “Di wan 50 salên dawiyê de gelek tevgerên femînîst derketin lê belê wan tevgeran nekarîn ku Tevgerê Jin bilind bikin, tenê bi beşekî jinên xwendevan re sînordar man. Di Rojhilata navîn de jî gelek rêxistinên jinan hatin avakirin lê nekarîn guhertinekê di kok bidin çêkirin. Rêber Apo di sîstema ku da avakirin de, jin ji koletiyê rizgar kir û bi rengekî paqij kirasê azadiyê lêkir, di fikir û mêjiyê jinê de şûştinek da çêkirin ku ew jin hêza wê heye ku her tiştî bike û hemû xebatan de cîh bigre. Gelek caran ji bo jinê digotin ku jin darê şiketiye, jin bê hêze, lê Rêber Apo da ispatkirin ku jin çiqas xwedî fikrek xort û bi hêz e. Li Rojavayê Kurdistanê bi tekoşîn û berxwedaniya YPJ’ê, li çiyayên Kurdistanê jî bi berxwedanî û tekoşîna YJA-STAR’ê bi qehremantiya bi sedan pêşengên azadiyê ku di vê dozê de şehid bûne ji dunyay re dan ispatkirin ku hebûna, îrade û helwesta jin bixwe re azadiyê tîne. Fikir û felsefeya Rêber Apo guhertin di sekna jinê û tevgera jin de da çêkirin, îro jina kurd pêşengiyê dike û hemû jinên pêkhateyên din di nav xwe de dihewîne.”

‘Sirê serkeftina şoreşê, tevlîbûna xurt a jinê ye’

Zelal Cîger wiha domand: “Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jinan bi tekoşîna xwe û bi saya fikre Rêber Apo ew zîhniyeta paşverû tekbir û heta astekê derbaskir. Jin ji bo ku bikaribe hên xurtir civakê bi rêve bibe û destê Rêber Apo xurtir bike, berpirsiyartiya ku dikeve ser milê jin ew e ku asta ku gihaştiyê hîn zêdetir zanebûna xwe pêş bixe. Pêwîste di sîstema hevserokatiyê de jin bi awayekî aktîf rola xwe bileyîze û asta zanabûna xwe ya kar xûrt bike. Heta niha jin di hemû xebatên siyasî, dîplomasî û leşkerî de serkeftin qezenc kirine, îro jî tekez sira serkeftina şoreşê tevlîbûna xurt a jin e.”

‘ Sedsala 21′ mîn sedsala zanist û azadiya jine’

Zelal Cîger wiha domand ” jin pişte ku gihaşt asta zanebûnê zanistî pêre hat çêkirin helbet gor wî pêwîste tekoşîn bide meşandin. guhrtina zilam ne hêsane ji ber ku zilam zû bi zû dev ji desthilatdariya xwe bernade, heman demê de ji bo jin jî derbastare jin jî zû zû dev ji koletiya xwe bernade, jina ku Rêgezên  azadiya jin naskiribe dikare di hemû qadan de û di hemû xebatan de pêşengtî bike. Mirov çiqas ji bo azadiyê tekoşîn bike kême, ji ber sînorên azadiyê tuneye. ji bo wî jî perwerde ji bo her jinek esas û girînge ku di aliyê fikrî de asta zanebûnê xortir bike. Sedsala 21’mîn sedsala zanistî û azadiya gelên bindeste herwiha sedsala azadiya jine wê jin bi pêşengtiya xwe sîstema Netewa demokratîk mîsoger bike.

‘Di sîstema netew -dewlet de rola jin dernakeve’  

Zelal Ciger balkişand ser nêzîkatiyên sîstema Netew Dewlet ji jinê re û wiha domkir: “Sîstema Netew-Dewlet sîstemeke ku her çiqas rêngê wê yên jin be, lê mêjiyê wê temsîla jinê nake, ew jî bixwe re pirsgirêkan tîne, wek ku maf dane jinê dide xuyakirin lê di rastiyê de tiştek bi vî rengî nîne. Di sîstema kapîtalîzmê de jin wek susekî li ser maseyê tê bikaranîn. Sîstema Netew dewlet 5 hezar sal in li ser jinê tê ferzkirin. Di wan salên dirêj de jin di milê cinsî de wekê kole ew şikandin û heta roja îro de jî wê xerîzeya jin derdixîne pêş. Ya herî rast ew e ku jin li hemberî rastiya mêr kesayeta xwe bide avakirin. Ger jin rastiya koletiyê û azadiyê nasnekiribe, wê nikaribe helwestek jî bide nîşandan. Bi hezara jinên xwendevan hene lê sîstema desthilatdar qebûl dikin û sere xwe ditewînin.”

Ji bo ku sîstema netew dewlet bê hilweşandin pêwîstî bi naskirina dîroka azadiya jin heye

Zelal Cîger di dawiyê de wiha got: “Rêber Apo jî dibêje, ‘ “Dîroka koletiyê nehatiye nivîsandin û dîroka  azadiya jin li benda nivîsandinê ye’, ji bo ku em sîstema netew dewlet hilweşînin pêwîste em dîroka azadiya jin binivîsin, ger em dîroka azadiyê bi pênûsê binivîsin, divê em berya hertiştî di jiyana xwe de dîrokê sererast bikin. Berxwedanî û tekoşîna jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de li ser tevahî Sûriyê bandor kir. Piştî hilweşîna Rejîma Baas di Sûriyê de rejîmek dîtir hat temsîla Îslama paşverû dike li hemberê wî cara yekemîne ku di Sûriyê de jin li hemberî desthilatdariyê helwest dide nîşandan sebaba ku jin bertek nîşan da û dengê xwe kirin yek û bi yek dengê qîr kirin ew bû, ji ber ku Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêşengtî ji giştî jina Sûriyê re kir, guhertinên ku di Bakûr Rojhilatê Sûriyê de çêbûn li ser tevahî Sûriyê bandor kir. Ji berxwedaniya Sakîne Cansiz heta berxwedaniya Şervîn û Şîlan û hemû qehramanên tekoşîna azad heta ku îro digîhîje Keram ku wek jinek Ereb ku di berxwedaniya bendavê de cîh girt û şehîd ket. îro li sûriyê de yek helwestbûna jin vî da diyarkirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.